Dubare dikim, “sîstema dewşirme” faşîzma ku mînaka wê li cîhanê nin e ye. Bûye bavê faşîzma Hîtler! Bext û soza faşîstan jî nin e. Sîstema dewşîrmetiyê ji “lejyonerên Eoma” dest pê dike. Lê cuda ye. Sîstema dewşîrmeyên Osmanî, li ser bingeha “pençîk”an, zarokên di şer de hatine revandin, piştre bi bacê ji Balkanan hatine berhevkirin hatiye avakirin. Pençikên ku bûne “paşa” rêxistina Îttihat û Terakkî ava kirin.
Van paşayan, banga “kizil elma” jî guhertin, weke dagirkeriya welatan bikaranîn. Îro jî bikar tînin. Bi banga “haydin kizil elma ya” ya “Çil Haramiyên” Mogol û Osmaniyan e, êrişî welatên cîran dikirin, talan dikirin, dikuştin û vedigeriyan.
Dewşirmeyên Îttîhat û Terakkî, ev slogan kirin bingeha dagirkeriyê. Dagirkeriya dewşîrmeyên Îtîhat û Terakkî, ji sîstema mêtingeriya klasîk û modern cuda ye. Celladên dîrokê ne. Rekîha polayî ya civakan e. Xwedawendiya axretê ne. Xaka Kurdistanê çaryana cîhanê ye û li vê çaryanê rewşên pirr seyr û ecêb û îronîk derdiketine holê. Di şerê cîhanê yê yekemîn de, hêzên hegemon hatin herêmê “ultra” talan û wêranî kirin. Di rewşeke kronik de, Kurdistan parçe kirin, çar dewletên tampon ava kirin û rê li ber pîkola faşîzma dewşîrmeyan vekirin.
Tirkiye, Suriye, Iraq û Îran, bi zihniyeta paşayên dewşîrmeyên Îtihat û Terakkî hatin rêvebirin. Hêzên hegemon, Îngiliz û Fransa, piştî talana “ultra”, gelên herêmê ji insafa “ultra” faşîzmê re hiştin.
Sîstema ku li çar dewletên tampon hate avakirin yek bû û destdirêjî li “rehma” erd û ezman kir. Eger pêdiviya erdê bi baranê hebûya, bêjing didane ber ewran, eger pêdiviya ezman bi hilm û bixara ji erdê hebuya, serad didane ser rûyê erdê.
Ev sîstem, xwedî karakterekî bêexlak e! Dikuje, bi xwediyê kuştî re digirî, piştre kêla gorê dişkîne. Talan dike. Piştre dibe dewsger û bi xwediyê malê re li pey dizan dikeve û rê dide windakirin. Aliyê herî metirsînî yê vê sîstemê, talana dîrok û çandê ye. Dîrok, çand û zimanê gelan hem mandele dikin, hem înkar dikin û bi kiryarên ucube dikine malê xwe. Desturê nadin ku civak, pêşerojên xwe yad bikin. Bi destanên xwe bi şeref bibin.
Ev kujer, di aliyê tunekirina gelan de uûrretkar in, hem dojeha Dante ava kirin, hem bazirganiya selefkar a bi kesayeta “Bazirganê Venedîkê” ava kirin.
Vêca, Tevgera Azadiya Kurd nîv sedsal e li dijî vê sîstema ceberrûd têkoşiya. Dema mirov li encamê dinêre û di parzunê dîrokê de dinirxîne; têkoşîna gelan ku ji bo mirovaniyê bûye “ab-i hayat” derdikevê pêşberî mirov.
Çiye ev encam?
Tevgera Azadiya Kurd jî, beriya 50 salî, bi komeke ji çend kesan dest pê kir. Herêm bi herêm belav bû. Asoyên welat derbas kir û gerdûnî bû. Weke sîstemeke altermatîf derkete holê.
Ya balkêş ew bû ku mêtingerên cîhanê, li welatên ku dagir dikin, gelan di rekihên polayî de bi cih dikin. Lê dewşîmeyên Îttîhat û Terakkî, gelê Kurd kiribûn goreke betonî. Bi mercên ku ‘bêdeng be, kar bike, biçe eskeriyê, bacê bide, bi Tirkî biaxive,’ dikaribû ji malên xwe derkeve û bigere. Lewma têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd hêsan nebû. Berdêlên mezin dan. Lê encam jî bidestxist.
