11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Banga xwedîderketina li Avestayê kirin

Nûner û rêveberên Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avesta li pêş avahiya xwe daxuyanî dan û mohrkirina komeleyê şermezar kirin. Hevserokê Komeleyê Ramazan Kaygisiz anî ziman ku ziman xeta wan a zor e û xwest her kes li ziman xwedî derkevin.

Komek endam û rêveberên Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avesta li pêş avahiya xwe kom bûn û daxuyanî dan. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avesta Ramazan Kaygisiz, anî ziman ku Komeleya wan di sala 2018an li Îzmîrê hate avakirin û bi awayekî yasayî û şefaf lêkolînên li ser Kurdî dike û perwerdehiya zimanê kurdî dide. Kaygisiz, destnîşan kir ku di vê serdema ku pêvajoya diyalog û aşitiyê birêve diçe û hêviyên aşitiyê zêde bûne de, mixabin komeleya Avesta rastî gefên neyasayî û bêbingeh tê. Kaygisist destnîşan kir ku di destpêkê de, zabitayan bi hênceta ku “rûxsata komeleyê tune ye” gefên girtin û mohrkirinê li wan xwarin û ji aliyê zabitayên Şaredariya Konakê ve di 1ê Tebaxê deriyê Komeleya wan hatiye mohrkirin.

Ramazan Kaygisiz, da zanîn ku bi fermana walîtiyê komeleya wan hatiye mohrkirin û got: “Em bi awayekî eşkere diyar dikin ku heta niha bi sedan xwendekaran ji dersên me yên zimanê Kurdî sûd wergirtine. Xebatên me hem bi awayekî rûbirû û hem jî online berdewam dikin. Em ji rayedarên dixwazin ku hurmetê nîşanî zagonan bidin. Li gorî qanûn û yasayên navdewletî tevbigerin. Mafê perwerdehiya zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Gef û tundiyên li dijî komeleyên çandî divê bêne rawestandin. Ji bo pêşveçûna civakê divê azadiya çandî bê parastin.”

Ramazan Kaygisiz, bi berdewamî ev bang kir: “Li dijî van gefên neyasayî dengê xwe bilind bikin. Piştgirê bidin komeleyên çandî. Ji bo parastina mafê perwerdehiya zimanê zimanê zikmakî bi me re di nav hevkariyê de bin. Komeleya Çand û Ziman Avesta, dê li ser riya xwe ya yasayî berdewam bike û tu carî ji xebatên xwe yên çandî û perwerdehiyê venagere. Em hêvî dikin ku rayedar di vê xeletiyê israr nekin û hêzên fermî bi rêya diyalog û hevkariyê pirsgirêkan çareser bikin. Ev piştgirî erkekî mirovî û çandî ye. Em wek Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avesta, zimanê Kurdî wek xeta xwe ya sor dibînin û ji bo parastina wê em ê her di nav hewldanê de bin. Zimanê zikmakî yek ji bingehên nasnameya me ye û em ê heta Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî li ser vê rêya pak bimînin. Em bang li hemû aliyên têkildar dikin ku li gorî prensîbên wekhevî, dadwerî û azadiyê tevbigerin.”