Tîma Navbeynkarên Xiristiyan (CPT) ku li Herêma Federe ya Kurdistanê çeteleya xebatên leşkerî, siyasî û îktîsadî digire, daneyên xwe yên meha Tîrmehê aşkera kir. CPTyê da zanîn ku tevî PKKê çekên xwe îmha kiriye jî Tirkiyeyê di navbera 1ê Tîrmehê heta 31ê Tîrmehê herî kêm 18 caran li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran û êrişên hewayî kir.
Di nûçeya li ser malpera fermî ya CPTyê de wiha hate gotin: “Hêzên Tirk, di 29ê Tîrmehê de operasyoneke bejahî ya nû da destpêkirin û xebatên xwe yên liv û tevgera sivîl asteng dike û zirarê didin deverên çandiniyê domandin. Ji êrişan 17 jê li çolterê Amediye ya bajarê Dihokê û êrişeke bi droneyan jî li bajarê Silêmaniyeyê kir.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku xelkê gundê Dargalê Mûsa Begê yê navçeya Amediyeyê di 22yê Tîrmehê de xwest li malên xwe vegere lê leşkerên Tirk ên li herêmê nehiştin welatî derbas bibin û wiha hate gotin: “Li gorî raporên herêmî, leşkeran li dora gund şewat derxistin û ev şewat di demekî kin de li gundên Dargalê Mûsa Begê, Mîska, Bave, Şîlaza, Blîzanê û Qesrokê belav bûn. Vê şewatê rê li ber xesareke mezin vekir û xelkê herêmê piştî 2 rojan karî şewatê vemirîne.”
Li gorî CPTyê; ji destpêka sala 2025an heta niha artêşa Tirk li Herêma Federe ya Kurdistanê bi giştî hezar û 696 êriş û operasyon li dar xist. Ji êrişan hezar û 501 jê li Dihokê, 140 jê li Hewlêrê û 55 jî li Silêmaniyeyê hatin kirin. Di êrişan de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.