Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku ji aliyê Heyat Tehrîr El-Şam ve hatiye avakirin, şevê din ji gundewarê rojhilatê Deraayê heta gundên El-Seilê û Dîbên ku beşek ji herêma Siweydayê ne, dest bi êrîşên dijwar kirin. Komên êrîşkar ku li Siweydayê agirbesta di navbera Hikûmeta Demkî û Hêzên Dirûzî de binpê kirin, heta serê sibehê bi topên hawan û topan her du bajarok bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya ANHAyê şervanên durzî bersiva êrîşan dane û piştî pevçûnan êrîş beriya ku bigihêje armanca xwe hatiye pûçkirin Hat ragihandin ku pevçûn bi dijwariyeke mezin dewam dikin.