Pêvajoya di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Dewleta Tirk de hat astek girîng. Bi taybetî piştî merasîma çek şewitanadinê ya gerîlayên azadiyê merhaleyek girîng hat derbaskirin. Ev gava yek alî ya dawî bû.
Ji destpêka pêvajoyê heta niha Rêber Ocalan bangawaziya 27ê sibatê kir, piştre Tevgera Azadiyê li ser vê bangê 12emîn Kongreya Paratiyê pêk anî û biryara dawîkirina şerê çekdarî û fesihkirina partiye da. Herî dawî jî li ser banga Rêber Ocalan bi merasîmekê komek şervanan çek şewitandin.
Tevgera Azadiya Kurdistanê bi van gavan nîşanî herkesê da ku ji bo aştiyê amade û samîmî ne. Gavên herî dawiyê gavên di destpêkê de avêtin. Wekî Rêber Ocalan di bangawaziya 27ê sibatê û videoya 9ê tirmehê de, Tevgera Azadiyê di Kongreya 12emîn û Merasîma Çek Şewitandinê de daxuyand êdî wezîfe dikeve ser milê Dewleta Tirk.
Çiye ev wezîfe? Çewa Rêber Ocalan û Tevgera Azadiyê gavên ber bi çav avêtin û berpirsyariya xwe bi cih anîn, divê Dewleta Tirk jî demildest wezîfeyên xwe bi cih bîne. Ev jî derxistina zagonên entegrasyonê û azadiyê ne.
Heta niha dewletê zede gavek neavitiye. Rast e, tecrîda li ser Rêber Ocalan heta astekê hate sistkirin. Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava sekinîn. Herwiha heta radeyekê êrîşên li hemberî gerîlayên azadiyê jî kêm bûm. Lê cardin jî dem dem gef û êrîşên dewletê didomin.
Di aliyê pevajoyê de hind daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî hene. Serokê TBMMê bangawaziya avakirina komisyonê kir. Lê xuyaye ku ev hewldan têrê nake û qels dimîne. Diviya ligel merasîma çekşewitandinê komisyona meclisê jî ava bibûya. Bes ev du hefte di ser re derbas bûn lê hêj komisyon nehatiye avakirin.
Li Tirkiyeyê der barê avakirin û xebata komîsyonan de fikarên mafdar ên girîng hene. Tê gotin ku tu nexwazî karek çareser bikî hewaleyê komîsyonekê bike. Lê rastiyek pir zelal heye ku komîsyon ne xebite û zagonan derneke êdî pêvajo nameşe. Ji bo wê dewlet komîsyonek çalak ava neke herî zêde dê xwe bixapîne.
Baş e divê komîsyon çi bike? Li gorî nîqaşên bi dewletê re tên meşandin divê zagonên entegrasyon û azadiyê derbixe. Çine ev? Ji zagonên entegrasyonê tişta tê qestkirin ew e ku hemû zagonên li dijî kurdan hatine derxistin û bikaranîn ji holê bên rakirin. Ku şervanên azadiyê, girtiyên siyasî û hemû kesên ji ber dozan bi neçarî derketine derveyî welat bikaribin vegerin û tev li siyasete bibin.
Bêguman ev zagon jî dê wekî efûyekê nebe. Tu endamên Tevgera Azadiyê tiştek bê efûkirin, ne kirine. Ji bo wê divê zagonek hemû dosyayên der barê kurdan û kesên bi sedemên siyasî ketine girtîgehê de bên fesihkirin.
A din jî zagonên azadiyê ne. Bi van zagonan jî divê ji mafê xwe îfadekirina raman û baweriyê bigire heta zagonên mafê xwe rêxistinkirinê, ziman, çand, rêveberiyên herêmî û hemwelatiya wekhev bên derxistin. Sazî, dezgeh û rêxistinên gelê kurd bên nasîn û hemû zagonên nasname, çand, dîrok, ziman û çûnda kurdan tune dihesibînin, asteng û qedexe dikin ji holê bên rakirin.
Ku zagonên entegrasyon û azadiyê hatin derxistin bêguman dê pêvajoya danîna çekan jî berdewam bike. Lê ev nayê wateya ku têkoşîn dê rawest e. Hem jî bo dewlet van gavan bi lezgînî bavêje hem jî kurd mafên xwe zêdetir bikin, mafên nû bigirin û van mafan bêparêzin divê asta têkoşînê bê bilindkirin.
Wekî tê zanîn li Kurdistanê tu maf bi hêsanî û bêbedel nehatin bi destxistin. Ev rêgez ji niha û pê ve jî derbasdar e. Gelê kurd çiqas xwe rêxistin bike, têkoşîn û berxwedanê mezin bike dê ew qas bikare mafên xwe bi dest bixe û biparêze. Ji bo wê ev pêvajo pêşiya têkoşînê zêdetir vedike û derfetên mezintir dike.
Divê herkes barê dikeve ser milê xwe rake û tev li vê pêvajoyê bibe. Gelê kurd xwediyê vê tecrûbe û danehevê ye. Dê teqez hem mafên xwe bi dest bixe û biparêze û hem jî dê ji gelê Rojhilata Navîn û cîhanê re jî bibe mînak.