4 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Prof. Kîeser: Êdî kurd şêwe didin pêşerojê

Prof. Kîeser diyar kir ku piştî 7ê cotmehê li herêmê guhertinên bi kok çêbûn û got, “Dibe ku kurd şêwe bidin pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn. Êdî kurdên li Lozanê nînin. Xwedî wê hêzê ne ku bi projeyên siyasî pêşengiyê ji demokrasiyê re bikin.”

Ji qada navneteweyî piştgiriya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam dike. Ev pêvajo bi pêşengiya Rêber Apo ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin, hat destpêkirin.

Ji profesorên Zanîngeha Zurîhê Hans-Lukas Kîeser têkildarî pêvajoya di navbera Dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn, ji ANFê re axivî.

Hans-Lukas Kîeser diyar kir ku pêvajo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, firsendek mezin e û got, divê ji bo têkoşîna demokratîk israr hebe.

Prof. Kîeser anî ziman ku tevgera kurd ji bo çareseriya demokratîk hemû nêzîkatiyên erênî raber kiriye, lê hîna dewlet di nava teredut û şîzofreniyê de ye.

Prof. Hans-Lukas Kîeser ragihand ku piştî êrîşên Hamasê yên 7ê cotmehê, li Rojhilata Navîn hevsengî guherî û got, “Piştî şerê Hamas-Îsraîlê û vir ve, geşedanên li herêmê dewam dikin. Bi taybetî bi hilweşîna rejîma Esad re gelek tişt qewimîn. Îhtimalek mezin siberoja herêmê wê demokratîk bibe.

Gelo potansiyela demokratîk li kuderê ye? Bi aşkere ez dikarim bêjim ku, ez vê yekê bi taybetî di kurdan de dibînim. Dema ez projeyên siyasî û rastiyê yên li Rojhilata Navîn tînim berçav, ez di kurdan de potansiyelek demokratîk dibînim.”

Prof. Kîeser destnîşan kir ku bi temamî ferq di navbera kurdên di dema Peymana Lozanê de û kurdên roja îro de heye û ev tişt got: “Ez di nava kurdan de pêşketineke mezin dibînim. Wê demê kurd bi hêsanî hatibûn parçekirin, ji ber ku li wir ne projeyên siyaseteke demokratîk ne jî neteweyî, nebû. Wê demê bi kurdan re kapasîteya xeyalkirina siberojê, nebû. Lê niha ev rewş guheriye.

Hîna gelek pirsgirêk hene, lê pêşketinên girîng jî hene. Têkildarî hevkariya bi aktorên navneteweyî re, geşedanên mezin hene. Ez dibînim ku kurd ji bo derbaskirina nebesiyên berê, pêşketinên mezin bi dest xistine.”