Birêz Abdullah Ocalan, di pirtûka “Pirsgirêka Kurd û Çarseriya Neteweya Demokratî, rp 219.” li ser vê mijarê rawestiya ye.
Tevfîk Fîkret jî di helbesteke xwe de dibêje; “Çawa hebe, me duh tune kir, îro jî pîç kir.”
Abdullah Ocalan û Tevfîk Fikret, bi zimanê diyalektîka îro axivîne û dibêjin; Bi misyona dîrokî haraketkirin giring e. Civak ne cihên ezmûnan e. Divê mirov bi afirgeriyek felsefî çareseriyê ji şikestin û pirsgirêkan re bibine. Divê ezmûnên ku rê li ber jiyana zindî, wekhevî û hevreyî vedikin bêne kirin. Diyalektîka sazîbûn, rêxistînîbûn û pêşengan zemt bike û avakirina sibêrojan bide dest pêkirin.
Di neynika dîroka sed û deh salên serdema desthilatdariya dewşîrmeyan de, niyeta baş, misyona dîrokî û civaknasî, hişmendiya realist xuya nake. Tenê manîpûlekirin û pratika zorê heye. Sîgorteya sîstemê jî, zor û înkar e. Eger gelê ku vê zorê qebûl nekin, yanî nebin kole, wan tune dikin.
Ev sîstem, di aliye siyasî de “buqelemun” e. Di aliye artêşê de, “kulihên bejik” e. Kulihên bejik, diçin ku derê kaf û kûn dikin. Dewşîrme di diplomasî û siyasetê de jî “maske”yan bikartînin û dagirkeriya wan, tenê “mustemleke” nîn e; helandin, tunekirina ruhî, hişmendî, dîzî û talana erd û çanda gelan û xwedawendiya li axretê heye.Ji roja destpêkê û heta îro, li Balkanan, li Stembolê, li Anatolya, Kurdistan û cihana Ereban, her dem riya kuştinê bijartine. Sîstemeke bê teori ye; dîrok ji bo wan amurê dagirkirinê ye, civaknasî jî ji bo wan kolekirin e.
Ruxmê ku di zanîngehên wan de, dersên “zanista siyasî”, “dîroka siyasî” û “civaknasî” hene jî, mixabin ev zanîngeh weke laboratuvara “pençîk”an kar dikin. Ev jî sîstema dibistana “enderûn” e.
Bêguman mirovên jîr û zana ku qalibên sîstemê dişkînin hene, lê kêm in û dengê wan jî, bi awayên cuda tê qutkirin. Di nava sed û deh salan de, dîrokeke pirr bi haraket heye. Lê hewqasî tevlihev kirine pratîkê û serê mirovan tevlihev kirine. Ji bo vê jî, her kes dîrokê îhmal dike.
Tenê Abdullah Ocalan, dest avête dîroka şoreşger û mudaxeleyî rewşa neadil kir. Bi banga 27ê Sibatê jî, mudaxeleyî şerê ku wek med-cezîrê komên xelkê bêzar û neçar dike kir.
Her kesên bi aql-i selîm tev digere, dibêjin, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokrataîk” bûyera herî giring a Tirkiyeyê ye.
Ev rast e. Lê gel, ji sedema kiryarên radîkalîzma netewperestiya mîratzedeyên dewşirme, israra di gotina erzan a “teror” de bi guman e. Hişmendiya faşîzan, li xiş û hesabê sîstema cîhanê jî tê û Tirkiyeyê weke trampêla qevastina herêma Rojhilat bikartîne.
Pîştî banga Birêz Abdullah Ocalan a çareseriyê, Tirkiye di nava xwe de parçe bûye. Tirkîtiya spî, Tirkitiya sor, Tirkitiya kesk, bi zimanên cuda diaxivin.
Ji bo vê jî dê barê Kurdan giran be. Ev barê giran, demokratîkkirina dewleta ceberrûd e. 110 sal in faşîzmeke di radeya radîkalîzmeke ultra û qirkirina gelan dike biguherin û demokrasiyê sazkar bikin. Ev guhertin wê bibe şoreşa herî mezin a cîhanê.
Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd û gel, bi diyalektîka dîrokê û hişemendiya pêkanîna şoreşê gavavêtin, lê ultra faşîstên dewşîrme hîna di zimanê kor û keran ya tarî de israr dikin.
Dîrokê, zihniyeta dewşirme mehkum kiriye, veger wê bibe tunebûna wan.