11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ekîn Wan hat bibîranîn

Ekîn Wan ku piştî qetilkirinê bedena wê hatibû teşhîrkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn. Wekîla DEM Partiyê Gulderen Varli di bîranînê de got: “Têkoşîna wê rêya me ronî dike.”

Endama YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) ku di 10ê Tebaxa 2015an li navçeya Gimgimê ya Mûşê di çalakiyê de hatibû qetilkirin û piştre jî leşkeran bedena wê teşhîr kiribûn, di sala 10emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka ya li Wanê hate bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn.  Beşdar, bi dirûşma “Şehîd namirin” têketin goristanê û piştre li ser gora Ekîn Wanê deqeyek rêz girtin.

Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli di bîranînê de got ku di şexsê Ekîn Wanê de tundiya mêr-dewletê ya li dijî gelê Kurd û nefreta li dijî jinan hatiye îfşakirin. Gulderen Varliyê got ku pergala hevpar a mêr û dewletê teşhîr bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Pergala mêr-dewletê bi hemû nexweşikiya xwe winda kir. Têkoşîna Ekîn Wanê ji me re hiştî rêya me ronî dike û em ê teqez bi ser kevin.”

Bîranîn, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.