2 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nameyeke dereng (3-4)

 Di serdema ceng û seferên xaçperestan ên li hember Rojhilat de, welatên Ewropayê ne bêsebeb soza piştgiriyê dane komarbajarên Îtalyayê;  ”Katê kutahî bi şerên `olî` yên vê demê hat, kontorola împaratoriyeke dewlemend di destê Venedik, Genua û Pisa de bû.

Her bahwerî û dîn dîrokeke xwe heye û di mercên cuda yên civakî û desthilatdariyê de xuyabûne, stewyane û şax vedane. Xaleke hevbeş ya hemû ol û şaxên wan hene, wekî ji pêwendiyên newekheviyên sosyo-aborî û hiyerarşîke desthilatdariyê ya danûstandinê belav bûne.

 Dînê Zerdeştî dîjî xerabiyê doza qenciyê dike. Di vê dualizmê, ango şerê di nava qencî û xerabiyê de,  rojekê wê Xwedayê li jor (Ahûra Mazda) dê zora wekîlê xerabiyê (Ehrîman) bibe.  Zerdeştî di demeke dûr û dirêj de avabûye. Keyayê farisan ê wê demê, xwarziyê kurdan Daryûs (549 – 486 BZ), Zerdeştiyê wek ola dewletê dipejirîne.                                                              

 Di amblema Zerdeştiyê de, li cihê rojê, peykerê “xwe” datîne. Bi hin guhertinan ve li nav farisan îca  Zerdeştî û desthilatdarî bi hevdu re di yek sengerê de ne. Şop û reqereqa nalên hespên wî heta Darê (Dara), ya li bakurê Girê Amûdê, deriyê Newala Qurdîsê hatiye û ber bi rojava ve çûye û hey çûye. Dûra jî Serhas, girêdana  bavê xwe Daryûs û Zerdeştiya nû, emanetê bavê xwe li ser pala dîwarê başûrê Dêra Axtamarê (Wan) bi cîh kiri ye.

Çi Daryûs û çi jî Serhas, dualizma zerdeştiyê ji xwe û desthildariyên xwe re bikar anîne, ji bo serê xelkê jêkin gelek fitû derxistine. Melayên dewleta farisan, Îran, vê carê di bin oleke din de, hîna jî dev ji hovîtiya bav û papîrên xwe bernedanê.

Mûsa karmendekî firewnê Misrê ye. Di ser derya û çola Sîna re, beşek ji koleyan ji bindestî û çavsoriya desthilatdariyê azad dike. Ev pergala jiyanê li gor cihûyan li çiyayê Tor, “Xwedê wehî ji Mûsa re şandiye”. Gotiye: “ Yahûdî  qewmê bijarte yê  Homa ye!”  Belkî loma jî Ola Musevî, ji pelik û defteran bêhtir norma rengê jiyanê ye.                              

Gelo ji bo ji yên derdorê xwe bêne naskirin rahibên cihûyan fitwa sunetê derxistine?  Gelo milîtantî û tundîtiya cihûtiyê ji vir têt? Lewra xalên ji bo serdema hatina Mesîh bi rêz kirine, ji yên baweriyeke dîndarî bêhtir dişibe peyrevekî polîtîk. Dewleta Îsrail li ser vê şopê didome û dev  jê  bernade. Pêwîstiya xelkê cihû û ne cihû bi vê pozbilindiyê nîn e.

Bi qasî ku spekulasyon (texmînî) di derbarê  Îsa de hene belkî  di derheqê ti pêxemberkî din de tune be. Li zanyariya wî, tahamula wî û li ser çêbûn û ”çûn û hatina” wî ya asîman, pir çîrok û çîvanok hatine gotin. Rê bidin min ez bêjim ku Îsa pêxember li hember Împaratoriya Romayê serî netewandiye. Li tenişta olên din, doktirîn û hînkirina xiristiyaniyê, roj bi roj di nav komelanên xelkê  de cîh digre. Tevlihevî, rûdan û guhertinên li  Împeratorya Romayê, giraniya xiristaniyê zêdetir dike.

 ca navenda Împaratoriya Romayê, li şûna bajarê Romayê, Konstannopolîs e. Sala 325 an, di cîvîna li bajarê Ni`kaia (İznik-Tirkî) de, Keyser Konstantîn bi 250 bîskopan ve, xiristiyaniyê wek dînê dewletê hildibijêr in. Sala 380yî, bi civîna li Mîlano Keyser Theodorios olên  din qedexe dike. Di nav desthilatdariya Împaratoryê û xiristiyaniyê re ev av derbas dibe. Bi hêzbûna xiristiyaniyê ve, nemaze li Ewropayê, papayên desthilatdar, gelek mirov di

nav rivênên agirê komên êzingan de şewitandine. Hunerên leşkerên ku Încîl di destekî de, di destê din de rim, an şûr, an jî tîr û kevan, di bin unîforma xwe de, polayê hunandî li  xwe pêçandî, em dizanin. Wêneyên wan yên dawî  500- 600 sal berê, li Latîn Amerîka xwe nîşanî me dikirin.

Nameyeke dereng (4)

Di serdema ceng û seferên xaçperestan ên li hember Rojhilat de, welatên Ewropayê ne bêsebeb soza piştgiriyê dane komarbajarên Îtalyayê;  ”Katê kutahî bi şerên `olî` yên vê demê hat, kontorola împaratoriyeke dewlemend di destê Venedik, Genua û Pisa de bû. Kolonyalistên Îtalî piraniya xenîmetên xwe bidest xistin. Bazirgan û bankêr li benda şîpa dewlemendiyên ji Orientê bûn.”   Derbarê bazirganiya bi Orjentê re, dibêje yek ji zanyarên xwedî gotin, John A. Hobson û berdewam dike:  ”Bi vî rengî bingeha bazirganiya bi rantê hate avêtin. Vê bazirganiyê dewlemendiyên li welatê rojavayê Ewropayê komî ser hev kir û mîxê pêşketina bi duv re, ya metodên berhema kapîtalistî li van welatan danî.”

 Serdema sedsalên 12 û 13yan, li Îtalyayê em rastî  van şopên xwe  organîzekirina kapîtalistî tên. Dewlemendiyên ji Rojhilat têra hilberîneke berfireh û cidî ya kapîtalistî nedikirin. Pêwîstî bi herkeke kapîtal a mezin hebû.

Biservebûna zêr û zîvên li Amerîka, qirkirina şêniyên xwedî cih, dagirkirina Hindistanê, nêçîra mirovên reşik ji bo di madenan de mîna koleyan kar bikin, bazirganiya kolan, sazkirina heremên himandî yên li Afrîkayê, zordestî, talan û gelek karên hovane didin pey hev û ji sedsala 15yan û vir ve bi qasî pêwîstî pê heye kapîtal komî ser hev dibe.

Her wiha xiristiyaniyê jî ji van guhertinên dabûn pey hevdû para xwe standiye. Papazê alman M. Luther li hember katolîktiyê serî hildide. İncîlê  werdigerîne almanî ku herkes bikaribe bixwîne. Li dijî seneda ku mirov dikarîbû gunehê xwe bikire derdikeve. Li gor M. Luther bawerî xaleke ferdî ye û gerek mirov kesî neke nav xwe û xwedayê xwe. Her wiha li dijî ”şerê pîroz” jî bû. M. Luther bi 95 testên  reformasyona xwe ve, mecalên pêl û meydanek guftûgoyan afirand…(didome) 

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê