2 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bengîtiya madeyan û civak: Têkoşîneke piralî

Berî her tiştî, divê mirov cudahiya di navbera “bikaranîna madeyê” û “bengîtiya madeyê” de fêm bike. Her kesê ku madeyekê diceribîne yan carinan bi kar tîne, nayê wê wateyê ku ew bengî ye. Bengîtî rewşeke kronîk e ku tê de takekes kontrola xwe ya li ser bikaranîna madeyê bi temamî winda dike

Bengîtiya madeyan, yek ji pirsgirêkên herî girîng û aloz ên tendirustî û civakî yên serdema me ye ku wekî nexweşiyeke gerdûnî, bêyî ku cudahiyê bixe navbera netewe, çîn û zayendê, bi awayekî kûr bandorê li takekes, malbat û tevna civakê dike. Ev pirsgirêk hem jiyana takekesan tarûmar dike hem jî bi barê xwe yê li ser sîstema tendirustiyê, kêmbûna hêza hilberînê û zêdebûna sûcan, zirareke mezin a aborî jî digihîne civakan. Ligel bandora wê ya berfireh, di navbera nêrîna civakî ya li ser bengîtiyê û rastiya zanistî de valahiyeke mezin heye. Di civakê de, takekesên bengî gelek caran wekî mirovên “bêîrade”, “biqisûr” an “gunehkar” tên deqkirin. Ev deqkirin (stîgmatîzasyon) ku ji nezaniyê derdikeve holê, dibe sedem ku kesên bengî xwe veşêrin, şerm bikin û ji lêgerîna alîkariyê dûr bikevin. Ev yek êşa wan kûrtir dike û li pêşiya çareseriyê dibe astenga herî mezin. Berevajî vê nêrîna şaş, derûnnasiya nûjen û zanista tibê bengîtiyê ne wekî qelsiyeke exlaqî lê wekî nexweşiyeke mêjî ya aloz û kronîk pênase dikin ku pêdivî bi têgihîştin, piştgirî û dermankirineke profesyonel heye. Di dîroka mirovahiyê de madeyên hişbir her tim ji bo armancên cuda hatine bikaranîn; carinan ji bo kêmkirina êşê, carinan ji bo zewqê û carinan jî di ayînên olî de. Lê îro, belavbûna van madeyan û bi awayekî hêsanî bidestxistina wan, vê pirsgirêkê kiriye yek ji gefên herî mezin ên li ser tendirustiya giştî.

Berî her tiştî, divê mirov cudahiya di navbera “bikaranîna madeyê” û “bengîtiya madeyê” fêm bike. Her kesê ku madeyekê diceribîne yan carinan bi kar tîne, nayê wê wateyê ku ew bengî ye. Bengîtî rewşeke kronîk e ku tê de takekes kontrola xwe ya li ser bikaranîna madeyê bi temamî winda dike û tevî hemû zirarên fîzîkî, derûnî, aborî û civakî yên ku dibîne jî nikare dev jê berde. Ev nexweşî bi çend nîşaneyên sereke xwe diyar dike. Yek ji van nîşaneyan geşepêdana toleransê ye ku tê wê wateyê ku bi demê re laşê mirov hînî madeyê dibe û ji bo ku heman bandora kêfxweşiyê bibîne, pêdivî bi dozên bilindtir çêdibe. Nîşaneyeke din a girîng derketina sîndroma bêparîbûnê ye. Dema ku takekes madeyê bi kar neyîne, nîşaneyên fîzîkî û derûnî yên wekî lerzbûn, xwêdan, serêşî, bêhntengî, hêrsokî, depresyon û anksiyete derdikevin holê. Ev nîşane ewqas dijwar in ku takekes ji bo ji wan xilas bibe, dîsa berê xwe dide madeyê. Takekesê bengî piraniya wext û enerjiya xwe ji bo peydakirin, bikaranîn an jî ji bandora madeyê xelas bibe xerc dike; ji ber vê yekê çalakiyên civakî, kar, dibistan û malbata xwe îhmal dike. Guherînên di reftar û kesayetiyê de jî diyar dibin; dibe ku takekes bibe kesekî diz, derewker, ji derdora xwe dûr bikeve û guh nede paqijiya xwe ya şexsî. Windakirina kontrolê jî stûna sereke ya bengîtiyê ye; takekes dixwaze bikaranînê kêm bike an rawestîne lê hemû hewldanên wî bi ser nakevin. Gotina “gava ez bixwazim, ez dikarim dev jê berdim” gelek caran xapandineke ku takekes bi xwe dike û nîşaneke zelal a vê windakirina kontrolê ye.

