11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Fragmana belgefîlma ‘Hey Hawar’ hat weşandin

Fragmana belgefîlma 'Hey Hawar' ku balê dikişîne ser gora Suleyman Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da û di nava 9 salan de 7 caran gora wî ji aliyê leşkeran ve hat xerakirin, hat weşandin.

Di çarçoveya bernameya ‘Bîr û Ciwan’ a ji aliyê Navenda Bîrdariyê ve hat amadekirin, fragmana belgefîlma ‘Hey Hawar’ ku bi çîroka mamosteyê zimanê îngilîzî Suleyman Aksû ku yek ji 33 ciwanên di 20ê Tîrmeha 2015an de li Pirsûsê ji aliyê DAEŞê ve hat kuştin, hat weşandin. Belgefîlma ku têkoşîna Aksû vedibêje û gora ku gelek caran hatiye xerakirin, ne tenê li ser Aksû di heman demê de êrîşên sîstematîk ên li dijî goristanên li Kurdistanê ku bi salan e dewam dikin, ronî dike. Di belgefîlmê de derket holê ku di navbera 17ê Îlona 2015an û 4ê Nîsana 2020an de herî kêm 122 êrîş li dijî goristanên kurdan hatine kirin û tê de 1644 gor bi temamî hatine xerakirin, 2 hezar û 926 gor jî hatine texrîbkirin.

Derhênerê belgefîlmê Caner Dara ye, di navbera salên 2015-2024an de der heqê goristanên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine xerakirin de lêkolîneke berfireh û arşîvê hat kirin. Di belgefîlmê de ji bilî hevdîtinên bi nûnerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştgirî, Alîkarî û Çandê ya bi Malbatên Hezkiriyên xwe winda kirine re, dosyayên dozê û dîmenên piştî xerakirinê hatine kişandin jî di belgefîlmê de cih girtin. Di belgefîlmê de tê hedefkirin ku êrîşên li hemberî goristanan ên li herêmên kurdan ne tenê texrîbateke fîzîkî ye, di heman demê de binpêkirina bîr, mafê şînê ye.

Mijara Hey Hawarê

Hey Hawar navê helbesteke Arjen Arî ye. Hawar hem êşekê û hem jî bîra civakê radixe ber çavan.

Di 20ê Tîrmeha 2015an de koma ku xwest ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin Kobanê, beriya ku derbasî Kobanê bibin li Pirsûsê daxuyanî dan çapemeniyê û di encama êrîşa bombeyî ya endamên DAIŞê de 33 ciwan hatin kuştin. Di nav kesên hat kuştin de Suleyman Aksû jî hebû.

Suleyman Aksû di sala 1990î de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hat dinê û li Zanîngeha Çûkûrovayê beşa mamostetiya zimanê îngîlî qedand. Aksû ji bo zarokên Kobanê ji navçeya Geverê berê xwe da Pirsûsê. Di encama êrîşa bombeyî de xeyalên Aksû nîvco ma. Cenazeyê Aksû li Geverê hat definkirin û di 9 salan de 7 caran gora wî xirakirin. Têkildarî mijarê serdana sûc hat kirin û heta niha derbarê kesên ku gor xira kirine de doz nehatiye vekirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê