28 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Sembolên Azadiyê: Agir û çiya

Agir ji bo Kurdan pîroz e û bi avê nayê vemirandin. Di dîroka Kurd û Kurdistanê de sembola vejîn û ji nû ve avakirinê ye. Di dîroka Kurdistanê de sembola dawîanîna zilm û zordariya Dehaqan e û destpêka azadîyê ye  

Sembol ji bo fêmkirina bûyer, mesele, pirsgirêk û heyberên razber pir girîng in ku civakan gelek caran ji bo kirpandina heyberên razber bi kar anîne. Fîlozofan jî ji bo zelalkirin û fêmkirina heyberan pirî caran serî li sembolan dane û bi vî awayî sembol bûne amûrên vegotinê. Bêguman di fîlozofiyê de sembol ne tenê heyber/tiştan nîşan didin, her wiha wateyê ava dikin, rastiyê didin fêmkirin û danûstendinê çêdikin. Ji xwe sembol di her qada jiyana civakan de hatine bikaranîn. Li ser meselê sembol carinan bûne amûrên sereke yên propagandayên siyasî, carinan bûne amûrên yekrêziya civakan, carinan jî bûne amûrên têkoşîn û berxwedanê. Bi vî awayî sembol bûne parçeyek ji çand û bîra civakan. Ango sembolên civakan, awayê fikr û ramanên civakan nîşan didin. Sembol di nav civakan de bîreke kolektîf avadikin û ev bîra kolektîf bi xwe re çand, nasname û xwebûnê tîne.

Di dîroka civaka Kurd de jî gelek sembol hatine bikaranîn ku êdî ev sembol bûne parçeyekî jiyana rojane. Agir û çiya du sembolên sereke yên jiyana kurdewar in ku heta îro di dehan çîrok, stran û destanan de behsa wan hatiye kirin. Ji ber vê yekê jî di merasîma çekşewitandina PKKê de sembolên hatin bikaranîn bi awayekî rasterast berê me da dîrokê. Şkeft, çiya, agir û çek sembolên sereke yên vê merasîmê bûn.

Di merasîmê de ev sembol bi awayekî pir balkêş hatibûn cem hev ku yekser têkilî bi dîrokê re çêkirin. Agir ji bo Kurdan pîroz e û bi avê nayê vemirandin. Di dîroka Kurd û Kurdistanê de sembola vejîn û ji nû ve avakirinê ye. Ango agir di dîroka Kurdistanê de sembola dawîanîna zilm û zordariya Dehaqan e û destpêka azadîyê ye. Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Serdemê Mazlum Dogan agir bûye sembola qadên têkoşîna azadiyê. Îro hemû qadên Newrozê bi agir geş dibin.  Ji xwe di baweriyên Kurdan ên wekî Zerdûştî, Elewitî û Êzdiyatiyê de jî agir pîroz e. Van her sê baweriyan jî her tim berê Kurdan dane êgir. Bi kurtayî agir ji bo Kurdan bîr, nasname, berxwedan, ji nû ve avakirin û pirozî ye.

Bêguman ne tenê di dîroka Kurdan de, di dîroka mirovahiyê de jî agir semboleke bingehîn e ku pirî caran wekî elementeke sereke hatiye pênasekirin. Vê yekê di fîlozofiya xwezayê de jî xwe daye dest ku cara ewil Empedokles agir, av, hewa û erd wekî çar elementên bingehîn bi nav kiriye. Li gorî wî bandora êgir li ser veguherîn, azwerî û enerjiyê heye. Dema mirov di vê çarçoveyê de meseleya şewitandina çekan binere, em ê bibînin ku ev yek dikare bi xwe re enerjiyeke nû di nav rêxistin û civakê de ava bike. Ev enerjiya nû wê bi xwe re azweriya welat, nasname, azadî û xwebûnê zêdetir bike. Bi vî awayî wê veguherîneke mezin di nav rêxistin û civakê de çêbibe. Bêguman ev tişt jixweber pêk nayên. Ji bo pêkanîna van tiştan pêwistî bi wateyê ango fêmkirin, têkoşîn û berdewamiyê heye.

Wekî tê zanîn, şikeft û çiya jî ji bo Kurdan mekanên sereke yên xweparastinê ne. Çiya ji bo Kurdan bûne perestgehên azadiyê. Kurdên azadîxwaz her berê xwe dane çiyayên azadiyê. Lewra ji dîrokê heta îro gelek caran çiya bûne navendên serhildanên Kurdan. Di heman demê de çiya her tim ji bo Kurdan bûne qadên lêgerîna azadiyê. Kurdên serhildêr her tim pişta xwe dane çiyayan û her wiha şikeft ji xwe re kirine mal, bi vî awayî li hemberî dagirkerên welatê xwe şer kirine. Di dema xetereyên mezin de jî kurdan qefle bi qefle berê xwe dane çiyayan û çiya ji xwe re kirine stargeh. Bi dewla serê şikeft û çiyayan Kurd gelek caran ji tunebûn û qirkirinên mezin rizgar bûne. Lewra di nav civaka Kurd de gotina “Ji bilî çiyayan dostên me tune ne” pir berbelav e. Bi kurt û kurmancî çiya ji bo Kurdan perestgeh, stargeh, hêvî, bawerî û ewlehî ne. Êdî di bîra Kurdan a kolektîf de çiya qad û mekanên azadiyê ne. Ev yek bûye çand û wê kes nikaribe vê çand û bîrê tune bike.

Çek her çiqas di dîroka kevin de ne semboleke sereke be jî di van 40 salên dawî de xwe bi Kurdan da qebûlkirin û bû hevala herî nêzîk a gelek Kurdan. Keç û lawên Kurd ên herî xweşik bi çekê rûmeta Kurdan parastin. Çek ji bo bidestxistina azadiya Kurd û Kurdistanê bû heval û hogira berxwedêr û serhildêrên çiyayên azadiyê. 41 sal berê li ser van çiyayan çirûskên azadiyê bi van çekan pêketin. Çirûskên azadiyê bi dewla serê van canik û camêran gihişt bi milyonan, bû nasname, xwebûn û Kurdbûn. Êdî ne pêkan e ku ev çirûsk vemire.

Çek û çiya peywira xwe bi cih anîn û heta îro him em parastin him jî hebûna me bi dagirkeran dan qebûlkirin. Ji vir şûn ve ya dikeve ser milê me bicihanîna peywirên wan e ku ew jî azadiya Kurd û Kurdistanê.

Bi vê boneyê ez li ser navê xwe malavahiya wan dikim ku di qada şer de pişta me nedan erdê û her rû spî man. Bi gotina Arjen Arî;

Ev Çiya Rûspî Ne / Di qada şer de pişta me negihişt erdê. /Te şahid bivê, va Herekol. / Miradkar, bi bext û ol / Va Cûdî / û va ye ev ax!

Kîj wextî bêleheng ma? /Kî gavê bêkêr? / Ev axa bi xêr û bêr / Ji bakur ve serejêr /Gebar, Sîmal, Bêxêr…
………………………………..
Ev çiya rûspî ne, heyran!