Serokê meclisê Numan Kûrtûlmûş û nûnerên partiyên siyasî di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo avakirina komisyona ku pirsgirêka Kurd çareser bike di 18ê Tirmehê de kom bûn. Biryar hat dayîn ku komîsyona tê plankirin li meclisê bê avakirin, bi însiyatîfa Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş bê avakirin. Hat diyarkirin ku dê komîsyon herî kêm ji 44 endaman pêk bê. Hemû serokên koma wekîl ên ji aliyê partiyên ku li parlementoyê tên temsîlkirin ve hatin diyarkirin, beşdar bûn. Lê ÎYÎ Partî bi awayekî teqez diyar kir ku di vê merheleya civînê de dê endamekî nedin komîsyonê. Di hevdîtinê de gelek mijarên têkildarî komîsyonê jî hatin destgirtin. Di nava mijarên hatin nîqaşkirin de, komîsyoneke çawa bê avakirin bû. DEM Partî, CHP û Partiya Yenî Yolê beriya niha di pêşnûmeya ku pêşkêş kiribûn de pêşniyara avakirina komîsyonê bi qanûnan kiribûn. Lê biryar hat dayîn ku li şûna bi qanûnan bê avakirin, komîsyon yekser bi însiyatîfa serokê meclisê bê avakirin. Hat tespîtkirin ku komîsyon wê bi însiyatîfa Kûrtûlmûş bê avakirin.
Zemîna qanûnî û hiqûqî şert e
Têkildarî komisyona ku bê avakirin Serokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban demeç da rojnameya Ozgur Polîtîkayê û got: “Di pêvajoya aştiyê ya 2013-2015an de ji ber komîsyon nehat avakirin û zemîna qanûnî û hiqûqî pêş neket, pêvajo hat xerakirin. Divê zagonên ku ewlehiya şandeyê û komîsyonê biparêze bên avakirin û komîsyon li ser zemîna hiqûqî û qanûnê bê avakirin. Kijan partî û sazî bixwaze divê karibe tev li komîsyonê bibe.”
Komîsyon dikare bibe mînaka aştiyê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li navenda xwe daxuyanî da û xwest bi lez komîsyon bê avakirin û got: “Bêyî dem derbas bibe divê komîsyon bi lez bê avakirin. Divê ev komîsyon ne tenê ji bo danîna çekan bikeve nava hewldanan. Mijarên bi vî rengî jî tên nîqaşkirin. Pirsgirêka bingehîn, vîna siyasî ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û rakirina astengiyên girîng ên li pêşiya vê çareseriyê ye. Ev komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê biafirîne. Bi rastî jî di pêşerojê de belkî di pêvajoya pevçûn û çareseriyê de pêvajoya ku li Tirkiyeyê berdewam dike ji aliyê aliyên ku tevlî pevçûn û çareseriyê bûne ve bi baldarî weke modela aştiyê bên lêkolînkirin.”
Xebata komîsyonê hîn ne zelal e
Meral Daniş Beştaş jî ji Rojnameya Xwebûnê re axivî. Meral Daniş anî ziman ku di serî de wan xwest ku ev komîsyon li gorî qanûnekê bê avakirin û di bingeha vê komîsyonê de qanûn hebe û wiha got: “Birêz Ocalan jî di hevdîtinên xwe de xwestibû ku komîsyon li ser bingeha qanûnê ê avakirin. Lê desthilatê di civînan de ev qebûl nekir. Lê gotin em ê bi biryara Serokê Meclisê Nûmar Kurtulmuş vê komîsyonê ava bikin. Xwestin ev komîsyon li ser serokê meclisê bê avakirin.”
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser nêzîkatiya partiyên li meclisê û wiha axivî: “Heta niha hemû partiyên ku komên wan di meclisê de hene, ji xeynî ÎYÎ Partî tevan gotin em ê tev li komîsyonê bibin. Dîsa yên di meclisê de û komên wan tune jî, dê ji her partiyekê kesek beşdar bibe. Ev jî bi îhtîlameke mezin erênî hatiye dîtin.”
