11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Plana dagirkeriyê hetiye erêkirin

Ofîsa serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku plana ji bo dagirkirina bajarê Xezayê hatiye erêkirin.

Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê plana Serokwezîr Binyamin Netanyahu ya ji bo dagirkirina bajarê Xezayê, erê kir. Îsraîl ragihand ku ew plan dikin ku li Xezayê rêveberiyeke nû ya “sivîl” ava bikin. Di daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Serokwezîrtiyê ve hatî dayîn de, hate diyarkirin ku li ser esasê “têkbirina Hamasê” artêşa Îsraîl ji bo kontrolkirina bajarê Xezayê wê amadekarî bike.

Kabîneyê weke “hêmanên qedandina şer” ev made qebûl kirin: Hamas çekan deyne, hemû dîlgirtî –mirî yan jî zindî- bên vegerandin, Xeza ji leşkeran were paqijkirin, Îsraîl kontrola ewlehiyê bi dest bixe û ji dervey Hamas yan jî Rêveberiya Fîlîstînê rêveberiyeke sivîl were avakirin.

Lê plan bi taybetî ji bo krîza giran a mirovî ya li Xezayê û ewlehiya dîlgirtiyan, fikarên cidî çêdike. Muzakerevanê berê yê DYAyê Rojhilata Navîn Aaron David Miller daxuyanî da CNNê plan weke “xeyalî” û “pêkanîna wê pir zehmet e” pênase kir. Miller ev hişyarî da: “Ev operasyon hem ji bo dîlgirtiyan hem jî ji bo sivîlên Fîlîstînî yên li Xezeyê wê bibe sedemê windahiyên giran.”

Tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya planê de nêzî yek milyon Xezayî di nava 5 mehan de tahliyeyi başûrê bajêr yan jî kampên navendî bên kirin. Tê plankirin ku piştî vê tahliyeyê, li bajêr dorpêç û liv û tevgera bejahî destpê bike.

Netanyahu diyar kir ku armanca wan “tunekirina Hamas e” û piştre herêmê dewrî hêzên Ereb ên dijberê Hamasê bikin.

Biryar di nava Îsraîlê de jî bû sedema nîqaşan. Di dema civîna Kabîneyê de li seranserî welêt protesto hatin lidarxistin, gelek welatî dibêjin ku jiyana dîlgirtiyan dikeve xeteriyê. Civaka Navneteweyî jî bi bîr dixe ku krîza birçîbûnê ya li Xezayê kûr bûye û divê alîkariya mirovî were zêdekirin.