Sendikaya Karkerên Madenê ya Tirkiyeyê (Maden-Îş), plan kiribû ku di 1ê Tebaxê de grevê bide destpêkirin. Lê bi îmzeta Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan bi hinceta “”di wesfê xerakirina ewlehiya neteweyî de ye” hat qedexekirin. Biryara Serokomar di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di biryarê de hat gotin ku biryara grevê ya Maden-Îşê “di wesfê xerakirina ewlehiya neteweyî de ye”. Biryara grevê, bi hinceta navborî 60 rojî hat taloqkirin.
Di navbera aliyan de li ser bazariya zemê ku 600 karkerên cemaweriyê eleqedar dike, li hev nehatibû kirin.