12 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Em ê destûrê nedtin fermaneke nû

Berpirsiyarê Eleqatê YBŞê Emer Şengalî anî ziman ku YBŞ û YJŞ di nava fermanê de ava bûn û êdî ew bi her awayî parastina Şengalê û civaka Şengalê dikin.

Di ser fermana 74an re 11 sal borîn. 11 sal berê DAIŞê li Şengalê komkujiya herî hovane pêk anî. Di êrîşê de bi hezaran jin revandin û bi hezaran welatî kuştin. Lê salek şûnde YBŞ, YJŞ û şervanên kurd Şengal ji destê DAIŞê rizgar kir. Têkildarî fermanê û rewşa Şengalê Berpirsê Eleqatê YBŞê Emer Şengalî anî ziman ku civaka êzîdî ji 2003yan heta 2014an ji aliyê hêzên PDKê ve dihat parastin û wiha got: “Hêzên PDKê ji bo parastinê derbasî Şengalê bûn. Lê ev parastin bi awayekî rast nehat kirin. Civaka êzidî neparastin û civaka êzidî bi fermanê re rû bi rû ma. Di vê fermanê de bi hezaran dayik û keç ketin destê DAIŞê. Bi îxaneta kesên ‘em diparastin’ li ser me ferman pêk hat. Bi sedan xwişk û dayikên me li bazaran hatin firotin. Bi hezaran kes ji civaka me koçî çiyayê Şengalê bûn.”

Emer Şengalî da zanîn ku bi vê fermanê xwestin civaka êzidî ji rûpelên dîrokê bibin û winda bikin û wiha axivî: “Xwestin civaka êzidî tune bikin. Lê piştî fermanê bi demeke kurt HPG, YPG, YJA Star, bi hawara civaka êzidî ve hatin û ji bo xelasiya wan korîdorek vekirin. Beşeke ecivaka êzidî derbasî rojavayê Kurdistanê bû. Beşa din jî derbasî başûrê Kurdistanê bû.”

YBŞ û YJŞ di nava fermanê de ava bûn

Emer Şengalî destnîşan kir ku ciwanên êzîdî li dijî fermanê li ber xwe dan û wiha berdewam kir: “Ciwanên êzidî hêza parastinê ava kir. Hêzên YBŞê û YJŞê ava kirin. YBŞ û YJŞ di nava fermanekê de hatin avakirin. Me li dijî DAIŞê şer kir. Di fermanê de bi sedan jin û xortên êzidî şehîd bûn.”

Berxwedan pêş ket

Emer Şengalî anî ziman ku ji ber fermanê bi hezaran kes koçber bûn û wiha pêde çû: “DAIŞê bi vê fermanê xwest civaka êzidî tune bike. Lê li dijî vê fermanê berxwedan pêş ket. Hêzên jin û giştî hatin avakirin. Beriya fermanê hêza parastinê li Şengalê tunebû. Hêza civakê, axê û nirxên ku êzidiyan biparêzin tunebûn. Lê piştî fermanê, li Şengalê rêxistinbûn pêş ket. Me bi avakirina hêzên parastinê xwest Şengalê biparêzin. Me bi destê YBŞ, YJŞê û hêzên din Şengal parast û gelek dîlên êzidî ji destê DAIŞê rizgar kirin.”

Di 11 salan de gelek êriş pêk hatin

Emer Şengalî bibîr xist ku di 11 salan de li dijî civaka êzidî û Şengalê gelek êrîş pêk hatin û wiha lê zêde kir: “Piştî Şengal ji destê DAIŞê hat rizgarkirin, armanca Dewleta Tirk ew bû ku tişta DAIŞê temam nekiriye ew temam bike.  Xwestin civaka êzidî dîsa di fermanekê re derbas bikin. Dewletên Ewropayê ji bo parastinê çek dan PDKê. Lê hêzên PDKê ev çek li dijî Şengalê bikaranîn. Armanca avakirina YBŞ û YJŞê ne tenê ji bo em DAIŞê ji Şengalê paqij bikin û fermanê rawestînin. Armanca YBŞ û YJŞê parastina civaka êzidî ye. Wekî YBŞ û YJŞê kesên destê xwe dirêjî axa Şengalê bikin, bêguman em ê bibin bersiv û em ê bêdeng nemînin. Em ê hem axa Şengalê û hem civaka êzidî biparêzin.”

Dewleta Tirk 22 caran êrîş kir

Emer Şengalî da zanîn ku piştî fermana li ser Şengalê pêk hat, Dewleta Tirk bi balafirên şer êrîşê Şengalê kir û wiha got: “Bi balafirên şer êrîşê Mam Zekî (Zekî Şengalî) kir. Mam Zekî ji bo civaka êzidî wekî çiyayê Şengalê bû. Piştî vê êrîşê Dewleta Tirk nêzî 22 caran êrîşî Şengalê kir. Hem bi balafirên şer û hem jî bi balafirên keşfe êrîşê Şengalê kir. Di van êrîşan de gelek fermandar û sivîl şehîd bûn. Êrîşê saziyên sivîl û meclisên gel kirin. Êrîşê nexweşxaneyan kir. Li gel hêzên leşkerî saziyên civakî û tenduristiyê jî kirin hedefa xwe. Bi van êrîşan xwest vîna gelê êzidî bişkîne. Xwest hêza civaka êzidî bişkîne. Em xwe diparêzin û em destûr nadin ku careke din ferman dubare bibe.”

Emer Şengalî li ser armanca êrîşên li dijî nexweşxaneyan û sivîl re jî rawestiya û wiha pê de çû: “Hedef û armanca Dewleta Tirk qirkirina gelê sivîl e. Dixwaze baweriya êzidiyan û civaka êzidî tune bike.”

Herî zêde pêşengan dikin hedef

Emer Şengalî bal kişand ser pêşengên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û got: “Di êrîşan de Mam Zekî Şengalî, Zeredest Şengalî, Pîr Hemîd, Mam Seydî Şengalî, Dijwar Feqîr, Pîr Çeko, Agir Cefrî, Azad Şengalî, Dîndar Avesta û gelek kesên din şehîd bûn. Xwestin Şengalê bêparastin û bêvîn bihêlin. Bi êrîşên li dijî sivîlan armanckirin ku Şengalê vala bikin û Şengalî cereke din koçber bibin. Fermandar Zerdeşt Şengalî û Fermandar Dijwar Feqîr û Pîr Çeko di aliyê dîplomasiya leşkerî de li pêş bûn. Van fermandaran dixwest di navbera artêşa Iraqê û civaka êzîdî de diyalogê pêş bixin. Bi êrîşan xwestin civaka êzidî nikaribe xwe ji fermanan biparêze.”

Ferman didome

Emer Şengalî li ser parastina şengalê jî rawestiya û got: “Şengal niha ji aliyê YBŞ, YJŞ û Asayişa Êzidxanê ve tê parastin. Ji sedî 70 axa Şengalê di destê parastina me de ye. Lê di nava vê axê de hêzên cuda jî hene. Şengal ji her demê zêdetir di bin parastinê de ye. Lê fermana li ser civaka êzîdî didome. Xeteriya li ser civaka êzîdî û axa Şengalê didome. Lê em ji bo parastina Şengalê bi her awayî amade ne.”