Di rojên dawî de êrişên li dijî Durziyan zêde dibin. Bi taybetî piştî daxuyaniya Thomas Barrack êriş zêde bûn. Nivîskar Raûf Karakoçan têkildarî polîtîkayên hêzên derve wiha dibêje: Yên ku rêxistina terorê HTŞ li Sûriyeyê kir hikumet, hewl didin avaniyeke siyasî ya nû çêkin ku tovên parçebûnê di siberoja gelan de biçînin.”
Berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongreya Star Emîne Osê têkildarî êrişên artêşa Sûriyeyê ya li dijî Durziyan anî ziman ku çareserî ne bi şer, bi diyalog û parvekirinê pêk tê. Emîne Osê ewil bal kişand ser civîna 9ê Tîrmehê ya li Şamê pêk hat û ev agahî dan. Civîn di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de pêk hat. Li ser peymana 10ê Adarê niqaş kirin. Di civînê de xwesteka vegera dewletê ya herêmên Rêveberiya Xweser hebû. Şertê ku hikûmeta demkî ya Şamê danî, ne şertên guncav bûn ku bêne qebûlkirin. Ji ber vê yekê encameke berbiçav derneket holê. Erka şandeya Amerîka û Fransayê ne ew e ku alî bigirin.” Erka wan ew e ku navbeynkariyeke bêalî bikin. Divê ji bo pergaleke nenavendî navbeynkariyê bikin.”
Emîne Osê da zanîn ku Rêveberiya Xweser her dem destnîşan kiriye ku çareserî ne bi rêya şer e û wiha axivî: “Çareserî li dijî şer bi rêya diyalog û parvekirinê pêk tê. Divê taybetmendî û xweseriya herêmê li pêş çavan bê girtin. Ya din jî divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bi reng, bawerî û nasnameyên xwe bên qebûlkirin. Divê komareke demokratîk û Sûriyeyeke demokratîk be.”
‘Divê hemû pêkhate xwedî vîna azad bin’
Emîne Osê destnîşan kir ku dewleta navendî heta niha rastî û hebûna Kurd, Durzî, Elewî û Xiristiyanan di nava xwe de qebûl nekiriye û wiha pêde çû: “Heta niha hikûmet û pergaleke yek rengî û yek yekî hebû. Ev bi şer û bêdengkirinê çareser nabe. Ev bi Sûriyeyeke demokratîk ku hemû pêkhate xwe di nav de dibînin pêkan e. Me dît ku bûyerên di 7-8ê Adarê de li Derayê çêbûn li dijî Elewiyan komkujî kirin. Piştî wê li dijî dêra Xiristiyanan teqîn pêkanîn. Bi sedan kes kuştin. Niha li dijî Durziyan êrişên pir dijwar hene. Komkujiyên mezin pêk tînin. Lê tu kes li dijî vê yekê dengê xwe bilind nake. Ev ji bo me jinan bûyerên gelek mezin in. Çi dibe bila bibe divê em hemû pêkhateyên li Sûriyeyê ji bo aştiyê xwedî helwesteke yekgirtî bin. Êrişa li dijî Siwêdiyayê ya piştî daxuyaniya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerikayê Thomas Barrack ku pêk hat, ne ji rêzê bû. Ev daxuyanî hêz dide hikûmeta Şamê ya demkî. Dihêle ku hikûmet bi hêza xwe û çeteyên di nava xwe de êrişî gelê Durzî bikin. Helwesta Barrack ne wekî helwesteke şexsî ye. Ew nûnerê Amarîkayê ye. Ew feraseta hêzên navneteweyî ye. Berjewendiyên tifaqa navdewletî esas digirin.”
Şerê li dijî Durziyan pir qirêj e
Emîne Osê destnîşan kir ku wekî tevgera Jinan banga wan hebû û wiha pêde çû: “Banga me li ser esasê navbeynkariyeke bêalî hebû. Me xwest piştgiriya gelan bikin. Me xwest bangên xerab nekin ku bandoreke xerab li ser gelan dike. Şerê herî qirêj ev şerê ku li dijî Durziyan tê meşandin e.”
Emîn Osê herî dawî anî ziman ku ew bang li hemû jinên Kurd, Elewî, Durzî dikin ku hevgirtî bin û wiha bi dawî kir: “Divê li dijî pergala navendî ku mafê wan binpê dike xwedî helwesteke hevpar bin. Mekanizmaya xweparastinê êdî ferz e. Rewşa ku niha pêş dikeve û êrşên ku pêk tên xwe parastinê ferz dike. Berxwedana jinên Durzî ya li dijî êrişên li Siwêdiyayê mînaka qehremaniyê ye. Em bawer dikin ku dê li dijî êrişên hikûmeta demkî û çeteyên wê berxwedana xwe bilintir bikin. Li Siwêdiyayê her jineke ku têkoşiya û şehîd bû em têkoşîna wan pîroz dibînin. Êdî ev berxwedana jinan a sedsala 21an, li ser mîrateya dîrokî ya jinan pêş dikeve.”