11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de peymana ‘aştîyê’

Li gorî serokê DYAyê Donald Trump ragihandiye dê îro li Washingtonê bi Serokê Azerbaycanê û Serokwezîrê Ermenistanê re cuda cuda hevdîtin bike û bi her du welatan re peymanên aştiyê yên dualî îmze bike.

Serokê DYAyê Donald Trump dê li Washingtonê bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan re cuda cuda hevdîtin bike û bi her du welatan re peymanên dualî îmze bike.

Trump li ser Truth Social got, “Gelek rêberan hewl dan ku vî şerî bidawî bikin, lê bi ser neketin; em bi ser ketin.” Peymaneke aştiyê ya “dîrokî” dê di navbera her du welatan de di merasîmeke sêalî de roja înê saet 16:15yê êvarê de were îmzekirin.

Li gorî medyaya DYAyê, peyman destnîşan dike ku korîdorek 43 kîlometreyî li axa Ermenistanê dê ji bo Amerîkayê were veqetandin û ev rê dê wekî “Rêya Trump ji bo Aştî û Serfiraziya Navneteweyî” (TRIPP) were binavkirin; Qesra Spî ev agahî piştrast nekiriye.

Armanca hevdîtinan bidawîkirina şerê di navbera Ermenistan-Azerbaycanê ya li ser Qerebaxê ye. Her çend Qerebex li gorî qanûna navneteweyî aîdî Azerbaycanê ye jî ji salên 1990î û vir ve di bin kontrola hêzên Ermenistanê de ye. Şerê 2020 û operasyona 2023yan bû sedema ku Baku tevahiya herêmê bigire û zêdetirî 100 hezar Ermenî reviyan.

Di meha Adarê de, alî li ser peymaneke aştiyê li hev kirin. Azerbaycan dixwaze ku Ermenistan hemû îdiayên xwe yên axê yên derbarê Qerebaxê de ji destûra xwe derxîne. Pashinyan amadebûna xwe ji bo referandûmê di sala 2027an de ragihand, lê windakirina Qerebaxê li Ermenistanê bûye sedema dubendiyên kûr.

Berdevka Trump, Karoline Leavitt, îdîa kir ku Trump ji Çile ve “her meh ji bo agirbest an peymaneke aştiyê” navbeynkariyê dike.