5 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin

Dayikên Şemiyê, ji bo Murat Aslan ê ku ji aliyê kesên xwe wek polîs dabûn naskirin ve hatibû revandin û pişt re hestiyên wî hatibû dîtin, daxwaza edaletê kirin.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza darizandina kiryaran, her hefteyê li Qada Galatasarayê kom dibin. Dayikan çalakiya xwe ya 1062yan lidar xist. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn, wêneyên windayan û qurnefîl hatin hildan.

Di çalakiyê de aqûbeta Murat Aslan (25) hat pirsîn ku 10ê Hezîrana 1994an li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji aliyê polîsan ve bi Torosa Spî hat revandin.

Endama Komîsyona Windayan a ÎHDê Sebla Arcan çîroka Murat Aslan xwen û ev tişt got: “Hemû serlêdanên malbata Murat Aslan ê ku bi Torosa Spî hat revandin, bêencam man. Binçavkirina ku hat înkarkirin, piştî 10 salan endamê JÎTEMê Abdulkadîr Aygan di îtirafên xwe de qebûl kir. Qûbeta Murat Aslan derkete holê; Fermandariya JÎTEMê ya Silopiyayê, li Murat Aslan îşkence kiriye û piştre biriye çoltera Licê kuştiye û veşartiye. Di 19ê Nîsana 2004an de kolanên ku piştî îtirafên Aygan hat kirin, Saziya Tîba Edlî (ATK), hestiyên Murat Aslan dît. Malbatê têkildarî 30 rayedarên Rewşa Awarte (OHAL) û cendirme lêpirsîna sûc kir. Kesên ku Murat winda kirin hêj nehatine darizandin.”

Xûşka Murat Aslan Fatma Aslan, diyar kir ku dê têkoşîna edaletê bidomînin û got: “Hêj ku diya min dijî, ez dixwazin edalet pêk bê.”

Çalakî piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn bi dawî bû.