11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di pêvajoya nûbûnê de perpirsyariya civakê

Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk êdî bar li ser milê siyasetê û hemû beşên civakê ye.

Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi armanca pêkanîna azadiya gelê Kurd û demokratîzekirina Tirkiyeyê pêvajoyek nû da destpêkirin. Bi vê pêvajoyê hewil dide alavên şidetê ji dewreyê derxe û di çareserkirina pirsgirêkan de rêbazên demokratîk derbixe pêş. Birêz Ocalan di daxuyaniyên têkildarî pêvajoyê de bênavber bang li civakê dike ku xwedî li vê serdemê derkeve.  Ji bo wê yekê bi kedek mezin derfetên têkoşîna demokratîk ava kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ligel şert û mercên giran ên tecrîdê jî berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih anî. Cardin wezîfeya pêşengî û rêbertiyê di asta herî jor de nîşan da. Niha êdî berpirsyarî li ser milê hemû beşên civakê ye. Di ser vê pêvajoyê de nêzî heşt meh derbas bûn. Lê qasî xuya dike siyaset û beşên civakî di hilgirtina berpirsyariya civakê de hêj gelek qels e. Bendewariyek ku her tiştî ji Ocalan û Tevgera Azadiyê dipaye heye. Bêguman di vê rewşê de para pêşengên siyasî û civakî de pirsgirêk hene. Lê divê berpirsariya hemû beşên civakê jî bê dîtin.

Li ser vê bingehê bi gotina pêşiyan divê herkes kumê xwe dîne pêşiya xwe û muhasebeyê bike. Pêwist e em hinek bi çavekî rexneyî li beşên civakê jî binêrin. Şert û merên Birêz Ocalan û şervanên azadiyê diyar in. Ne ji bo xwe û ji bo civaka xwe dijîn. Dema tiştek ji destê wan tê, bi bihayê jiyana wan be jî dikin. Lê sînorê tiştên em ji Ocalan û şervanên azadiyê jî bixwazin hene. Ew ji heta niha di asta herî jor de hatin kirin.

Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk êdî bar li ser milê siyasetê û hemû beşên civakê ye. Di nav de ji nivîskaran heta wêjevanan, rewşenbîran heta hunermendan, karsazan heta esnafan, aktîvîstan heta siyasetmedaran, karmend û karkeran heta bêkaran, ji ciwanan heta jin, pîr û kalan bar dikeve ser mile her kesî. Her kesek û derdorek berpirsyariyek bigire ser milê xwe heye. Ku her derdor berpirsyariya xwe bi cih bîne dê ev pêvajo di aliyê wekhevî, demokrasî û azadiyê de pêş bikeve. Ev yek jî dê aramî û aştiya civakî bi xwe re bîne.

Bêyî ku civak û gel berpirsyariyê bigire ser milê xwe dê ne mimkûn e ku tu encam bên girtin. Ev yek jî bi xwe rêxistinkirinê û mezinkirina têkoşînê pêkana e. Nexwe, xwe li derveyî pêvajoyê girtin û rexnekirin dê cihê xwe negire. Ji bo guherîn çê bibe, gotin, pêşniyar, rexne û nirxandinên me bi cih bê pêwist e her welatparêzek teqez di nav kar û xebatekê, sazî û dezgehekê de cih bigire. Heta ev helwest neyê nîşan dayîn gotin û rexneyên me ji gilî û gazincan wê de naçe.

Li ser vê bingehê Birêz Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê di nav şert û mercên gelek giran heta di nav bêderfetiyan de bi bedelên giran derfetên gelek guncav ji me re afirandin. Tişta ji me re mayîn bikaranînan van derfetan, parastin û mezinkirina destkeftiyan e. Ji bo vê divê berî her tiştî em dest ji zimanê gilî û gazincan berdin, bikevin nav sazî, dezgehan û têkoşînê xurt bikin. Welat jî, azadî jî, wekhevî jî, aştî û aramî jî encax bi vê helwestê bê bi destxistin û parastîn. Ji bilî vê hemû rê mehkûmê bêencamiyê ne. Îradebûn, mezinbûn û azadbûna civakî jî girêdayî vê yekê ye.

Gelê Kurd di têkoşîna pêncî û du salan de gelek demên zehmet û qeyranî derbas kir. Berpirsyarî girt ser xwe û xwe tevlî têkoşînê kir. Gelek zehmetî derbas kirin. Di vî warî de xwedî tecrûbe û daneheveke mezin e. Bi heviya cardin ev daneheve di demek kin de bikeve meriyetê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi nasandina erdnîgarî, ziman, hebûn, çand, dîrok û zimanê Kurdî tacîdar bike.