4 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Têkiliya ziman û mirov

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

 Mirov bi saya zimên hem xwe ji nû ve diafirîne û hem jî wateyê dide cîhan û civaka ku tê de dijî. Têkiliya mirov û ziman têkiliyeke pir xurt û binyadî ye. Her zimanek cîhaneke taybet bi xwe re ava dike.

Ziman amûrê herî bingehîn ê hebûn û xwebûna mirov e. Her wiha mala ramanê, hilgirê çandê û neynika nasnameyê ye jî. Mirov bi saya zimên hem xwe ji nû ve diafirîne û hem jî wateyê dide cîhan û civaka ku tê de dijî. Di vî warî de ziman, tenê ne têkiliyeke fonksiyonel e; heman demê hem têkiliyeke ontolojîk e (zanîna hebûnî ye) û hem jî têkiliyeke epistemolojîk e (zanîna zanyarî ye).

Her çiqas mirov wekî aferîdeyekî xwezayî were dîtin jî, ew bi zimanê xwe ji heyînekî xwezayî jî wêdetir e. Bêguman di navbera lawiran (heywanan) de jî formên ragihandinê hene. Belê zimanê ku mirov dike mirov, şiyana razberkirinê, hilberandina wateyê û girêdana rabirdû û pêşerojê ye. Ziman hem bîra takekesî û hem jî ya civakî ya mirovan dişêwîne. Gotin ne tenê dengê mirov, heman demê hişmendiya mirov jî pêk tîne. Ji ber vê yekê ziman, di dîroka peresîniya mirov de tenê ne pêşveçûneke demdemî ye, herwiha şoreşeke mayînde ye jî.  Ziman, hem neynika ramanê û hem jî afirînerê wê ye. Ji demên berê bigirin heta îro, gelek ramanwerên cîhanê li ser têkiliya ziman û ramanê fikir û boçûnên xwe anîne zimên û girîngiya ziman destnîşan kirine.  Hinkan ji wan raman wekî axaftina hundirîn bi nav kirine û hinekan ji wan jî angaşt kirine ku ziman ramanê dişêwîne û sînorên zimên, wekî sînorên jiyana mirov destnîşan kirine.

Ziman, di navbera cîhana mirov a hundirîn û derveyî de jî pirekê ava dike. Her zimanek nihêrîneke cîhanî û têgihîştineke çandî û cîvakî di xwe de dihewîne. Ziman, di vê çarçoveyê de ne tenê nîşaneya ramanê ye, heman demê damezrînerê wê ye jî. Lewre mirov li gor peyvên ku ji zimên der dibin, difikre. Gava ku mirovek nikaribe têgihekê vebêje, ew ê nikaribe wê têgihê bi tevahî rave jî bike. Her mirov bi saya zimanê xwe bi civaka ku tê de dijî têkiliyekê datîne, mîrateya xwe ya çandî hildigire û nasnameya xwe ya neteweyî pêk tîne.  Ji ber vê yekê, zimanê dayikê tenê ne amûreke ragihandinê ye, heman demê rêbazeke aidîbûn û hebûnê ye jî. Civateke ku zimanê wê hatibe tepeserkirin, serkutkirin an jî qedexekirin û jibîrkirin, ew ê piştî demekê bîr û nasnameya xwe ya takekesî, cîvakî û neteweyî jî winda dike. Li aliyê din jî ziman sinc, exlaq, wijdan û berpirsiriyeke civakî divê. Mirov heman demê berpirsiyarê jiyana xwe ya rojane ye ku tenê dikare bi saya zimanê xwe wê biparêze.  Lewre wateyên ku ji ziman der dibin têkiliyên jiyana takekesî û civakî jî dişêwînin. Gotinên nelirê, bêfeyde û bêwate, vederiya (marjînalîzekirina) şêwazên zimên an jî vegotinên xapînok (manîpulator) ramanên takekesî û tevgerên kolektîv/hevpar jî bi rê ve dibin. Ji ber vê yekê, pêdiviya ziman jî ji ber berpirsiyariyeke exlaqî derdikeve holê û dibe pêdiviyeke civakî.

