11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

PJAK di asta herî xurt de amade ye

Endamê Konseya Rêvebir a PJAKê Fûad Bêrîtan baweriya bi têkoşîna PJAKê û piştgiriya gel anî ziman û diyar kir ku ew ji bo her rewşê re amade ne.

Endamê Konseya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Fûad Bêrîtan ji ANFê re axivî. Fûad Bêrîtan diyar kir ku PJAK niha di asta herî xurt de ye û ji her senaryoyê re amade ye. Fûad Bêrîtan baweriya bi têkoşîna PJAKê û piştgiriya gel anî ziman û diyar kir ku ew ji bo her rewşê amade ne.

Li ser pirsa, “Piştî şerê 12 rojan li Komara Îslamî krîzên çawa qewimîn û encamên wan çi ne? Wekî endamekî PJAKê hûn van pêşketinana çawa dinirxînin?” Endamê Konseya Rêveber a PJAKê Fûat Bêrîtan wiha dibêj e: “Komara Îslamî şerê 12 rojan a ku bi Îsraîlê re jiya di her warî de hilweşînek kûr dijî. Ev hilweşîn ne tenê bi aliyên leşkerî yan ewlehiyê ve sînordar e; ev hilweşînek paradîgmatîk û îdeolojîk e. Versiyona heyî ya Komara Îslamî bi her awayî fonksiyona xwe winda kiriye û modelek nû li şûna wê bi cih nekiriye. Şer hêza bazariyê ya Komara Îslamî lawaz kir. Parastina wê ya hewayî bi giranî zirar dîtiye, “Hîlala Şîe” bûye xeyalek û bernameya wê ya nukleerî derbek giran xwar. Krîzên aborî, karesatên jîngehê û kûrahiya mezin a di navbera gel û hikûmetê de bêhêziya rejîmê nîşan didin. Komara Îslamî ya ku têkçûnê li ser hev dijî, ew îdiaya xwe ya hegemonyaya herêmî winda kiriye û bi encamên totalîteriya xwe re rû bi rû maye. Ev rewş ji her demê bêtir gefê li hebûna rejîmê dixwe. Êdî dirûşma “Ne şer, muzakere” ya Komara Îslamî ne domdar e. Beriya ku bi Rojava re li hev bike divê tawîzên girîng bide, lê ev tawîz wê bingeha îdeolojîk a rejîmê bihejînin. Rejîm li ser xaçerêyekê ye: yan divê guhertinek bingehîn bike yan jî krîz wê kûrtir bibe. Em wekî PJAKê vê krîzê ji bo gelê Îranê wekî derfetekê dibînin. Heta ku rejîm radestî îradeya gel nebe, azadî û demokrasiyê qebûl neke, nikare xwe ji vê krîzê rizgar bike. Berovajî vê, ger ku rejîm polîtîkayên paşguhkirina dengê gel û zextên sîstemîk bidomîne wê bêhtir hilweşe.”

Ev taktîk êdî ne darbasdar e

Endamê Konseya Rêveber a PJAKê Fûad Bêrîtan, pirsa, “Koka krîzên bingehîn ên Komara Îslamî çi ye û çima modela rêveberiyê ya heyî ji daxwazên civakê re nikare bibe bersiv?” wiha dibersivîn e: “Krîzên Komara Îslamî xwe dispêre bingeha binyadî û zîhniyetê. Bi dehsalan e ku rejîmê daxwazên gel çewisandiye û modelek rêvebirinê ya deraqilane pejirandiye. Ev model ji bo hebûna xwe biparêze her cûre  pêngavên taktîkî bi kar anî: têkiliyên dîplomatîk qut kir û jinûve ava kir, dubendiya “tundrew-nerm” lîst û dema ku pêwîst bû qedeha jehrî vexwar. Ev taktîk êdî ne darbasdar e. Polîtîkayên Xameneyî bûne sembola têkçûna rejîmê. Komara Îslamî êdî ne navenda biryardanê ye. Kesên xwedî hêz û dewlemend dikarin ji bo parastina berjewendiyên xwe rejîmê terk bikin. Mînak, Îmamê Nimêja Înê ya Tehranê Sedighî ji peywerê girt, guhertinên di Konseya Ewlekariya Neteweyî de û vegera Elî Larîcanî û tevgerên din dibe ku nîşana guhertinê be. Lê ne diyar e ka ev gav ji dil in an taktîkî ne. Gel bi temamî baweriya xwe ji rejîmê winda kiriye. Rejîm tenê li ser domandina jiyana xwe difikire; li şûna çareserkirina krîzan an bersivdayîna daxwazên gel, ew zextê zêde dike. Ji Kurdistanê bigire heta Belûçistanê, ji Azerbaycanê bigire heta Şîrazê, gel li dijî zext û zilma rejîmê bîra kolektîf ava kiriye. Ji Tevgera Kesk bigire heta şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” hemû tevgerên gel nîşan didin ku rejîmê li şûna diyalogê polîtîkaya tundîtûjî hilbijartiye. Rizgariya rejîmê li ser bingeha azadî, demokrasî û wekheviyê di radestbûna îradeya gel de ye. Berovajî vê, wê krîz kûrtir bibe û rejîmê ber bi hilweşînê ve bibe.

