6 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çiyayên Cîlo û Çarçella û Golên Satê

Em herin bigerin li serê çiyayê Cîlo. Ew çiyayê ku rê nedaye Îskenderan, Tîmûran, zordaran û dagirkeran. Li lûtkeya Çarçella mirov rastî xwezayeke bêhempa tê. Evder golên Satê ne ku ji 8 golên li serê çiya pêk tên. Niha em nefesa xwe bigrin, dilê xwe germ bikin, lingên xwe lez bikin û li vî diyarê xweş bigerin.

Piştî salên bi êş û jan derbasbûn, pêwist e mirov birînan sax bike. Axa welêt ji bo birîn saxkirinê derman e. Van çiya û zinaran gelek tişt dîtin û ji dîrokê re hiştin. Ev deşt û mêrg û zozan bûne war ji mirovahiyê re. Her çiqas birîndarbin jî, hêviyeke mezin dixin dilan û careke din xwe ji xweliya xwe diafirînin.

Dema tu bixwazî bedewiya xwezayê bibînî li erdnîgariya Kurdistanê bigere. Tu biçî kîjan herêmê tuyê helbet tiştekî cûda û bi xweşikiya xwe newaze bibînî.

Ma qey em behsa çiyayan bikin, an behsa çem û rûbaran? Gelo em li mêrgan bigerin an li gelî û newalan? Qey em behsa şînahiya behra Wanê bikin an gol û golavên li serê çiyayan? Li ser zinarekî, bi awirvedanekî li deşteke bêser û ber mêzekin. Li ber sulavekî bêhna xwe vedin û li ber gûre gûra şiravekî mest bibin. Bi dar û beran, fêkî û nebatan dilxweş bibin û dîsa jî xweziya xwe li xweşiya welatê xwe bînin.

Seydayê Cegerxwîn jî bi hesreta vî welatê xweş helbest ristine. Bedewiya welatê xwe bi hevokan honandiye. Lê mirov çikas bêje jî xweşiya vê erdnîgariyê bi gotina xilas nabe. Em ji helbesteke Seyda bixwînin:

Ka ew deşt û ka çiya, ka ew av û ka giya

Ka ew kon û ka koçer, ka ew zozan li ku ye

Ka ew dengê pezê qer, ka ew gulên sor û zer

Ka binefş û ka rihan, ka gulistan li ku ye

Ka ew mêrg û kanî deşt, ka ew bax û ka buhişt

Kanê seyran, kanê geşt, ka ew dîlan li ku ye

Lerza laşê mirov

Dibe ku em gelek geriyabin, pir cih û war dîtibin. Lê dîsa jî dema em cihekî nû dibînin careke din dilê mirov dike pite pit. Kelecan dibe mirov, çav û guh vedibin, laşê mirov dilerize. Ji ber ku pêdivî heye mirov li ber xweşikiyan bilerize û hîs bike. Ew bedena ku li ber bedewiya xwezayê nelerize û kelecan nebe lazim e serî li bijîjkekî bide. Lewra dibe ku nexweşiyek lê peyda bûbe.

Ev gotin ne sivik û erzan in, berovajî hejayê gotinê ye. Ji ber ku em ê di vê rûpelê de behsa çiyayên Cîlo û Çarçella û golên Satê ya bi nav û deng bikin.

Bajarê Geverê û çiyayê Cîlo

Bajarê Geverê navçeyeke li ser Colemêrga dîrokî ye. Ji xwe tê zanîn; herêma Colemêrgê bi dîroka xwe û xwezaya xwe ya bedew navdar e. Li her aliyên wê mirov dikare xweşikiyekî bibîne.

Gever a ku li deşteke bêser û ber avabûye, her wiha ji çar aliyê xwe bi çiyayan hatiye rapêçan. Çiyayê wê yê herî navdar û nazdar jî çiyayê Cîlo ye.

