28 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ketina sureta meseleyê

Lê komîsyon wê tenê hema rûnenê û bi endamên xwe re li ser çareseriyê nîqaş û nirxandinan neke. Ya muhîm û esas ew e ku komîsyon bi muxataban re rasterast bikeve nava diyalogê. Di lêgerîna çareseriyê de rewşa muxataban bêhevsengî ye, sîmetriyek di nava wan de tineye.

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk binivîsim. Lê ew ê bala nivîsê zêdetir li ser ‘komîsyon’ê be. Di tarîxa dîroka Komara Tirk de teşekulla komîsyoneke bi vî rengî belkî cara yekemîn e çêdibe. Ev bi serê xwe bûyereke mezin e û hêjayî nirxandinê ye. Dema ku min ev nivîs dinivîsand, partiyên siyasî amadekariyên xwe yên dawîn dikirin ku biçin meclisê li hev kom bibin. Her partiya koma xwe heyî bi endamên destnîşan kirine û partiyên koma wan tine, parlementerên serbixwe jî bi rêbaza kontenjanê wê tev li komîsyonê bibin. Armanca komîsyonê biqasî ku em fêm dikin, ji bo çareseriyê lêgerîna çêkirina zemîna siyasî û hiqûqî ye. Hêviya me ew e ku bi rastî jî ev komîsyon ji bo vê kar bike.

Lê fikarên me jî hene. Erê em dibêjin komîsyon û çareserî, lê desthilat heta partiyên din ên di nava pergalê de ji xeynî DEM Partiyê wateyên cuda li vê komîsyonê bar dikin. Heta civîna wan a yekê jî ji xeynî DEM Partiyê hema bêje hemû aktorên siyasî yên li Tirkiyê navê komîsyonê bi têgeha ‘bêteror’ zikir dikin. Zikir muhîm e. Ji ber ku ew fikrê destnîşan dike û bi zikrê re çalakî çêdibe. Yanê tu li çi bifikirî zikra te dibe ew û çalakiya te jî wisa teşe digre. Ji ber wê ev têgeh û têgînin şaş zehmet e ku li çareseriyê jî bigre. Hêviya me ew e ku aqlê selîm bikeve dewrê û siyaseta Tirkî dev ji wê ezbera xwe ya ‘bêteror’iyê berde. Yan na xuyê bi wan re û exlaqê bi me re zehmet e bi hev re kedî bibin.

Tecrûbeyên cîhanê giş nîşanê me didin ku dema du aliyê şer dikin ji bo çareseriyê îrade nîşan didin, komsîyon tên avakirin. Yanê ev ne cara yekem e ku cîhan jê re şahidî dike. Heta di bin banê meclisê de ji bo kar gelek komîsyon hene. Ev nîşan dide ku tecrûbe heye. Lê ya muhîm ev tecrûbe bi rastî jî ji bo çareseseriyê wê îradeya tê xwestin nîşan bide.  Karên xwe bi awayekî zelal bimeşîne, bi civakê re parve bike. Li gorî hewcehiyan jêrkomîsyonên xwe avabike. Ne serê kêlîkê be jî bi peryodî civakê ji xebatên xwe agahdar bike. Meclisê aktîf bide xebitandin, qanûnsazî û hiqûqê bikaribe bide sererastkirin. Divê van karan hemûyan bike.

Niha me behsa karan kir. Lê komîsyon wê tenê hema rûnenê û bi endamên xwe re li ser çareseriyê nîqaş û nirxandinan neke. Ya muhîm û esas ew e ku komîsyon bi muxataban re rasterast bikeve nava diyalogê. Di lêgerîna çareseriyê de rewşa muxataban bêhevsengî ye, sîmetriyek di nava wan de tineye. Muxatabê esasî yê Kurdan û civakan Rêber Apo di pergala Îmraliyê de, endamên tevgera azadiyê li çiyê ne, li zindan û sirguniyê ne. Lê li aliyê din hêzên dewletê, siyaseta ku li ser postê desthilatê rûdinê ji hemû derfet û îmkanan sûdê werdigre. Lazim e komîsyon vê asîmetriyê li ber çavan bigre.

Di serî de divê Rêber Apo bi endamên Tevgera Azadiyê re timî di nava diyalogê de be. Bi wan re li rê û rêbazan bigere. Helbet wê bi desthilatê û siyaseta Tirkî re jî bide bistîne lê ya muhîm e ew ku dive ti carî vê heqîqetê ji bîr neke ku encax bi muxatabên pirsgirêkê re dikare çareseriyê jî bibîne. Heke ev bû, hingê wê bi çêkirina peymeneke nû ya civakî ya demokratîk, Komara Demokratîk bibe komara civak, gel û baweriyan.