Berê dihate gotin ku bengîtiya fîzîkî û ya derûnî ji hev cuda ne. Lê îro êdî ev nêrîn hatiye guhertin û em dizanin ku ev her du alî bi hev ve girêdayî ne û em behsa nexweşiyekê dikin ku hem laş û hem jî derûnî dixe bin bandora xwe. Madeyên ku dibin sedema bengîtiyê gelek in û li gorî bandora xwe ya li ser sîstema rehikan a navendî dabeş dibin. Hin ji wan wekî depresan (mîna alkol, eroîn û dermanên xewê) mêjî û laş sist dikin, hin wekî stîmulan (mîna kokaîn, amfetamîn û ekstazî) enerjî û hişyariyê bi awayekî sexte bilind dikin, û hin jî wekî halusînojen (mîna LSD û esrara sentetîk) têgihîştina rastiyê xerab dikin. Her yek ji van madeyan bi awayekî cuda bandorê li mêjî dike lê encama dawî ya hemûyan yek e: ew, kesayetî û jiyana mirov dîl digirin.

Çima mirov dikevin çerxa bengîtiyê?

Pirsa herî girîng belkî jî ev e: “Çima?” Bersiva vê pirsê ne hêsan e û ji bo her takekesî ne yek e. Bengîtî ji ber yek sedemê dernakeve holê; ew encama lihevketina gelek pêkhateyên rîskê yên biyolojîk, derûnî û civakî ye. Ev nêrîn wekî “modela biyopsîkososyal” tê binavkirin û ji bo fêmkirina bengîtiyê rê li ber me vedike.

Pêkhateyên biyolojîk û derûnî: Faktorên genetîkî di meyla ber bi bengîtiyê de roleke girîng dilîzin; di çîroka malbatê de hebûna bengîtiyê rîskê zêde dike. Lê sedema bingehîn a biyolojîk, bandora madeyan a li ser sîstema xelatê ya mêjî ye. Madeyên hişbir bi awayekî sûnî asta kîmyewî ya bi navê dopamîn ku wekî ‘molekula kêfxweşiyê’ tê zanîn, di mêjî de bi awayekî derasayî zêde dikin. Mêjî, ji bo ku xwe li hemberî vê lehiya dopamînê biparêze, bi demê re hestiyariya xwe kêm dike û hejmara reseptorên dopamînê dadixe. Ev yek dibe sedem ku takekes êdî ji çalakiyên normal ên jiyanê (xwarin, sohbet, werzîş) kêfê negire û ji bo ku heman hesta kêfxweşiyê bijî, tenê bi madeyê bigere. Ji aliyê derûnî ve, gelek caran, bikaranîna madeyê wekî hewldaneke “xwe-derman-kirinê” dest pê dike. Takekesên ku bi nexweşiyên derûnî yên wekî depresyon, anksiyete, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (NSPT) re rû bi rû ne, dibe ku ji bo sivikkirina êş û azarên xwe yên derûnî berê xwe bidin madeyan. Mînak, takekesekî ku ji ber fobiya civakî nikare bi rehetî têkeve nav mirovan, dibe ku berî derkeve pêş civatekê alkolê vexwe da ku tirsa wî kêm bibe. Di destpêkê de, made dikare hestên wekî valahî, xemgînî an tirsê bi awayekî demkî rawestîne. Lê ev çareseriyeke sexte ye; bi demê re, ew made bixwe dibe pirsgirêka herî mezin û nexweşiya derûnî ya heyî jî girantir dike. Têkiliya di navbera bêpergaliyên kesayetiyê (bi taybetî kesayetiya dijcivakî û sînorî/bordirlayn) û bengîtiyê de pir xurt e.

