11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

100 pêşengên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin

Kampanya "Ez dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim' didome. Di çarçoveya kampanyayê de 100 nivîskar û rewşenbirên Ereb serî li kampanyayê dan

Desteyek ku ji 100 nivîskar, bîrmend û akademîsyenên Ereb pêktên, beşdarî kampanyaya ‘Dixwazim li gel Abdullah Ocalan hevdîtin bikim’ bûn. Piştevaniya xwe ji bo Pêngava Dîrokî ya 27ê Sibata 2025an dubarekirin û daxwaz ji dewleta Tirk kirin ku rêgirî li hevdîtina li gel Rêber Apo neke. Nivîskar, bîrmend û akademîsyenên Ereb ku desteyek ji bo piştgiriya pêngav û kampanyaya ji bo dîtina Rêber Apo hatî destpêkirin avakirine, daxuyaniyek belav kirin.

Daxuyanî wihaye:

“Em îradeya rastîn a Birêz Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibata 2025an de di bangewaziyek bi sernavê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ de belavkiriye, wekî mantiqek rewşenbîrî û prensîba avakirina bingehek aştiyane ya cîhanî dibînin. Ew dikare Rojhilata Navîn ji şer, wêranî û ramanên tundrew biparêze.

Di heman demê de, peyam bêyî ku derfetekê bide partî an îdeolojiyek taybet ku serdest bibe, rêbazek danûstandin û ramana kolektîf pêş dixe. Ramanên Birêz Ocalan pabendbûna wî ya bi mirovatiyek binirx û hêja re dixe li pêş girêdanbûna xwe ya siyasî û neteweyî. Her wiha çareseriyek demokratîk û avakirina civatek demokratîk dike bingeha çareseriya siyasî.

Pêngava Birêz Abdullah Ocalan ya ji bo çareseriyek demokratîk ji pirsgirêka Kurd re dikare bibe bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkên din ên li herêm û cîhanê.

Me xwesteka xwe ya hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re anî ziman. Em bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê û hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku rê bidin hevdîtinek dîrokî li gel bê kirin da ku gav ber bi çareseriyek aştiyane ya bingehîn ve werin avêtin.”