Em ji mêvanan gelekî hez dikin, ew mêvan kî/kê be deriyê me ji wan re her tim vekirî ye. Em dibêjin mêvan, mêvanên Xwedê ne. Paşê zirara wan hinekan digêhêje me yan na? Carina erê, carina jî na. Kal û pîrên me her tim ji me ra digotin; kê/kî hat ber derê we, deriyên xwe li wan vekin, pak û başbûna we wê ew mirovên fikirxerab ji we dur bixe. Hûn deriyên xwe ji hemû kesan re vekirî bihêlin. Ev gotinên kal û pîrên me her tim di serê min de ne û ez jî wek wan dikim.
Îca di van rojên havîna germ de xelk carina hin kesan nabînin ku zeviyên xwe, yên genim û her wek din rakin. Li gund jî havînan gelek kes tunene ku alîkarî bidin hevdu, lewma hinek karker li dervayî bajar û gundên me tên û alîkarî dikin. Dema ew tên, ji xwe otel û motêlên me tunene, em wan di malên xwe de xwedî dikin, nan û av dikin, ew jî kêfxweş in û em jî ji wan razî ne.
Vê carê dîsa hinek karker hatin nava gundê me ji bo alîkariya zeviyên me. Me bihayê xwe kir, ka wê ji me çiqas heqê xwe bixwazin? Di nav wan de jineke ku serkartiyê ji wan re dike got; em ewqasî dixwazin, di ewqas rojan de em ê karê we biqedînin, filan û bêvan, me bêhna xwe hevkir. Ya din, dema min dît jinek serkariya wan mêran dike êfa min jê re hat. Ez xwe bi xwe fikirîm, wa ye jin jî dikarin serkariya van xebatan bikin, pir kêfa min hat jê re.
Her malekî çend heb karker birin mala xwe da ku li wir razên. Ji xwe her roj em ji wan re xwarinan çêdikin, ew tu carê bênan û av namînin. Welhasil ev jî karê me ye. Ew jinika serkar hat mala min, ezet û hurmet, xuya ye ku ew yeke biyanî ye, ne ji ya bajar û gundê li der dora me ye. Min got, xerîb e, bila cîhê wê rehet be, xwe wek penaber nehesibîne. Cîh nivînên wê jî min baş çêdikir. Piştî çend rojan, hemû karker serê sibê zû radibûn. Lê ew heta danê nîvro di xew de dima, carek û du car, min dît ku nabe, min jê pirsî, gelo nexweş e, yan derdekî wê heye? Got, na ez ji wan re kar dibînim, ger ez nînbim ew ê ji birçîna bimirin. Ew bi tena serê xwe nikarin ji xwe re kar bibînin. Min got baş e. Ez lez û bez çûm li gel wan karkeran, ji wan pirsî, gelo ew heqê vê jinika hanê çi didin? Hemûyan jî got; Em tenê heqê rêya xwe, heqê cîh mayînê û piçek jî heqê karê me distînin, ewqas. Çima gelo? gotin; Demeke dirêj me kar nedît, vê jinikê ji me re hinek kar dît, em bûn deyndarê wê. Me deynê xwe qedand lê ew dev ji me bernade, em diçin ku derê ew li beriya me diçe, ji wan re dibêje; ev karker diz in, çavnebar in, çav li berî keç û jinên we didin, em jî neçar dimîn û gotina wê dikin û em nizanin em ê çawa xwe ji wê xelas bikin.
Wî la min rebenê, agir bi dilê min ket. Min bangî hemû cîranan kir. Behsa mesela wan karkeran kir, ew jî dilşewat bûn. Du re ez vegeriyam malê, min dî jinik ji xwe re di bin siya darê de rûniştiye, kêfê dike. Min jêra got; Ez dixwazim a niha tu cil û bergên xwe berhev ke, ji mala min û ji vî gundî derkeve û here, tu qet şerm nakî heqê van karkerên hanê di qirika xwe de derbas dikî?
Ji ber van gotinên min jinik wisa veciniqî, şaş ma. Got; Ger ez nîn bim ew tu carê ji xwe re kar nabînin filan û bêvan. Erê rast e; dema ew ji xwe re kar dibînin tu li beriya wan diçî, derheqê wan de xeyban dikî, ji bo wan gilî yên nebaş dibêjî, lewma ew jî neçar dimînin stuyên xwe ji ber te ditewînin. Niha em gundî û hemû gund û bajarên li der û dora me ji wan xwedî derdikevin. Ew ên her tim, her dem li vir bin, dibe ku ew malbatên xwe jî bînin li van deran bi cîh kin. Niha rabe û here ji van deran, bila careke din çavên me li te nekeve. Ew kes bêxwedî nîn in.
Tu ne serkarî û ne jî binkarî, tu qet ne tiştekî jî. Jinik tirsan li pey xwe nenihêrt, bi gavên mezin ji ber çavên me wenda bû. Serkartiya wê li cem me nîvco ma, wê paşê çend kesan re serkartiyê bike û heqên wan bixe nizanim. Lê serkartiya wê li cem me qediya. Jinik pir tirsiya, ez bawer nakim ew careke din her hinek karkerên din bixapîne, ew tirs ji heftê û heft kalê wê zêdetir e.