11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlûm Ebdî li ser civîna Parîsê û dîplomasiyê axivî

Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku biryarên konferansa yekrêzî û yekhelwesta kurdî dê bi hikumeta Şamê re bên nîqaşkirin; di civîna Parîsê de ew ê gelek mijaran bikin rojev. Ebdî têkiliyên bi Tirkiye û hêzên navnetewî re û têkoşîna dijî DAIŞê jî vegot.

Di beşa duyemîn a hevpeyvîna Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, bersiva pirsên têkildarî yekîtiya kurdan, çareseriya pirsgirêka kurd, pêkanîna civîna muhtemel a Parisê ya ku hatibû taloqkirin, mijarên dixwazin li wir bînin rojevê, pêwendiyên bi dewleta Tirkiye û hêzên navnetewî re û têkoşîna dijî çeteyên DAIŞê bersivandin.

Beşa duyem a hevpeyvînê;

* Di demeke wiha dijwar de mijara yekîtiya kurdan jî rojeveke girîng e, wek tê zanîn li Qamişlo konferansek jî çêbû. Niha rewş çawa ye, pêşerojê çi xuya dike, ji bo pêşeroja Suriyeyê bi hikûmeta veguhêz re nîqaşek hatiye meşandin?

Em ji bo vê pirsê spas dikin. Mijareke gelekî tê mereqkirin e. Hinek kes dibêjin sarbûn çêbûye, biryarên konferansê neketine piratîkê. Ez dixwazim vê mijarê jî bi zelalî bînim ziman. Konferans vîna gelê kurd bû, tevahî partiyên kurdî amade bûn. Vîna ji konferansê derketî me hemûyan eleqedar dike, ne cihê nîqaşê ye. Hemû partî û kesayetên kurd li ser encamekê lihev kirin, bi raya giştî re jî hate parvekirin. Helbet encama ji konferansê derketiye, dê bi hikumeta Şamê re bên nîqaşkirin.

Hevdîtinên niha li ser navê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û HSDê bi Şamê re têne çêkirin, ne alternatîfa wê ye. Di lihevkirina 10ê Adarê de madeyên girêdayî mijara kurd hene. Nêrînek cuda û berfireh a konferansê heye. Dema wexta wê hat, dê li ser navê partiyên kurd, li ser navê gelê kurd ê li rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya encama konferansê de bi hikumeta Şamê re guftugo bên kirin.

Çima heta niha dereng ma? Eger rastî dixwazin hîna jî hevdîtin bi awayekî rêkûpêk dest pê nekirine. Raste çend caran hevdîtin çêbûn, lê hîn neketiye rotayekî. Pilan ew bû ku mijarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên weke şer, agirbest û hin mijarên piratîkî demildest werin nîqaşkirin. Li kêleka wê jî şandeya ji konfiransê hatiye derxistin, wê biçûya û li ser mijara kurd nîqaş bimeşandana, lê mixabin heya niha derfeta wê çênebûye. Ji xwe hevdîtinên giştî ne hatine çêkirin, sedemek din nîn e.

Ez bawer dikim ku pişt hevdîtinên dê li Parîsê werin çêkirin, ev mijar jî wê bê plankirin û şandeya kurdî karibe biçe û nîqaş bike. Dema min bi Ehmed El Şeri peyman îmze kir, min aşkere jê re got ez  ne hatime li ser navê gelê kurd nîqaş bikim û rêkeftinan çêbikin, niha hatime ku li ser mijarên giştî yên girêdayê Bakur û Rohilatê Sûriyeyê li hev bikin, lê pêwîste bendek girêdayî mijarê hebe. Li wir me got ku wê di dema pêş de konferas were çêkirin. Tişta teqez ev e ku piştî em li ser mijarên esasî li hev bikin, wê şande biçe Şamê ku mijara kurd nîqaş bike.

* Hatibû diyarkirin ku dê 25ê Tîrmehê li Parîsê hevdîtina şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Veguhêz çêbibe, lê hat taloqkirin. Gelo sedema wê çibû. Dîsa tê plankirin ev civîn di rojên pêş de pêk were. Kîjan mijar dê werin gotubêjkirin, hun ji vê civînê çi hêvî dikin?

Ji bo vê civînê ji aliyê me ve jî, ji aliyê dewletên garantor ve jî amadekarî hatibûn kirin. Dê civîn pêk bihata, lê di demjimêrên dawî de hate taloqkirin. Ji aliyê dewleta Fransayê ve bi awayekî fermî ji me re hat gotin ku civîn hatiye taloqkirin. Piştre Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li min geriya û got, ‘em amede bûn, em jî matmayî man, aliyê hikumeta Şamê bi mijara Siwêydayê ve mijûl in, ji bo wê em dixwazin were taloqkirin”. Spasiya xwe ji bo me kir ku em amade bûn, di heman demê de xemgîniya xwe anî ziman ku civîn di dema xwe de çênebû. Gotin, ‘em ê israr bikin ku civîn di demeke kurt de çêbibe’. Dîsa em bi nûnerê Serokê Amerîkayê Tom Barrack re jî axivîn, wî jî heman tişt anîn ziman, spasiya me kir, xemgîniya xwe anî ziman û lêborîna xwe xwest.