Ji diyalogê re vekirî ne

Di berdewamiya hevdîtinê de li ser pirsa, “PJAK xwe di pêşeroja Îranê de çawa bi cih dike? Li hember hêzên din polîtîkaya we çi ye?” Fûad Bêrîtan, wiha dibêje: “Bi taybetî gelê kurd, civaka Îranê tevî hemû zilm û zordariyê jî daxwaza xwe ya azadiyê didomîne. Civaka kurd pêşketinên siyasî ji nêz ve dişopîne û ji her senaryoyê re amade ye. PJAK îro ji aliyê siyasî, rêxistinî û parastinê ve di qonaxa xwe ya herî xurt de ye. Em di hevsengiya navbera Kurdistan û Îranê de bûne hêzek diyarker. PJAK bi biryare ku bi gelê Kurdistanê û hêzên rizgarîxwaz ên Îranê re di nava koodînasyonê de tevbigere. Lê belavbûna muxalefetê fikaran çêdike. Gelek komên muxalefetê ji civakê qut bûne û nikarin çareseriyên rastîn pêşkêş bikin. Hin ji wan di xizmeta rejîmê de ne yan jî bi gotinên otorîter tevdigerin, ji ber vê baweriya xwe winda kirine. Bi taybetî, kampa qraliyetê vîzyonek nedemokratîk û zordar pêşkêş dike. Ger ev kom dijminatiyê li hember gelê kurd û tevgerên rizgarîxwaz nîşan bidin, ew ê ji PJAK û gel bersiveke tund bibînin. Wekî PJAKê, em li ser bingeha azadî, demokrasî û wekheviyê  ji diyalogê re vekirî ne. Lê em li hember gefên li ser gelê Kurdistanê û civakên din ên li Îranê bêdeng namînin. Em ê bi hêz û îradeya xwe mafên gel biparêzin. Kurdistan wê di pêşeroja Îranê de faktorek diyarker be. Bêyî beşdarbûn û hevrêziya gelê Kurdistanê, ti projeyek herêmî yan biyanî bi ser nakeve. PJAK wekî rêya sêyemîn, li dijî projeyên totalîter û dûrxistinê, ji çareseriyên alternatîf, rastîn û pratîkî re amade ye.”

Gel rejîm bersiva daxwazên gel nede

Endamê Konseya Rêveber a PJAKê Fûad Bêrîtan, pirsa, “Berteka we li ser daxuyaniyên Mesûd Pezeşkiyan ên li ser pêwîstiya diyalogê ya bi muxalefetê re çi ye?” jî wiha dibersivîn e: “Ji ber ezmûnên me yên berê yên bi êş, em bi fikar nêzîkî daxuyaniyên Pezeşkiyan dibin. Rejîmê berê gotina “diyalogê” bi awayekî taktîkî bi kar anî. Cidîbûn û kûrahiya van daxuyaniyan ne diyar e. Lê wekî rêgezî, em ji pêşniyareke diyalogê ya cidî û stratejîk re vekirîne. Diyalog ji şer, tundûtûjî û wêrankirinê çêtire. Lê divê ev diyalog ne li ser mekanîzmayên xapînok û ewlehiya rejîmê bin. Eger rejîm êrîşî gelê me yan jî me bike, em ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin. Di heman demê de, em ji bo diyaloga demokratîk bi gelê xwe bawer in. PJAK ji bo misogerkirina mafên gelê kurd û bidawîanîna zilma dîrokî têdikoşe. Em ji bo Îraneke modern, demokratîk û wekhev têdikoşin; em wekheviya zayendî, siyasî, zimanî, neteweyî, etnîkî û çandî diparêzin. Di dawiyê de, ez dixwazim li ser windakirina trajîk a sê ciwanên kurd ku ji bo parastina jîngehê li Sanandajê jiyana xwe ji dest dan bikim. Ev bûyer encama wêrankirina jîngehê ya Komara Îslamî û siyasetên leşkerî-ewlehiyê yên mîna mafyawarî ye. Rejîm hîn jî mêtingeriya li ser xweza û gel didomîne. Wekî PJAKê em ê li dijî wêrankirina jîngehê têkoşîna xwe bidomînin. PJAK tevgerek e ku baweriya xwe bi hêza gel tîne. Di kêliyên dîrokî yên krîzê de bi gel re tevgeriya, daxwazên wan li ber çavan digire û wê vê yekê berdewam bike. Em ê di pêşeroja Kurdistan û Îranê de bibin hêzek ku ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê têdikoşe. Ger rejîm bersiva daxwazên gel nede, demên dijwartir li pêşiya wê ne. Lê PJAK ji pêşerojek ku bi îradeya gel teşe girtiye re amade ye.”