Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî ji ber zextên dewleta tirk ên Bakurê Kurdistanê 31 salin li Mexmûrê di şert û mercên herî dijwar de berxwedaneke bêhempa raber dikin. Rêber Apo ji bo gelê wargehê nameyek nivîskî şand.
Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Çand û Hûnerê ya Şehîd Sefkan bi gel re hate parvekirin. Dema xwendina nameyê de kêliyên hestiyar hatin jiyandin. Coş û kelecana gel di asta herî jor de bû. Gel nameya Rêber Apo bênavber bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo!” pêşwazî kir û biryardariya xwe ya têkoşînê carekê din raber kir.
Nameya Abdullah Ocalan wiha ye:
“Ji bo gelê Mexmûrê yê hêja;
Ez silavên xwe yên germ ji bo hemû gelê me yê Mexmûrê jiyan dike dişînim. Gelê me yê Mexmûrê di dîroka têkoşîna me de roleke pir girîng lîstiye û bûye xwediyê cihekî pir bi nirx. Ruxmî hemû zehmetiyan jî, bi pratîka xwe nîşan daye ku berxwedan jiyane û qehremanên mezin derxistine û barê têkoşînê yê giran bi awayek serkeftî hilgirtiye ser milên xwe. Îspat kiriye ku şert çi dibin bila bibin, jiyana azad ji ser her tiştî re ye. Û bûye xwediyê sekn û kedek layiqî gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd.
Ez di wê baweriyê de me, gelê me yê Mexmûrê çawa ku berê bû stûna bingehîn ya têkoşîna me, di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de jî wê bibe xwediyê heman rol û misyona girîng. Wekî hêza dînamîk ya vê pêvajoyê, bûyîna xwedî berpirsyarî û pêşengtî kirin, pêwîstiya mîrasa wan ya têkoşînê ye. Xaleka hevdîtînên me jî li ser rewşa gelê me yê Mexmûrê ye. Bêguman bi pêşketina pêvajoyê re vegera wan a ser xaka xwe wê çêbibe. Lê belê pêwîste were zanîn ku, divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş. Emê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin.
Di erbarê yên Mexmûr, yên Ewropa û tevahî yên penabertiyê de wiha difikirim: Vegera hemûyan wê kolektîf be û erdnîgariyê emê hilbijêrin. Dixwazin vegerin?
Em wisa hesab bikin ku nîv bi nîv dixwazin vegerin. Divê em vegerê kolektîf bifikirin. Di vê çarçoveyê de silavên min li Mexmûrê bikin.
Li ser vî esasî di serî de jin û ciwan silavên xwe û hezkirinên xwe yên kûr û bêdawî ji tevahî gelê Mexmûrê re dişînim.”