Bi salane ku helwesta li dijî çand û zimanê kurdî naguher e. Dewleta tirk bi hemû saziyên xwe li aliyekî polîtîkayên pişaftinê, li aliyê din jî bi hincetên vala, qedexe û astengiyên mezin derdixe pêşberî çand û zimanê kurdî. Tenê di serdema desthilatiya AKPê de bi sedan sazî û dezgehên bi çand û zimanê kurdî re eleqedar dibûn hatin girtin. Niha jî li ser wê hişmendiya nijadperst di pêvajoya hewildanên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk de Zabitayên Şaredariya Konakê ya Îzmirê, deriyê Komeleya Awesta ya Ziman mohr kirin. Li gorî Ajansa Welat du roj beriya niha jî polîsên bi ser komeleyê de girtin bi hinceta ku rûxsata komeleyê tuneye gefên girtin û mohrkirinê xwarine. Piştî vê yekê zabitayên şaredariya Konakê hatin komeleyê û deriyê komeleyê mohr kirine.
Têkildarî mohrkirinê Hevserokê Komeleya Awesta ya Ziman Ramazan Kaygisiz, bertek nîşanî girtina komeleyê da û wiha got: “Di demeke weke îro ku pêvajoya aştiyê tê niqaşkirin, rayedaran hatin komele mohr kirin. Bi vê mohrkirinê, devê gelê kurd û zimanê gelê kurd mohr kirin. Bi salan e gelê kurd ji bo ziman têdikoşe. Lê dewletê heta niha bersîveke erênî nedaye daxwazên gelê kurd. Em dixwazin kurd jî wekî hemû gelên cîhanê bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibînin û bibin xwedî zimanê zikmakî. Divê hemû saziyên civakî û parazvanên mafên mirovan jî piştgiriyê bidin vê daxwaze me û li dijî vê yekê bertekên xwe bînin ziman.”