Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Heremî (DBP) li dijî tundiya ku li ser jinan zêde dibe bi dûrişma ‘Bi Jina Azad Re Ber Bi Civaka Demokratîk’ atolyeyên îdeolojiya rizgariya jinan li dar dixin. Di çerçoveya vê xebatê de li 13 bajaran atolye hatine lidarxistin.
Em der barê atolyeyên ku pêk tên de bi berdevaka Meclisa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî re axivîn.
Berîvan Bahçecî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya kolekirina jinan û ev tişt anî ziman: “Piştî civaka xwezayî wisa kirine ku jin bibin koleyê zihniyeta mêrsalar û têgihîştina wê ya desthilatxwaz. Piştre jin kirine metayeke kapîtalîzmê û xwestine ku têgihîştineke azadiyê ya takekesî pêş bixin. Li dijî pergala mêrsalar û kapîtalîzmê têkoşîn hat kirin, lê belê ew têkoşîn kêm bû û têrê nedikir. Ji ber ku jinan nekariye di qada rêxistinî de çalakiyên xwe civakî bikin, têkoşîna zayendî pêş bixin; ji ber ku ev têkoşîn tenê ji beşeke civakî re maye û têgihîştina azadiyê hatiye takekesîkirin. Di dawiyê de van kêmasiyan wisa kiriye ku encama xwestî bi dest nekeve. Lê belê tevî vê yekê jî jinan dest ji têkoşîna azadiyê bernedaye. Di vê çarçoveyê de êdî ji bo jinan û ji hêla civakî ve pêwîstiyek bû ku îdeolojiya rizgariya jinan derkeve.”
Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku tevgera azadiyê têkoşîna zayendî daye destpêkirin û wiha axivî: “Gava ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo nasname, ziman, çand û îradeya xwe têdikoşiya, ked û berdêleke mezin da. Di heman demê de têkoşîna zayendî jî dest pê kiriye. Ji ber ku heta wê demê, îdeolojiyên sosyalîst jî tê de, hemû îdeolojiyan nûnertiya zihniyeta mêrsalar dikir. Lê belê bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje: “Heta jin azad nebin, civak azad nabe”, diviya jinan xwe ji wî tiştî qut bikira ku ew mehkûmî zihniyeta mêrsalar dikirin û diviya xwebûn pêk bihata. Lewma îdeolojiya rizgariya jinan ji vê hêlê ve mîladek bû. Îdeolojiya rizgariya jinan ne tenê îdeolojiyeke zayendî ye; ne îdeolojiyeke wisa teng û marjînal e ku tenê jinan û zayendekê eleqedar dike. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd dibêje, îdeolojiyeke civakî ye. Bi qasî ku jinan eleqedar dike, hemû civakê jî eleqedar dike. Îdeolojiyeke wisa ye ku ji bo pirsgirêkên civakê û tevahiya mirovahiyê perspektîfeke çareseriyê di xwe de hildigire û xwe li ser pênc rêgezên bingehîn rêxistin dike: Welatparêzî, îradeya azad û fikira azad, xwerêxistinkirin, têkoşîn, etîk û estetîk. Her rêgezeke wê cuda cuda xwedî wateyeke mezin e û jin xwe tê de dibinin. Rêgezên wisa ne ku îdeolojiya jinan mezin dikin û azadiyê pêk tînin.”
