27 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di gerdûnê de avaniyeke marjînal: Mêjî

Sîesta Mîlano

Xwedîbûna hişê xwebûnê ya cureyê mirovan a wekî takekesan e. Takekesên mirovan ji bo ku bikaribin mafên xwe yên takekesî di sîstemekê de garantî bikin, avahiyeke civakî ya li ser takekesan bi normên etîk tê birêvebirin ava kirine.

Mêjî di gerdûnê da avaniyeke marjînal e. Peyva marjînal ji peyva fransî marginal tê û wateyên weke ” yekemin: xwemalî kêlekê, ne di nava mijara sereke de, not, an jî xemilandinên ku li kêleka derva ya pirtûkekê tên nivîsîn e. Duyemîn ya ku li dervayî pergala civakê dimîne” dihewîne. Sedema ku em vê têgehê ji bo mêjî bi kar tînin ew e ku; mêjî jî avahiyeke marjînal e. Xwedî avahiyeke xwedî înîsiyatîf e ku ji nîvenga ku tê da disekine cuda ye û nîvenga xwe jî teşe dike.

Delîlê bingehîn ê ku mêjî avaniyeke marjînal e ew e ku; peresînê ji aliyê anatomîk ve mêjî di cureyê mirov de li gorî organên din, di cihekî parastîtir û rêzepiletir de (di rehenda tîk de) bicih kiriye. Ji ber vê yekê, cihê cuda yê mêjî mînakeke baş e wek nîşaneya ka çima rewşên pir taybet weke hiş, di organeke wiha de derdikevin holê. Bi vê re, ku taybetmendiyên ku dikarin kar bikin (afirandina çandê) wek hiş û hiş tenê ji aliyê avahiyeke wiha ve tên afirandin ku ji aliyê anatomîk ve statûyeke marjînal bi dest xistiye, ne tesaduf e.

Dema ku em rastiyê difikirin, her çiqasî cîhgirtina anatomîk a mêjî ne sedemeke bingehîn be jî, ji bo afirandina hiş, çêbûna hişê fenomenal di organeke taybet de ku xwedî cihgirtineke taybet e, divê wek tesaduf neyê hesibandin. Ji ber ku di cureyê mirov de di navbera cihgirtina anatomîk a mêjî û rewşên ku li hemberî objektîfbûnê berxwedêr û îzole ne wek hişê analîtîk û hîn wêdetir ceribandinên me yên fenomenal de paraleliyek heye. Dema ku em cureyê mirov û hemû hebûnên ku di kategoriya ajalan de cih digirin berawird dikin, di rehenda tîk de statûya anatomîk a mêjiyê mirov di xala herî jor de tê avakirin, lê di hemû ajalan de her çiqasî hêlên wan biguhere jî, mêjiyên wan di rehenda horîzontal (berwarî) de tên avakirin. Yanê ku organeke weke mêjî ne di rehenda horîzontal de lê di rehenda tîk de be, rewşeke têkildarî pêşketîbûnê ye. Mînakeke din a nas ku dê vê rewşê destek bike ew e ku; dema ku hemû ajal bi awayekî horîzontal di cih de cih digirin û tevdigerin, cureyê mirov bi awayekî tîk tevdigere û cih digire. Ji ber vê yekê, wek hebûn xwe rast kirin, rewşeke rêjeya rast e bi xwedî mêjiyekî pêşketî bûyî re. Ji ber ku, xwe rast kirin hunereke mêjiyekî pêşketî ye. Ji ber vê jî mirov bi vê rêyê xwedî şansa teşedayîna jiyanê ye.

Bala xwe bidin ajalan, ajalekî ku wekî mirovan rast dibe û rast dimeşe tune ye. Ev rewş têkildarî mêjiyekî pêşketî ye. Li gorî vê, di cîhanê de mêjiyê herî marjînal (ji ber ku xwedî hişekî fenomenal yê zîrek û pêşketî ye) tenê di cureyê mirov de heye ku bi awayekî rast dimeşe. Bi awayê berovajî em bibêjin bi liv û tevger bûyîna rast meşînê bûn, tenê di cureyê mirov de heye ku xwedî jîrahî û rewşên sûbjektîf ên tevlihev e. Ji ber vê yekê ev cure taybetmendî qet weke tesaduf xûya nakin.