Çiyayê Cîlo bi bilindahiya xwe ya 4135 metreyî wekî xala herî bilind û çiyayê duyemin yê herî bilind ê Kurdistanê tê zanîn. Li kêleka çiyayê Cîlo bi 3500 metre bilindahiya xwe çiyayê Çarçella cih digre. Ev du gewre bi hev re dîmenekî dramatîk çêdikin ku ji dûr ve jî bandorê li çavên têmaşevaran dikin.

Divê berê mirov her tim li çiyayan be. Lewra xweşikiya xwezayê herî baş xwe li çiya dide xûyakirin. Lewma em jî berê xwe didin çiya û rûyê xwe li hênkahiya Cîlo vedikin.

Dema te berê xwe da çiyayan û hinek hilkişiyayî tu li dû xwe deşteke newaze, hêşînahiyeke bêhempa dihêlî. Tu çareke din xweşiya Geverê dibînî di quntarê çiyê de. Helbet veger heye, lewma tu dixwazî cihên bi heybet keşif bikî û hilkişandina xwe ya bi çiyan ve berdewam dikî.

Zemanê berê çiyager û turîstan hema bêjin nîvê vê hilkişînê bi rêveçûna piyan temam dikirin. Lê belê ji ber bergiriyên ewlehiyê, ango xwediyên van çiyayan yê eslî, dewletê hetanî serê jor rêya ewlehiyê vekiriye. Lewma mirov dikare heta lûtkeya Çarçella bi wesayîtan here.

Dema ku mirov ber bi jor ve diçe, erdnîgarî bi awayekî ecêb diguhere. Ji deştên kesk ên li jêr dest pê dike, derbas dibe ji daristanên derzî, paşê digihîje qeraxa kevir û herêmên ku tenê giya kovî û gulên kovî lê dijîn.

Golên Satê: Xezîneya xwezayê

Li bilindahiyeke derdora 3000-3500 metreyî, mirov bi komeke golên xwezayî re rû bi rû dimîne ku bedewiya wan mirov mest dike. Golên Satê, ku navê wan ji herêma Satê hatiye, kom golek in ku ji çalakiyên qeşaya kevnar ên glasyal çêbûne.

Ji aliyê zanistî ve, ev gol di serdema glasyal de çêbûn e. Dema ku qeşa li ser van bilindahiyan bû, ew bi hêza xwe erd helandine û çalên kur çêkirine. Dema ku serdema qeşayê vegeriyaye, ev çalên ha bi ava berf û baranê û ava qeşayê ya heliyayî tijî dibin û van golên bedew derdixe holê. Ji xwe nava havînê jî mirov dikare hem qeşa, hem jî berfa zivistanê li vê herêmê bibîne.

Av û golên li vir ji aliyê kîmyewî ve pir paqij in. Ew av ji bermahiyên baranê û qeşayê pêk tên û kêm mineralan dihewînin. Ji ber vê yekê rengê wan pir zelal e û ji xezelî heta kesk û şîn diguhere. Li dema sibehê, dema ku tîrêjên rojê yên yekem li ser van golan dikevin, dîmenekî swêdayî çêdibe. Rengên gol bi rengên pembe û zer ên asîmanê re têne hev û tabloyeke xwezayî ya bêhempa çêdikin.

Li herêma Satê 8 golên ji hev cûda hene. Her yek ji van golan xwediyê rengekî cûda ye. Hinek ji wan şîna kur in wekî asîman, hinekî din keska zelal in wekî zumrud. Ev cudahiya rengan ji qulbûna gol, avdanên li bin wan û rengê ronahiya ku li ser wan dikeve tê. Car caran tu lê dinêrî ji keviya golekî av diherike ber bi binê erdê ve. Mirov matmayî dimîne. Paşê em pê dihesin ku ew av ji wir diherike bi binê erdê ve û diçe ser goleke din ku jê nizimtir e. Ango ev golên ha hev xwedî dikin.

Li herêmê ne tenê gol hene. Her wiha gelek kanî, çavkanî, sulav û şiravên ku mirov bi dîtina wan mest dibe hene. Ava ji van kanî û rûbaran diherike van golan tije dike, her wiha xwezayê şên dike.