Pêkhateyên civakî û derdorî: Mirov di valahiyê de najî. Derdor, malbat û civaka ku em tê de ne, bandoreke mezin li ser me dikin. Malbat di destpêkirina bikaranîna madeyê de faktoreke sereke ye. Lêkolîn nîşan didin ku pirsgirêkên navmalbatî, kêmasiya danûstandinê, nebûna hezkirin û piştgiriyê an jî di malbatê de hebûna takekesekî din ê bengî, bi taybetî ji bo ciwanan rîskê zêde dike. Malbatên ku nizanin pirsgirêkên xwe çareser bikin, berpirsiyariyên giran bidin zarokan û sînoran datînin, zemîneke xurt ji bo bengîtiyê ava dikin. Ji ber vê yekê ye ku em ji bengîtiyê re dibêjin “nexweşiya malbatê”. Li gel malbatê, derdor û heval jî pir girîng in, nemaze di serdema ciwaniyê de ku serdemeke lêgerîna nasnameyê ye. Meraq, hewldana xwe-îspatkirinê û zexta hevalan dikare ciwanan ber bi ceribandina madeyan ve bibe. Di serdema dîjîtal de, di medyayê û fîlman de xemilandin û xweşkirina bikaranîna madeyan jî ciwanan teşwîq dike. Herwiha, divê em pirsgirêkên civakî yên berfireh jî ji bîr nekin. Travmayên mezin ên civakî yên wekî şer, koçberî, xizanî û bêdadî, stres û bêhêvîtiyê zêde dikin. Takekesên ku trawmayên giran jiyane, ji bo ku êşa xwe ya laşî û derûnî kêm bikin, dibe ku bibin bengiyên dermanên êşbir.

Rêya başbûnê

Baş e, gelo çareserî heye? Bêguman, erê. Bengîtî nexweşiyek e ku dikare bê dermankirin. Lê divê em zanibin ku ev ne pêvajoyeke hêsan û bilez e. Gotina “ez ê wî/wê razînim nexweşxaneyê, piştî hefteyekê dê baş bibe” nêrîneke şaş e. Ji bo dermankirineke serkeftî, pêdivî bi nêzîkatiyeke piralî û demdirêj heye. Armanc ne tenê terikandina madeyê ye, avakirina jiyaneke nû û biwate ye jî.

Ji bo ku ev pêk were, nêzîkatiyeke multîdîsîplîner şert e. Wekî ku gelek pispor diyar dikin, dermankirin divê li ser bingeha “modela biyopsîkososyal” be. Ev tê wateya ku divê piştgirî di sê warên sereke de bê dayîn. Ya yekem piştgiriya tibî ye ku bi taybetî di qonaxa destpêkê de ji bo ku takekes bikaribe bi nîşanên bêparîbûnê re serî derbixe, pir girîng e. Ev pêvajo wekî “detoks” tê binavkirin û divê di bin kontrola bijîşkan de be. Ya duyem û belkî jî ya herî girîng, piştgiriya derûnî ango terapî ye. Di terapiyê de armanc ew e ku takekes li ser sedemên ku ew ber bi madeyê ve birine bisekine. Terapî alîkarî dike ku takekes ji bo serederîkirina bi stres û hestên neyînî re rêbazên nû fêr bibe. Teknîkên wekî “hevdîtinên motîveyî” tên bikaranîn da ku daxwaza takekes a ji bo guherînê xurt bibe, ne ku bi zorê tiştek lê bê ferzkirin. Di van hevdîtinan de, girîng e ku pispor bi empatî nêzîk bibe, ji gengeşî û darizandinê dûr bisekine û berpirsiyariya guherînê bixe stûyê takekesê bengî. Stûna sêyem a başbûnê piştgiriya civakî ye. Wekî ku pisporên xizmeta civakî dibêjin, “civakîbûn derman e, civakîbûn çareserî ye”. Pêwîst e ku malbat perwerde bibe û fêr bibe ka dê çawa bi awayekî rast piştgiriyê bide endamê xwe yê nexweş. Piştî dermankirinê, divê derfetên weke kar, xanî û çalakiyên civakî bên avakirin da ku takekes bikaribe jiyaneke nû ava bike. Bêyî vê “jinûveyekparebûna bi civakê re” (rehabîlîtasyona civakî), rîska ku takekes dîsa vegere ser madeyê pir bilind e.

