Ey cîhanê, guh bide dengê Şengalê! Dengê axeke pîroz, ku bi xwîna bêgunehan şil bûye. Dengê dayikên ku zarokên wan ji destên wan hatin standin, dengê zarokên ku di nav tirsê de bêxwedî man, dengê jinên ku di nav hovîtiyê de rûmeta wan hat binpêkirin. Îro, di salvegera fermana 3yê Tebaxa 2014an de, em bi dilên şikestî, lê bi hêviyeke zindî, bîranîna êşa civaka êzidî dikin.
Wê rojê, 3yê Tebaxa 2014an, çeteyên DAIŞê bi nefreteke mezin êrîşê Şengalê kirin. Di vê êrîşê de li ber çavên cîhanê, bi hezaran êzidî hatin kuştin. Jin û zarok hatin revandin, di bazarên koleyan de hatin firotin, û hîn jî aqûbeta gelek ji wan ku bûye trajediyek mezin nediyar e. Mal hatin talankirin, mekanên pîroz hatin wêrankirin û axa Şengalê, ku bi hezaran salan bi çanda êzidî şên bû, di nav xwîn û agir de hat hiştin. Ev ne tenê êrîşeke leşkerî bû; ev fermanek bû, qirkirinek bû, ku armanca wê tunekirina nasname, çand û hebûna civaka êzidiyan bû.
Li himberî vê hovîtiya ku di sedsala 21an de tu mînakên wê nînin cîhan bêdeng ma. Dewletên ku xwe bi mafên mirovan dazanîn, çavên xwe girtin. Hêzên ku soza parastinê dabûn Şengalê, di kêliya herî krîtîk de pişta xwe dan gelê êzidî. Dayikên Şengalê bi tena serê xwe li çiyayan li ber xwe dan, bi destên vala, bi dilên tijî hêvî, zarokên xwe parastin.
Ey cîhanê, ma tu dibînî êşa Şengalê? Ma tu dibihîzî giriyên wan jinên ku hîn li benda vegera zarokên xwe ne? Ma tu dizanî ku êzidî, ev gelê ku bi hezaran salan li ser axa xwe bi aramî jiyaye, çima careke din rastî fermanê hat? Ev ne yekem ferman bû, ya 73yemîn bû di dîroka wan de! Lê her carê, êzidiyan bi hêza xwe ya bêdawî, bi baweriya xwe ya bi axa pîroz, ji nû ve jiyan afirand. Hezkirina wan ya jiyana hevbeş ji bo bikaribin xwe ji nû ve ava bikin têra wan dikir.
Îro, Şengal ne tenê cîhê êşê ye, lê cîhê berxwedanê ye jî. Gelê êzidî, bi Rêveberiya Xweser a Şengalê, bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), nîşan da ku êdî destûrê nade fermanên nû. Ew ne tenê ji bo xwe, lê ji bo hemû mirovahiyê têdikoşin, da ku ev hovîtî careke din neyê jiyîn. Lê Şengal hîn bêparastin e. Peymana 9ê Cotmehê, ku bêyî nêrîna gelê Şengalê hat îmzekirin, dixwaze vê îradeyê bişkîne. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên domdar Şengalê dike armanc û cîhan dîsa bêdeng e.
Ey mirovahî, bila Şengal nebe tenê çîrokeke xemgîn di dîrokê de! Bila dengê êzidiyan bê bihîstin! Ew ne tenê qurbaniyên fermanê ne, lê qehremanên berxwedanê ne jî. Jinên Şengalê, ku piştî revandinê vegeriyan û çek hildan, dayikên ku li kampan hêvî diparêzin, ciwanên ku Şengalê ji nû ve ava dikin, hemû sembola jiyanê ne. Lê ew bi tena serê xwe nikarin vê têkoşînê bidomînin.
Em bang li te dikin, ey cîhanê! Piştgirî bide Şengalê! Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bike, jin û zarokên revandî rizgar bike, sûcdarên fermanê darizîne, û rê nede ku Şengal careke din bêyî parastin bimîne. Bila Şengal bibe ronahiya aştiyê, ne qurbaniya fermanên nû.
Di vê salvegera êşê de, divê fermana 3yê Tebaxê li seranserî cîhanê ji aliyên hemû welatan ve weke jenosîd were naskirin. Wê demê em dikarin bêjin ku wê êzidiyan bi tenê nemînin. Divê em dengê wan bilind bikin, êşa wan parve bikin, û bi wan re ji bo azadiyê têbikoşin. Şengal ne tenê ax e, Şengal dilê mirovahiyê ye. Bila ev dil her dem lê bide! Geş bibe û jiyanê biafirîne.