Me 19ê Tîrmehê ango salvegera Şoreşa Rojava li dû xwe hişt. Dîrokeke ku bi xwînê hatî nivîsandin, şoreşek bêhempa. Sala 2012an dema vê şoreşê dest pê kir kesî texmîn nedikir ku bigihîje vê astê. Lê şer û şoreşeke wisa mezin pêk hat ku hesabên tevahiya hêzên cîhanî tevlîhev kir. Vê şoreşê careke din îspat kir ku di vê sedsalê de bêyî Kurdan êdî tu hesap nayên kirin. Kurd di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de xwedî gotinin û bi gotina wan dê qedera Kurdistanê bê tayînkirin. Em ê di herikîna nivisê de careke din vegerin ser vê mijarê.
Niha li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyeke nû bi rê ve diçe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a di 27ê Sibatê de kir, pêvajo da destpêkirin. Li ser vê bangê PKKê kongreya xwe ya 12mîn civand û fesixkirina partiyê ragihand. Herî dawî pêvajo bi çekşewitandinê Koma Aştî û Civaka Demokratîk berdewam kir. Helbet ev ne dawiyek bû. Ev destpêkeke nû bû. Despêkek ku ji bo Kurdan tê wateya serdemeke nû. Ev destpêk di nava xwe de gelek tiştan dihewîne. Heta ji destê me bê em ê behsa vê girîngiyê bikin.
Qudreta Birêz Ocalan
Di nivîsa derbasbûyî de me got; “Gelo em ji pêvajoyê çi fêmdikin?” Ya rastî ev pirseke esasî bû. Ji ber ku gelek aliyên wê yên ku bi taybet ji hêla gel ve nedihatin fêmkirin hebûn. Lê me got gelê Kurd bi Rêberê xwe û tevgêra xwe bawer e. Lewma herikîna pêvajoyê bi silametî bi rê ve diçe. Lê niha jî divê em behsa wê qudretê bikin ku êdî bandorê li tevahiya siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê dike, bikin. Ew qudret û hêz bêşik û nîqaş a birêz Abdullah Ocalan e. Rêzdar Ocalan, li giraveke ji tevahiya îmkanan qutkirî, di bin tecrîdê de, hêzeke wisa mezin ava kir ku êdî dijminên wî jî mecbûr man vê hêzê qebûl bikin.
Asta ku em gihanê xûyaye ku hêzên navdewletî dixwazin li Rojhilata Navîn tiştekî nû bikin û sînoran -ne bi awayek klasik be jî- ji nû ve xêz bikin. Ev yek bandoreke gelek mezin li netew-dewletên ku bi daxwaza hêzên hegemon hatibûn avakirin dike. Di serî de dewletên weke Tirkiye û Îran ên ku di van salên dawî de hêj bingeha wan zêde nehejiyabû vê carê xwe di bin xeteriyê de dibînin. Lewma metirsiyeke pir mezin li wan peyda bûye. Di vê tirsa xwe de jî ne niheq in. Ji ber ku ew dewletên din yên weke Iraq û Sûriyeyê di van 20 salên dawî de rastî mudaxaleyên mezin hatin û pergala wan ji binî ve guherî.
Pergaleke nû pêşniyar dike
Bi pêvajoya ku li Kurdistana Bakur û Tirkiyê despêkiriye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nîqaş û perspektîfên xwe de ne tenê pirsgirêka Kurd çareser dike, her wiha rê li ber aştiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn vedike. Pergaleke nû pêşniyar dike ku ev yek wê tevahiya van milletan ji bin nîrê dagirkeriyê derxe. Bi perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk, dibêje ku her tişt bi dawî nebûye. Na, em dikarin vê rewşê veguherînin despêkekê. Destpêkeke ku mesleheta tevahiya gelan têde heye.
Niha jî em dibînin ku birêz Ocalan vê yekê ne tenê bi gotin dibêje, di pratîkê de jî hêdî hêdî ev paradîgma dikeve meriyetê. Ji ber ku ji bilî vê çareseriyê pêşniyara tu kesekî din tineye. Hêzên hegemon li dû berjewendiyên xwe ne. Dixwazin aloziyê kurtir bikin û ji vê aloziyê sûdê werbigrin. Dewletên heyî yên li vê herêmê xetimîne û ji bo çareseriyê hêza wan nemaye. Em vê yekê mînaka li ber çavan, ango li Tirkiyeyê dibînin. Êdî tu siyaseta partiyên pergalê tineye ji bo çareseriyê. Xetimîneke kûr heye. Hem di naw welat de têkçûyîye, hem di asta polîtîkayên derve de. Lewma xwe davêje tor û bextê Rêzdar Ocalan.
Bi qudreta Birêz Ocalan bawer bin
Wisa xûyaye ku êdî tevgêra azadiyê dê Rojhilata Navîn sererast bike. Ji ber ku ji bilî paradîgmaya birêz Ocalan reçeteya tu kesî tine ku van welatan ji xetimînê xilas bike. Ev rewş jî di vê sedsalê de rola Kurdan li vê herêma ku şer û pêvçûn lê kêm nabe wê derxe pêş.
Niha em vê rewşê li Sûriyeyê bi awayekî aşkere dibînin. Hikumeta ku bi pêşengiya HTŞê hatibû avakirin êdî tu hêvî nade. Hêzên ku HTŞ anîn ser kar jî vê yekê dibînin. Dixwazin ji vê neçariyê derkevin lê rê li ber xwe nabînin. Dawiya dawî wê xwe bavêjin bextê Kurdên Rojava ku di despêkê de me got şoreşeke bi xwîna xwe ava kirine. Helbet ew roj nêzin. Em ê serdestiya gelan bi pêşengiya HSDê bibînin. Çareseriya vê xetimînê encax bi vê awayê pêk were. Careke din em ê hêz û qudreta Birêz Ocalan ya di çareseriya pirsgirêkan de bibînin. Ne tenê em, tevahiya cîhanê wê vê heqê teslîm bike. Ya muhîm ew e ku Kurd bi hêza xwe bawer bin û tifaqa xew xûrt bikin.