Divê em ji bîr nekin ku başbûn pêvajoyeke demdirêj e. Carinan dibe ku lêvegerîn (relaps) çêbibe, ango takekes dîsa dest bi madeyê bike. Ev nayê wê wateya têkçûnê an qelsiya îradeyê. Wekî nexweşiyên kronîk ên din mîna şekir an hîpertansiyonê, bengîtî jî nexweşiyek e ku bi başbûn û carnan bi paşveçûnê re diyar dibe. Girîng e ku lêvegerîn ne wekî dawiya rê, lê wekî beşek ji pêvajoya fêrbûnê bê dîtin. Her lêvegerîn derfetek e ku takekes û terapîst sedemên ku rê li ber vegerê vekirine nas bikin û ji bo pêşerojê stratejiyên nû û bihêztir deyinin. Ya girîng ew e ku mirov dev ji dermankirinê bernede, ji tecribeyên xwe dersan derxîne û rêya başbûnê bidomîne.

Rola stratejîk a rêveberiyên herêmî di têkoşînê de

Di têkoşîna berfireh a li dijî bengîtiyê de, rêveberiyên herêmî xwedî roleke stratejîk in, ji ber ku ew wekî saziyên herî nêzîkî gel, xwedî potansiyela afirandina polîtîkayên rasterast û bibandor in. Di vê çarçoveyê de, stûna yekem a polîtîkayan divê li ser pêşîlêgirtinê were avakirin. Bi vekirina navendên ciwanan, pirtûkxane, qadên werzîşê û atolyeyên hunerî, rêveberiyên herêmî dikarin ji bo ciwanan qadên civakîbûnê yên ewle û erênî biafirînin da ku ew enerjiya xwe di warên afirîner de xerc bikin. Di heman demê de, lidarxistina kampanyayên hişyarkirinê yên periyodîk li dibistanan û piştgirîdayîna semînerên ji bo malbatan derbarê rêbazên danûstandina saxlem, bingeha mertaleke civakî ya xurt datîne.

Ligel hewldanên pêşîlêgirtinê, stûna duyem avakirina mekanîzmayên piştgirî û dermankirinê ye ku her kes bi hêsanî xwe bigihîne wan. Avakirina navendên şêwirmendiya derûnî yên bêpere, derfetê dide takekes û malbatan ku bêyî fikareke aborî alîkariyê bixwazin. Di rewşên krîtîk de, “xetên alîkariyê” yên telefonê ku her dem çalak bin, xwedî roleke girîng e. Bêguman, ji bilî binesaziya fizîkî, perwerdekirina personelên şaredariyan, bi taybetî zabite û xebatkarên civakî, krîtîk e da ku bi takekesên bengî re ne bi çavê darizandinê, bi nêzîkatiyeke mirovane û alîkar tevbigerin.

Lê belê, dermankirin bi tena serê xwe têrê nake. Serkeftineke baş bi rehabîlîtasyona civakî ya bibandor pêkan e ku ev jî stûna sêyem a têkoşînê ye. Piştî ku takekes dermankirina xwe diqedîne, divê di nav civakê de bi tenê neyê hiştin. Ji bo van kesan vekirina kursên pîşeyî, ji bo ku ew ji xwe re hunerekê fêr bibin û xwebaweriya xwe ji nû ve bi dest bixin, gaveke bingehîn e. Ev pêngav, bi afirandina derfetên kar bi hevkariya karsazên herêmî re digihîje armanca xwe. Herwiha, peydakirina stargehên demkî an jî ji bo kesên ji ber nexweşiyê bêmal mane piştgiriya madî ya bo kirê, pêvajoya wan a jinûve-tevlîbûna civakê baştir pêk tîne.