Ziman tenê ne ji peyvan pêk tê. Wateyeke bêdengiyê jî heye û bêdengî wateyekê bi xwe re tîne. Mirov bêyî ku biaxive jî dikare zimanekî bi kar bîne. Lewre bêdengî bi xwe jî zimanek e. Ew, ziman ji bilî zimanê axaftinê, dibe zimanê bedenê (zimanê laşî). Neaxaftin, paşvekişandina bêdengmayînê ye. Mirov bi aşbûnê/bêdengiyê re jî peyamekê dide kesên pêşberî xwe. Bêdengî, hin caran ji hêza gotinê jî bêtir hin tiştan di xwe de dihewîne. Hin caran jî mirov bi bêdengiya xwe diqîre û di wê valahiyê de wateyekê ava dike. Ji ber vê yekê, ziman tenê ne bi hebûna deng, bi bêdengiya bebûna wateyê re jî gelek peyaman dide. Xeta têkiliya navbera mirov û ziman, bi qasî xeta navbera jiyan û mirinê kûr e. Mirov hem ziman diafirîne, hem bi zimanê xwe ji nû ve tê afirandin. Ev têkiliya dualî hem himê bingehîn ê nasnameya mirov a takekesî û hem jî ya civakî û neteweyî ye.  Ji ber vê yekê, parastina zimanekî ne tenê parastina çandekê ye, heman demê parastina takekesî, civakî  û neteweyî ye jî. Lewre mirov tenê bi zimanê xwe dibe mirovekî/e rastîn.Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên hebûna mirov, hewldana famkirin û şîrovekirina xwebûna mirov e. Ev hewldan, rasterast an nerasterast bi saya ziman pêk tê. Ziman ji amûreke ragihandinê wêdetir tiştekî din e. Ew, avahiyek wisa tebût û pir-qatî ye ku hem şêwaza fikirîna mirov û nasnameya wî/wê ya çandî û civakî û hem jî bîra wî/wê ya dîrokî û neteweyî dişêwîne. Ziman tenê ne navgîna derbirina hebûnê ya derveyî ye jî.  Heman demê şêweyekî derbirina hebûna mirov a hundirîn e jî. Bi rvegotineke din, ziman tenê ne neynika cîhana mirov a hundirîn e; herwiha pencereya cîhana mirov a derveyî ye jî.

Ji ber vê yekê, mirov tenê bi zimanê xwe napeyive; ew bi zimanê xwe difikire, dibihîse û dijî. Ji ber ku mirov xwe bi riya axaftina hundirîn birêxistin dike, hişmendiya mirov jî tu car bêyî ziman pêkan nabe.  Ji bo wê, ziman di pêvajoya bidestxistina zanîna mirov de jî roleke sazker û damezrîner dilîze.

Mijara ziman, mijareke pir girîng e. Bi taybetî jî takekes û civakên ku zimanê wan tê tepeserkirin, divê ji hemû gelan bêtir li zimanê xwe xwedî derkevin. Gelên ku zimanê wan tê tepeserkirin, dawiyê hebûna wan jî tê tepeserkirin. Ziman tenê ne hebûna rewşenbîrî û takekesî ye; heman gavê nîşana hebûna mirov a civakî ye jî. Her takekes bi saya zimanê xwe mîrateya xwe ya çandî û civakî hildigire û beşdarî bîra neteweyî û dîrokî dibe. Zimanê civatekê, nêrîna wê ya cîhanê, nirxên wê yên exlaqî, sembol û cîhana wê ya wateyî jî di xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê, civaka ku zimanê xwe winda dike, tenê ne rêbaza xwebûna xwe, heman demê rêbaza hebûna xwe jî winda dike.

Li gor dozîneya Noam Chomsky a bi navê  “Hutbûniya Zimên ya Gerdûnî” ziman behreyeke nasnameyî ya xwerû ye. Ev yek jî nîşan dide ku ziman ne tenê avahiyeke çandî ye, avahiyeke derûnî ye jî.   Têkiliya mirov û ziman têkiliyeke pir xurt û binyadî ye. Û her zimanekî cîhanê jî cîhaneke taybet bi xwe re ava dike.