Şiyandar, şiyandarî peyva beramberiya karînê ye û di wateya îqtîdarbûnê de tê bikaranîn. Îqtîdarbûn di roja me de erka birêvebirina civakê ye. Hemû sazûmanên civakê bi rê ve dibin, çi demokrat, çi sermayedar, çi dîktator-otokrat çi olî-teokrat bin tev îqtîdar bi dest xistine û li gor îdeolojiya xwe, li gor bîr û baweriya xwe bi rê ve dibin.
Li hember van şiyandariyan gel an kesên bindest, ên zordariyê dibînin serî hil didin û dixwazin van îqtîdaran hilweşînin û li şûnê sazûmaneke, ku mafên wan li ber çavan bigire ava bikin, an bînin ser şiyandariyê.
Ev cara yekem e, piştî şerê 50 salan ê pata derket (pata tê wateya kes bi kesî nikare) birêz Ocalan riya guhertina şiyandariyê ya bê hilweşandinê da pêşiya hêzên xwe û got, sazûmanên desthilat ên wek tirk, ereb û faris ji bo zilma li ser kurdan û gelên din ên bindest dikin, divê xwe bigunerînin û bikin demokrat.
Divê çarçoweyê de riya çareseriya demokratîk xêz kir û ji hêzên xwe re got, bi hêzên desthilat ango îqtîdar re şer û pevçûnê nekin, bi riya hevdîtin û diyalogê ji wan guherîn û veguherînê bixwazin. Li ser vî bingehî li Başûr-Rojavayê Kurdistanê birêz Mazlûm çû bi teroristê berê yê DAIŞî Şara/Colanî re hevdîtin kir û diyalog didome.
Lê di bûyerên rojên dawî yên li ser axa Durziyan qewimîn de hat dîtin, ku bermayiyên teroristên DAIŞê tevî hemû dilovaniya gelên herêmê yên wek kurd, durzî, suryan, ermen û yên din nikarin bibin demokrat û mirovhez. Ji roja hêzên emperyal şiyandarî dane dest Şara/Colanî li şûna guherîn û veguherîneke demokratîk û mafnas çêke, zêdetir şerê navxweyî pif dide û gef li gelan dixwe û qirkirinan pêk tîne. Doh alevî qir kirin îro durziyan qir dike, ger sibe ji dest were wê kurdan qir bike.
Wê demê çare çi ye? Ger hêza şiyandar/îqtîdar xwe naguherîne û rêz li hember mafên gelan nagire, dixwaze şiyandariyê bi gelên din re par veneke, di çarçoweya avakirina Komara Demokratîk de, divê hêzên din ên gel dest deynin ser wê şiyandariyê û kî herî zêde dikare demokrasî û mafê gelan bi rê ve bibe, divê şiyandarî/îqtîdar bikeve destê wê hêzê.
Ji bo wê tişta li Sûriyê were kirin pir zelal e. Colanî/Şara nikare Sûriyê bi rê ve bibe, ji ber ku tecrube û karaktera demokratbûnê pê re tine ye. Çawa ku xwê şîn nayê, qantir nazê Colanî jî nabe demokrat. Ev pirsgirêgeke û dibe bingehê şer û pevçûnên li Sûriyê. Wê demê divê hêzek jê re bibêje: Ka ji kerema xwe ji ser wî kursiyî dakeve, here li mala xwe rûne û ji nav hêzên kurd, durzî, suryan, ermen kîjan kes an hêz herî zêde xwediyê tecrubeya demokrasî û parastina mafê gelan e, divê mirov bibêje, «were ezbenî tu li ser vî kursiyê şiyandariyê bi cî bibe û vî welatî bi rê ve bibe.»
