Rojnameger Denîz Firat ku di 8ê Tebaxa 2014an de di êrişa DAIŞê ya li ser Wargeha Penaberan a Maxmûrê de şehîd bûbû, di salvegera 11emîn de li ser gora xwe ya li gundê Xecxatûn a ser bi navçeya Ebexa Wanê ve hate bibîranîn. Endam û rêveberên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û gelek rojnamevan, malbata Denîz Firat, rêveberên DEM Partiyê, parlamenterên DEM Partiyê Gulderen Varli û Mahmut Dîndar û Dayikên Aştiyê beşdarî bîranînê bûn. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Endama DFG û MKGê Oznûr Deger ewilî di bîranînê de axivî û bal kişand ser girîngiya demên dijwar a li Kurdistanê û got: “Wateya îro têkoşîna Denîz Firat e. Denîz Firat dema ku wekî rojnameger nûçe dişopand di êrişeke DAIŞê de jiyana xwe ji dest da. Em bi rêzdarî li ber têkoşîna wî bejna xwe ditewînin. Çapemeniya azad ji salên 1990î vir ve di têkoşîneke mezin de ye. Çawa ku me pênûsa Denîz Firat li erdê nehişt em ê ya hevalên xwe yên din jî li erdê nehêlin. Dema ku em li jiyana Denîz Firat dinêrin mirov gelek hestiyar dibe. Wê ji temenê ciwaniyê heta jiyana xwe ji dest da şahidiya zilmê kir. Li dijî van hemûyan, ew tev li refên azadiyê bû. Ev pêvajo bi saya têkoşîna Denîz Firat û hevalên wê gihîşt van rojan. Em jî soz didin ku em ê li ser rêya cangoriyên ragihandinê bimeşin.”
‘Bi vî rengî aştî nayê bidestxistin’
Piştre birayê Denîz Firat, Seyat Yildiztan axivî û wiha got: “Denîz Firat di sala 1999an de bi malbata xwe re koç kir. Em li ber têkoşîna hemû kesên ku di vê têkoşînê de şehîd bûne, bejna xwe ditewînin. Em ê her tiştî bikin da ku pêvajoya heyî bigihînin encamê. Em hatin ku goristanê ziyaret bikin, lê hem di dorpêçê de ne. Bi vî rengî aştî nayê bidestxistin. Em aştî û wekheviyê dixwazin; tu daxwaza me ya din tune ye.”
‘Em ji te re spasdar in’
Parlamentera Gulderen Varli jî axivî û got: “Gotinên ku li ser gora hevala min hatine nivîsandin ev in: Dibe ku bi salan em hatibin paştguhkirin, lê têkoşîna me pir mezin bû. Belê, heval Denîz, te rêya me ronî kir û nîşanî me jinan da ku em jin çawa dikarin têkoşîna xwe bilind bikin. Îro, navekî din ê pêvajoya aştiyê Denîz e. Em ji te re spasdar in.”
Beşdaran qerenfîl danî ser gora Denîz Firat û bername bi dawî bû.