Bi biryara Serokomariyê ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin û bi îmzeya Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan, cezayê mayî yê mehkûmê Komkujiya Sêwasê Adem Kozu bi hinceta ‘rewşa domdar a nexweşiyê’ hat rakirin.”
Li gorî nûçeya ANKAyê Erdogan cezayên 8 kesên din jî ji ber nexweşiyên wan rakir. Her wiha navê 8 kesên ku sûcên cûda kirine û cezayên wan hatine rakirin ev in; Alî Kapu, Mustafa Şahbudak, Mahmut Altun, Serkan Şencan, Mustafa Egmen, Suleyman Kizilkaya, Abdullah Şen, Mehmet Tunç.