Herêma li derdora golên Satê xwediyê ekosîstemeke taybet a çiyayî ye. Li vir giyayên kuvî, gulên rengîn ên wekî orkîde û zaravayên nadir cih digirin. Ev herêm ji aliyê biyolojîk ve pir dewlemend e û mala gelek cureyên ajal û lawiran e. Li herêmê pezkovî, beraz û hinek caran gur û hirç têne dîtin. Balindeyên wekî qertal, baz û balindeyên koçber jî van herêman wekî cihekî girîng bi kar tînin.

Avhewaya vê herêmê pir hişk û zexm e. Zivistanê berf û sar, havînê hin germ û hin sar e. Dema çûnê ya herî baş mehên Tîrmehê heta Îlonê ye. Ji ber ku wê demê avhewa herî guncav e û rê vekirî ye ji bo çûnê.

Girîngiya wê ya dîrokî

Çiyayên Cîlo û Çarçella di çanda Kurdan de cihekî taybet digirin. Li van herêman gelek helbestvan û hunermendên Kurd îlham wergirtiye. Her wiha ev herêm ji aliyê dîrokî ve jî girîng e. Ji ber ku li van deveran şopên çandên kevnar hene.

Gelê herêmê van çiyayan bi navên xwe yên herêmî nas dikin û gelek çîrok û efsaneyên derbarê wan de hene. Li gel vê yekê, ev herêm ji bo koçerên herêmê jî cihekî jêneger e.

Rêwîtiya ber bi golên Satê ve ne hêsan e. Pêwîstî bi amadehiyeke baş heye. Çiyagerên bixwazin biçin divê xwedî amadekariyeke baş bin. Lê belê ji ber ku weke me di destpêkê de jî got wesayît diçin heta serê jor. Dîsa jî divê maşîneyeke baş hebe heta ku mirov bi wan çiyayên bilind ve hilkişe. Her wiha divê rêwingî hişyar be ku ev herêm li asteke bilind de ye û hewa kêm oksîjen e. Ev yeka dibe sedema westanê û zehmetiyê.

Mêvanên golên Satê

Dema mirov bi bilindahiyeke ewqas dur ve hildikişe, tu dibêjî qey kes nikare were van deveran. Lê belê dema mirov diçe wargeha golan, tu lê dinêrî ku tije turîst in. Kesên dixwazin vê bedewiyê bibînin qefle bi qefle têne herêma Satê. Heta me gera xwe li herêmê qedand em rastî 15-20 qefleyên turîst û çiyageran hatin. Ya rastî ev eleqeya zêde mirov şanaz dike.

Golên Satê û herêma derdora wan xwediyê ekosîstemeke hestiyar in. Girîng e ku turîstên diçin vir hişmendî nîşan bidin û parastina jîngehê wekî pêşengiyekê bibînin.

Hefteya borî yek ji mêvanên çiyayê Cîlo û herêma Satê Hevşaredarên Amed û Wanê bûn. Dogan Hatûn û Abdullah Zeydan, li ber xweşiya vê herêmê û golên Satê heyran man û dilxweşiya xwe anîn ziman. Hevşaredaran her wiha bi turîst û gerokên hatibûn herêmê re jî demeke dirêj derbas kirin û li ser dewlemendiya xwezaya Kurdistanê sohbeteke berfireh kirin.

Ji bo pêşerojê

Em careke din bînin ziman ku çiyayên Cîlo û Çarçella û golên Satê yek ji xezîneyên herî girîng ên xwezaya Kurdistanê ne. Ew bedewiyeke bêhempa pêşkêşî mirovahiyê dikin. Her wiha ji bo geryanan tecrubeyeke tije zanyarî û xwezayeke jêneger diyarî dike. Ji kesên ku bi dilgermî nêzîk bibin re têgihîştina van herêman xwedî kurahiyeke û ev cih dê bibe yadgariyeke jiyanê.

Ji bo parastina van xezîneyan ji nifşên pêş re, divê her welatiyek bi hestiyar tevbigere û bi hişmendî û rêzgirtinê nêzîkê vê xwezaya dewlemend bibe.