Dêrsim ji bo milyonan kurd û elewiyan dîrokek e, heqîqatek e, evînek e, qibleyek e û erdnîgariyek e pîroz e. Dêrsim Warê Bava Dizgun, Bava Mûnzûr û Ana Fatmayan e. Dêrsim warê Aşiq û Derwêşan e, warê Seyît Riza, Elîşêr, Zarîfeyan e. Dêrsim warê Sarayan, Alî Haydar û Rizayan e. Dêrsim emanetê Seyît Riza ye. Çiyayên wê yên bilind, zinarên wê yên çav bi rondik; êş û azarên wê, serpêhatiyên wê, berxwedana wê, bîr û baweriya wê vedibêj e. Cihê bîr û baweriya Rêya Heq e. Mirov êş û derdê xwe ji bîra dike û li wî warê pîroz bar dike. Lê qet ew êş, azar û jana bi sedan salî kêm nake. Rondikên çavan zuha nake. Ji erdê wê bigire heta asîmanê wê, ji çiyayên wê bigire heta dol û newalên wê ji dar û deviyên wê bigire heta kevir û zinarên wê, ji teht û terîşên wê bigire heta şikeftên wê şahidî ji êş û azarên mezin ên dilsoj re kirine.
Dêrsim warê destan û efsaneyan e ku li her cihê wê şopên piyê Xizir, li her cihê ku hatiye jibîrkirin şopên mirovên kamil hene. Bêyî ku riza hebe, bêyî ku destûr hebe nabe ku kevirek ji erdê bê rakirin, nabe ku çiqilekî darê bê şikandin, nabe ku tu kulîlk û nebatekê biqurmuçînî. Ji bo ev çand, dîrok, bîr û bawerî neyên jibîrkirin, ji bo pêşî li polîtîkayên pişaftinê bê girtin bi salan e ku Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi dirûşmeya “Dêrsîm Jiyan e; Dest nede Xwezaya Min, Vîna Min, Zimanê Min, Baweriya Min” tê li darxistin.
Îsal jî ev mîhrîcan ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ve pêk hat. Mîhrîcana ku di 24ê Tîrmehê de dest pê kir heta 27ê Tîrmehê dewam kir. Di çarçoveya mîhrîcanê de çalakiyên cuda yên çand û hunerê hatin lidarxistin. Ev aliyekî wê yê baş e. Lê belê yên ji derve ji bo mîhrîcanê berê xwe didin Dêrsimê çiqas bi vê bîr û baweriyê tev digerin? Çiqasî ew feraset û hişmendiyê di xwe de dihwînin? Li gorî min mijara nîqaşê ye. Li aliyekî ji bo armanceke pîroz hewildan û tevgerek wiha pêş dikeve, li aliyê din jî bi hişmendiyeke dejenere dijberî vê armancê tevgerînek pêş dikeve.
Çavkaniya Çemê Mûnûr ya ji Çiyayê Bava Mûnzûr û herikîna wê ya pîroz armac dike ku jiyanê bi nirx bike û watedar bike. Lê belê li aliyê din girseyên mirovan ku ji derve tên û li rex wî çemî kon vedidin wê ax û ava pîroz jî qirêj dikin. Çand û bawerî bi vexwarina araqê û li derdora agirekî pîroz strîna çend stranan nayê parastin û pêşxistin. Ew serxweşî û kêfxweşî, dejenerebûyî û lumpenî ye. Di wateye xwe ya rastîn de lumpeniyeke kûr û xiyaneteke li çand, bawerî û nirxên vê civakê ye. Di heman demê de bêrêziyeke li dijî vî gelî, vê baweriyê ye.
Li aliyê din ew girseya bêrêz tam jî li dijî dirûşmeya “Dêrsîm Jiyan e; Dest nede Xwezaya Min, Vîna Min, Zimanê Min, Baweriya Min” a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê tev digerin. Lewre jiyanê qirêj dikin, xwezayê qirêj dikin, rêzê nîşanî nirxan û baweriyê nadin û bi şêwazekî bêvîn tev digerin. Gelo çiqas mafê vê girseya bêrêz yê qirêjkirina vê ax û warê pîroz heye? Ya pêwîst divê beriya her tiştî venêheriyek li ser kes û derdorên wiha pêş bikeve. Ew kesên ku li warê xwe nikare bi hêsanî û azadî li dijî nirxên civakê tev bigerin berê xwe didin Dêrsimê.