Li gorî vê, armanca me ji têgeha marjînal têkildarî têgeha înîsiyatîfê ye, ku em ji bo pênasekirina hiş bikartînin. Yanê marjînalbûna mêjî û ji ber fonksîyonaliya wê ya marjînal dibe sedema çêbûna rewşên sûbjektîf weke hişê fenomenal a ku xwedî înîsiyatîf e. Ji ber ku ceribandinên fenomenal tenê bi takekesê ku wan diceribînin dike re sînordar in. Ji ber vê yekê marjînalbûna mêjî, ceribandinên takekesê ku ji aliyê fîzîkî ve wekhevî 1ê ye jî marjînal dike û xweserî takekesiyê ye. Bi vî awayî ji bo takekesê ku tenê bi kesekî re sînordar dimîne, qadeke cuda ji kontekstên (cîhan û avahiya civakî) ku tê de disekine vedike û hêza veguherîna konteksta xwe dide takekesî.

Bo mînak, ji rastiyê cudatir, cîhaneke xeyalî ya li gorî daxwaz û ramanên me heye. Ev cîhana xeyalî li ser şiyana me ya xeyalkirinê ava dibe. Ev hêza me ya xeyalkirinê, ji ber ku mêjiyê mirovan xwedî avanî û fonksîyoneke marjînal e ku ji hemû avaniyên fîzîkî yên ku tê de ye û derdorên ku mêjî tê de ye cuda ye, pêk tê. Ev avahiya marjînal a mêjî, di encamê de ev aliyê sûbjektîf û nayê zêdekirin yê mirovan, derfeta derbasbûna ji sînorên komî yên fîzîkî yên ku ew beşek jê ye, bi xwezaya xwe dide mirovan. Û yekane rêya ku bihurîna ji rastiyê ber bi qada xeyalî, bikaranîna hêza me ya xeyalkirinê ye.

Ev, rê li ber wê vedike ku hiş însiyatîfê bistîne û biafirîne. Di rastiyê de, yek ji sedemên bingehîn ên herî xurt ên di bin avakirina sîstemên çandî de ceribandinên fenomenal ên mirovan in. Heke mirovahiyê jîrahiya xwe ya analîtîk û ceribandinên xwe yên fenomenal ên kompleks ên pêşketî bi hev re bikar neanîba û wekî hemû ajalan xwedî hişekî standard û westar bûya ji aliyê hilberînê ve, mirov jî nikarîbûn derbasî xwezaya duyemîn a ku em jê re dibêjin çand, bibûna. Pir aşkere ye ku ji bo bihurandina ber bi xwezaya duyemîn, divê mirov li dervayî avahiya homojen a komeke gerdûnî be ku mirov beşek jê ye. Mêjiyê mirovan jî organeke marjînal û sûbjektîf e ku neyî (red) dike tev li homojeniya objektîf a bi rêyên xwezayî çêbûyî bibe.

Yanê hişê sûbjebûnê, rasterast dibe hevwateya hişê xwebûnê. Ev taybetmendî ye ku mirovan vediguhêze hebûneke çandî. Ji ber ku sedema bingehîn a ku sîstemeke makro ya wekî civakbûnê diafirîne ev e: Xwedîbûna hişê xwebûnê ya cureyê mirovan a wekî takekesan e. Takekesên mirovan ji bo ku bikaribin mafên xwe yên takekesî di sîstemekê de garantî bikin, avahiyeke civakî ya li ser takekesan bi normên etîk tê birêvebirin ava kirine.

Di encamê de, hebûna rewşeke asta bilind a wekî hişê di hebûnên zindî de, bi hebûna organeke marjînal û zindî-nûral a wekî mêjî pêk tê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê