28 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Navenda Çandê ya Mîtanniyê ket destê şaredariya gel!

Têkoşîna mafdarî ya ji bo Navenda Çandê ya Mîtanniyê bi ser ket û careke din ket destê Şaredariya Nisêbînê ya gel.

Navenda Çandê ya Mîtanniyê ji sala 2016an ve bû, di encama tayînkirina qeyûman de ji hêla qayûm ve dihat birêvebirin. Lê di 8.03.2024an, beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ev navend dewrî Serokatiya Koordînasyon û Çavdêriyê ya Mewdûatê (YÎKOB) hat kirin. Pişt hilbijiratinê ku Şeradariya Nisêbînê ket destê rêveberiya DEM Partiyê ji bo şûnde bi destxistina Navenda Çandê ya Mîtanniyê têkoşîna hiqûqî hatibû destpêkirin. Di  encama têkoşîna hiqûqî ya Şeredariya Nisêbînê de dadgehê biryara xwe da û Navenda Çandê ya Mîtanniyê li şaredariyê vegerand.  Li gor biryara dadgehê, hat diyarkirin ku tapû û mafê bikaranînê yê Şaredariya Nisêbînê ye û ev biryar li dijî hiqûqê ye. Piştî biryarê hat ragihandin ku  Navenda Çandê ya Mitanniyê êdî di destê Şaredariya Nisêbînê de ye.

Debarê biryara dadgehê û encama têkoşîna hiqûqî de Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn axivî û got: “Navenda Çandê ya Mitanniyê ev 8 sal e di destê qayûm de bû piştî ku şaredarî ket destê gel, li hemberî vê biryarê me wek Şaredariya Nisêbînê doz vekir û niha di encama dozê de biryar hat stendin ku Mitannî ket destê Şaredariya Nisêbînê, ket destê ciwan û gelê Nisêbînê. Ji îro şûnde wê Mitannî li ser armanca avakarina xwe wê xebatên çand û hunerê bike û di xizmeta gel de be. Em ê tekoşîna xwe mezin bikin û li hemû destkeftiyên xwe xwedî derkevin.”

Her wiha Şahîn diyar kir ku dê ji niha û şûnde Navenda Çandê ya Mitanniyê di demek nêz de dest bi çalakiyên çandî, kûrs û xebatên din bike.