Meral Daniş Beştaş, da zanîn ku ji bo komîsyon bê avakirin û dest bi xebatê bike civîneke wan maye û wiha berdewam kir: “Ev civîn dê di van rojan de pêk bê. Piştî çivin pêk hat, dê komîsyon ava bibe û plansaziyekê dîne pêşiya xwe. Li ser komîsyonê gelek niqaş û pêşniyar hene. Dê li ser çi xebatê bike, li ser çi esasî bê avakirin û çi plansaziyê dîne pêşiya xwe, li ser van xalan gelek niqaş têne kirin. Heta niha dê çi dîne pêş xwe û plansaziyek çawa bike hîn ne zelal e. Em dixwazin komîsyonê li saziyên demokratîk, saziyên jin û ciwanan guhdar bike. Dîsa em dixwazin komîsyon bi hiqûqnas, rewşenbîr û nûnerên civakê re hevdîtin bike û li wan guhdarî bike. Em dixwazin şandeyan ava bike û li saziyan bigere û lêkolînê bike. Divê mijarên berfireh bigire dest. Çima pirsgirêka kurd derket û çima heta îro hat? Divê vê meseleyê lêklîn bike. Îro çi pirsgirêk hene? Li pêşiya çareseriyê çi astengî û xetere hene? Em dixwazin van meseleyan tevan niqaş bikin û li gorî wê xebatê dînin pêş xwe. Divê komîsyon ji bo çareseriyê bê avakirin û ji bo çareseriyê gavan bavêje. Divê qanûnan pêşniyarî meclisê bike û karibe qanûnan çêke.”
Meral Daniş, helwesta hikûmetê jî rexne kir û got: “Lê bi qasî em fam dikin û tê axaftin, desthilat dibêjien ‘Tenê ji bo çekdanîn û çekşewitandinê’ em komîsyonê ava bikin. Bêtir li ser endamên PKKê yên çek şewitandine dê rewşa wan a hiqûqî û siyasî çibe, dixwazin li ser vê mijarê komîsyonê bidin xebitandin. Lê naveroka komîsyonê û xebatên komîsyonê dê di dawiya hefteyê de diyar bibe.”
Meral Daniş Beştaş li ser kesên beşdarî komîsyonê bibe jî rawestiya û ev agahî dan: “Ji her sasî û partiyan her kes nikare beşdarî komîsyonê bibe. Lê partiyên tev li komîsyonê bibe, dikare bi her partî, sazî û rêxistinên civakî û pisporan re hevdîtinê bike û lêkolîn bike. Pêşiya partiyên tev li komîsyonê bibe vekirî ye. Bandora partiyên ku beşdarî komîsyonê nebe, em ê di demên pêş de şênbertir bibînin. Lê divê her kes ji bo vê xebatê kar bike û kedê bide. Divê her partî û sazî berbirsiyariyê bide ser milê xwe. ÎYÎ Partî û Zafer Partî li dijî çareseriyê ne. Li dijî hevdîtina Îmraliyê û rêxistinê ye. Li dijî mafê Kurdan e. Lê em dibêjin divê her kes di nava Aştî û Civaka Demokratîk de cih bigire û em sînorê wê fireh bigirin. Em bawer dikin ku dê komîsyon roleke baş bilîze. Ku em baş bixebitin em ê siberojê encama wê baştir bibînin.”
Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku partiyên wekilên wan li meclisê tune bin dê nikaribin tev li komîsyonê bibin û dê temsîliyeta wan di komîsyonê de tune be.
Meral Daniş herî dawî baş kişand ser şeklê xebata komîsyonê û wiha bi dawî kir: “Piştî komîsyon li meclisê ava bû, ev komîsyon dikare di bin xwe de jêrkomîsyonan ava bike. Ev jêrkomîsyon dikarin xebatên cida bimeşînin. Li ser naverok û şekle komîsyonê em pêşniyarên xwe parve dikin. Dê komîsyon çi bike û çawa bimeşe û komîsyonên jêra wan dê çawa ava bikin û çi bikin em pêşniyarên xwe tînin ziman. Divê komîsyonên jêr jî bên avakirin.”