Têkoşîna li dijî mêrperestiyê
Bêrîvan Bahçecî der barê xebatên ku dimeşînin de wiha got: “Di şexsê jinan de dixwazin civakê ji nasname, çand, ziman û rêxistinbûnê qut bikin ku bi ked û berdêlên giran hatiye bidestxistin. Her cure aparateke şerê taybet dixin meriyetê û vê yekê pêk tînin. Li ber çavan e ku bi salan e tevgera jinên kurd li dijî zihniyeta mêrsalar bi berdêlên giran têdikoşe. Zihniyeta mêrsalar vê yekê hezim nake. Herî zêde di van demên dawî de êriş li ser nûnertiya wekhev, hevserokatî, paradîgmaya jinan a ekolojîk û demokratîk çêbûn û xwestin destkeftiyên jinan ji nav bibin. Tevî vê yekê, me jinên kurd wek Meclîsa Jinan a DBPê pêwîst dît ku em van atolyeyan pêk bînin da ku em deskeftiyên jinan mezintir bikin ku ji me re mîras mane û îdeolojiya rizgariya jinan zêdetir civakî bikin. Ji ber ku civak bi giştî û jin bi taybetî eger li ser esasa rêgezên îdeolojiya rizgariya jinan xwe rêxistin bikin, wê demê em ê bikarin rêyekê vekin da ku ji vê rizînê derkevin ku vê pergalê li me ferz kiriye.”
Bêrîvan Bahçecî ji bo atolyeyên ku pêk tînin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Atolyeyên me yên îdeolojiya rizgariya jinan ku sê meh in me bi dirûşma “Bi Jina Azad Re Ber Bi Civaka Demokratîk” dane destpêkirin, heta niha bi taybetî li Kurdistanê û bajarên rojava jî tê de, li 13 bajaran me zêdetirî 50 atolyeyan li dar xistin û bi zêdetirî 1000 jinan re em hatin ba hev. Dema ku em atolyeyan pêk tînin, em bi taybetî hewl didin ku jinên ciwan beşdar bibin. Belê, rastiyeke wisa heye ku ji hêla beşdarbûnê ve em ne di wê asta ku em dixwazin de ne, lê belê eleqeyek ji bo atolyeyên me yên îdeolojiya rizgariya jinan heye. Ji xwe armanca me ne ew e ku em carekê bikin û ji nav derkevin.”
Bêrîvan Bahçecî da zanîn ku kesên tev li atolyeyan dibin kêfxweş in û wiha pê de çû: “Piştî ku em atolyeyên xwe li dar dixin, heyecana jinan di wê yekê de xuya dibe ku dibêjin teqez dîsa werin. Em jî ji bo careke din biçin, plansaziya xwe dikin û dixin rojeva xwe. Em ne bi fikreke wisa atolyeyan li dar dixin ku em ê carekê biçin û encamê bistînin. Eger em wisa li dar bixin, em ê xwe bixapînin û ev yek dê were wê wateyê ku em çiqas ji civak û jinan qut bûne. Lê em hay ji wê polîtîkaya asîmîlasyon, tirsandin û qutifandinê ya vê pergalê hene ku di van demên dawî de dixwaze pêk bîne. Em ê tu carî hevalên xwe yên jin di nav lepên vê pergala rizî de nehêlin. Û heta ku em encamê bistînin, em ê rêxistin bikin û xwe rêxistin bikin.”
Bêrîvan Bahçecî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, tiştên ku çapemeniyê ji hevdîtinên Heyeta Îmraliyê dane û nameya ku di 8ê Adarê de şandibû, anîbû ziman û gotibû gava ku civak ji nû ve tê avakirin, pirsgirêka jinan hem di pirsgirêka kurd de û hem jî di pirsgirêka civakî de li holê disekine. Lewma em dibêjin heta ku jin azad nebin, civak azad nabe. Ji ber vê yekê em ji jinan re dibêjin xwe rêxistin bikin û tehekuma tu mêrekî û zihniyeta mêrsalar qebûl nekin. Xwe li hember pergala mêrsalar zêdetir rêxistin bikin. Ji ber ku azadiya vê civakê bi azadiya jinan pêkan e. Di vê berpirsyariya civakî de, ji ber ku ew ji hêza cewherî ya jinan û îradeya wan bawer dike, dixwaze ku jin di avakirina civaka demokratîk û aştiyê de pêşengiyê bikin. Berpirsyariyeke civakî dide. Ji ber ku eger jin biguherin û veguherin, civak jî diguhere.”