30 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeyê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê, piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê re, daxuyanî da.

Daxuyaniya nivîskî ya Şandeya Îmraliyê bi vî rengî ye:

“Ji çapemeniyê û raya giştî re,

Wekî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, me di 25ê Tîrmeha 2025an de li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke sê saet û nîvan pêk anî. Me têkildarî hevdîtinên ku çend roj berê bi birêz Serokkomar, birêz Wezîrê Dadê û serokên partiyên siyasî re kirin, danûstendin kir.

Têkildarî merasîma îmhakirina çekan a di 11ê Tîrmehê de hat lidarxistin, çavdêrî û bandorên merasîmê agahî hatin ragihandin. Birêz Ocalan jî, diyar kir ku awayê merasîmê, vîna hatiye nîşandan, bîr, bawerî û biryardariya hatiye nîşandan pir hêja ye.

Destnîşan kir ku ew li bendê ye ku xebata komîsyonê ya li Meclisê berfireh be û bi rêbazeke berfireh tevkariyeke girîng li aştî û demokrasiyê bike.

Silavên xwe ji gel û tevahiya derdorên civakî re şand.

Silav û rêz.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê

26ê Tîrmeha 2025’an.”