Piştre xebatek hate meşandin, niha amadekarî didomin. Dîrokeke ku hatiye diyarkirin, ji me re hatiye gotin. Ez naxwazim bêjim. Eger dîsa tu kes xwe paş ve nekişîne, dê civîn were çêkirin. Demeke ne zêde dûr e. Niha hinek mijar jî hatine diyarkirin ku em di wê civînê de li ser nîqaş bikin û bigihin encamekî. Ji bo wê jî amadekarî tên meşandin.

* Eger bi xetên qalind werin gotin, ev mijar çine gelo?

Em ê mijara îdarî ya bi Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ve girêdayî, sînoran, deriyên sînor, petrolê, entegrasyona HSDê nîqaş bikin. Dîsa mijarên ka em ê çawa beşdarî hikumeta Şamê, komîteya amadekar a parlamentoya Suriyeyê, xebatên amadekariya destûrê bibin û hinek mijarên din ên pratîk dê werin gotubêjkirin. Mijarên xwendinê, fermîkirina dîplomayan û hinek mijarên din ên bi vî awayî hene, emê ji aliyê xwe de bixin rojevê.

* Aloziya di navbera we û Tirkiyeyê de, cihê xwe yê di rojevê de diparêz e. Niha rewş çiye, danûstedinên we hene yan na?

Niha pêvajoyeke aramiyê heye, zêdetirî 4 mehan e kuştin, lêdan çênebûne, agirbestek heye. Ev tiştek erênî ye. Beriya 4 mehan li Bendava Tişrînê û Karakozax pevçûn hebûn, balefirên Tirkiyeyê  hertim lêdidan, lê ev demeke rawestiyan e. Ev encama danûstandinekê ye. Helbet di navbera Tevgera Azadiyê û Tirkiyeyê de pêvajoyek giştî jî heye. Bandora wê esasî ye. Hinek sedemên din jî hene. Hêzên navnetewî jî di navbera me de kar kirin û danûstandin çêkirin. Ev têkilî hene, hinek kanal nava me de vekirîne. Em hêvî dikin ev agirbest bibe agirbestek mayînde. Em dixwazin ev pirsgirêk ji binî ve bên çareserkirin. Niha tu sedem tune ye ku şer û pirsgirêk bi Tirkiyeyê re bidomin. Em amadene hinek gavên din ku baweriyê bidin bavêjin. Helbet di nava wê de herêmên niha dagirkirî ne jî hene. Ji bo gelê me vegere Efrîn, Serê Kaniyê, divê ew jî werin çareserkirin. Ev mijarên hevbeş in. Em li ser dixebitin ku bi bingehîn çareser bikin.

* Di demên dawî de êrişên DAIŞê çêdibin. Têkoşîna we jî didome. Têkildarî mijarê pêwendiya we bi koalisyona navnetewî re jî heye. Ev pêwendî niha di çi astê de ye, di vê mijarê de tiştek nû heye yan na?

Têkoşîna me li hember DAIŞê dewam dike. Di dema dawî de hêzên koalîsyonê cihên xwe guhertin, lê xebatên me ne hatine guhertin, hin caran li ser asta Suriyeyê jî em di asta istixbaratî de kar dikin.

Tişta nû ev e; têkiliyên Amerîkayê jî bi Şamê re hatiye çêkirin û niha ji Şamê tê xwestin ku ew jî bikevin nav vê xebatê. Em jî hewil didin di navbera me û Amerîka û hikûmeta veguhez de karek hevbeş were meşandin. Em ji vî alî ve cidî ne, tu astengî nîn in ku em tecrubiya xwe bi aliyê din re parve bikin. Bi salan e em vê tekoşînê didin meşandin.

* Danûstendina we ya bi hêzên navnetewî û koalîsyonê re, zêdetirîn li ser bingeha tekoşîna li dijî DAIŞê tên xuya kirin. Guhertinek heye ku di aliyê siyasî de bi Bakur û Rohilatê Suriyeyê re pêwendî çêbibin?

Bi taybet piştî 10 salên têkoşîna li hemberî DAIŞê, bingek hatiye çêkirin ku têkiliyên siyasî jî li ser asta Suriyeyê pêş bikevin.

Hebûna nûnerên Amerîka û Fransayê di civînên me yên bi hukumeta Şamê re de, bi xwe jî mijarek siyasî ye. Bawer dikin ji vê pêvajoyê û şunde wê aliyê siyasî baştir pêş bikeve.