Ji bo ku ev hemû hewldanên piralî bigihîjin armanca xwe, divê rêveberiyên herêmî wekî kordînator rola xwe  bilîzin. Serkeftina vê têkoşînê, girêdayî hevkariyeke xurt a di navbera hemû saziyan de ye. Ji ber vê yekê, divê bi avakirina platformên wekî “Lijneyên Têkoşînê yên Herêmî”, hemû alî werin cem hev da ku daneyan berhev bikin û li gorî rewşa taybet a herêmê çareseriyên guncaw biafirînin. Tenê bi van gavên berfireh û yekgirtî, rêveberiyên herêmî dikarin vê pirsgirêka giran ji ser milê takekes û malbatan rakin û bikin dozeke ku tevahiya civakê bi hev re li dijî wê têdikoşe.

Encam

Bengîtiya madeyan pirsgirêkeke civakî ya berfireh e û çareseriya wê jî divê civakî be. Darizandin, şermezarkirin û deqkirin (stîgmatîzasyon) alîkariyê nakin; berevajî vê, ew takekesan bêhtir tenê dihêlin û wan di nav çerxa nexweşiyê de heps dikin. Hevalbendê herî mezin ê bengîtiyê nezanî û bêdengî ye. Ji bo ku em bikaribin vê pirsgirêkê çareser bikin, divê em nêrîna xwe biguherînin; li şûna ‘modela exlaqî’ ya ku takekes wekî berpirsiyar dibîne, divê em ‘modela biyopsîkososyal’ a ku nexweşiyê di çarçoveyeke berfireh de dinirxîne esas bigirin. Ev tê wateya ku divê em wek civak fêm bikin ku bengîtî ne nîşaneya qelsiyê ye lê nîşaneya êşeke kûr e.

Peyama dawî ji bo malbatan û civakê ev e: Li şûna ku hûn bipirsin “Te çima wisa kir?”, bipirsin “Tu çawa yî, ez çawa dikarim alîkariya te bikim?”. Li şûna ku hûn deriyan li rûyê wan bigirin, deriyên dilê xwe ji wan re vekin. Pêdiviya takekesên bengî ne bi şîretên exlaqî, bi têgihîştin, hezkirin û piştgiriyeke profesyonel heye. Bi avakirina malbatên bihêz, civakeke ku piştgiriyê dide endamên xwe û rêveberiyên herêmî yên ku berpirsiyariya xwe bi cih tînin, em dikarin bi hev re li hemberî vê nexweşiya giran têbikoşin û rê li ber jiyaneke saxlemtir vekin.

Çavkanî

Aladağ, E., & Gündüz, G. (2018). Pîşeya xizmeta civakî di tedawiya bengîtiya madeyan de. Psychology Kurdî, 2(6), 43-51.

Aslan, S. (2018). Bengîtiya madeyan bi kesên kamil re. Psychology Kurdî, 2(6), 38-42.

Doğan, S. (2018). Taybetmendiyên hevdîtinên bi kesên bengî re. Psychology Kurdî, 2(6), 65-68.

Kizilhan, J. İ. (2018). Nexweşiya stresê ya piştî trawmayê û bengîtiya dermanên êşbir. Psychology Kurdî, 2(6), 3-10.

Nisêbînî, L. (2018). Nexweşiyên derûnî û bengîtiya madeyan. Psychology Kurdî, 2(6), 56-64.

Ögel, K. (2018). Hevpeyvîn bi Prof. Dr. Kültegin Ögel re [Hevpeyvîn ji aliyê Ebru Akkoyun]. Psychology Kurdî, 2(6), 25-31.