Birêz Ocalan di gelek axavtin û hevdîtinên xwe de ji hevalên xwe re dibêje: «Hûn min fêhm nakin.» Tişta Ocalan dixwaze bibêje, ev xala şiyandariyê ye: Ger li ciyekî bi têkoşîna demokratîk hêza şiyandar xwe naguherîne, di kevneperestî û zordariyê de israr dike, wê demê tê şiyandariyê jê bistînî û xwe bikî şiyandar û bi awayekî demokratîk wî gelî bi rê ve bibî. Projeya Çareseriya Demokratîk a birêz Ocalan qet negotiye «Kurdên xwediyê 80 hezar leşker û tecrubeya mezin a demokrasî û nasîna mafê gelan bila rabin biçin ber lingê teroristekî DAIŞî û jê hêviya demokratbûnê û nasîna mafên gelan bikin». Berûvajî dibêje, «bi gelên li herêmê re hêza xwe bike yek, şiyandariyê bi dest bixe û gel di çarçoweya demokrasî, azadî û wekheviyê de bi beşdariya hemû gel, ol, çand û kêmenetewan bi riya sazkirina komun, şaredarî û rêxistinên civaka sivîl bi rê ve bibe». Birêvebirin jî şiyandarbûn e. Ger tu ne şiyandar bi, tu nikarî bi rê ve bibî.
Îro gelê Durzî ji kurdên li Başûr-Rojavayê Kurdistanê zêdetir birêz Ocalan fêhm kirine, ku bang li birêz Mazlûm dikin û dibêjin, «Were, tu Sûriyê bi rê ve bibe». Di rastiyê de, ger aliyê kurd ji îqtîdarbûnê netirsî ba û birêz Ocalan rast fêhm kiriba, qet pêwîst nedikir Şara/Colanî li Şamê ciyê Esad bigirta. Esad dîktatorek bû, Colanî jî qatilek e, di giştiya jiyana wan de kêliyeke bi demokrasî û mafê mirovan nehatiye jiyîn, berûvajî mêrkuj û mafxur in. Lê birêz Mazlûm ji zarokiya xwe ve tev li refên têkoşîna azadiyê bûye, bi çandeke demokratîk û mafnas hatiye perwerdekirin û giştiya jiyana xwe ji bo azadî, wekhevî û parastina mafê gelan daye. Bêguman di kesayeta birêz Mazlûm de, divê mirov giştiya têkoşerên azadiyê wiha bibîne û dikare bi dilekî rehet xwe û welatê xwe radestî vê çandê bike. Gava ev çand li Sûriyê bibe şiyandar wê aştî, wekhevî, mafnasî were Sûriyê û ne tenê mirov, wê ajal û şînayiya Sûriyê jî bigihêje hizûr û aramiyê.
Li gor zagonên çareseriya demokratîk a birêz Ocalan, divê li Sûriyê gel şiyandariyê ji Colanî bistîne. Bêguman hin hêzên li ser herêmê xwedîbandor hene, wek Amerîka û Îsraîl. Divê gelên li Sûriyê bi van hêzan re hevdîtinan bikin û bê tirs bibêjin: «Em dikarin welatê xwe bi rê ve bibin. Çima teroristek, ku ti carî wê nebe demokrat, wê me bi rê ve bibe û heta dawiya temenê xwe emê jê hêvî û daxwaz bikin, ku mafên me nas bike û ewê jî her nas neke û her pevçûn û tevliheviyê çêke? Em gel tev westiyane. Pêdiviya me bi aştî, aramî û pêçana birînên xwe heye. Em dixwazin xweşiya demokrasî, azadî û wekheviyê bijîn. Doh bi şiyandariya partiya Baas û niha jî bi ya HTŞê ev 79 sal in ji bilî kuştin, girtin, sirgonkirin, feqîrî, zilm, zordarî û şer û pevçûnê tiştekî din nedane me. Êdî bes e, ka destûrê bidin, hinekî jî em xwe bi rê ve bibin. Em ji nûnerên xwe ji nav xwe hilbijêrin û di bin sîbana kurdan de werin bi hev re welatê xwe bi aştî, aramî û biratî bi rê ve bibin.
Li gor ku Sûriye a me tevan e, li gor ku em dixwazin Sûriye bibe welatekî demokratîk, li gor ku em dixwazin gel, ol, çand û kêmenetewên li Sûriyê azad bijîn, wê demê rê bidin em vê projeyê hilgirin ser milên xwe û pêk bînin, bi rê ve bibin, derbasî jiyanê bikin, xewn û xeyala gelan a 79 salan bikin rastî.
Divê kurd ji anîna ser ziman a vê daxwazê û îqtîdarbûn/şiyandarbûnê netirsin û xwe bipaş de nedin. Çima wê teroristek te bi rê ve bibe û çima tu xwe xwe bi rê ve nabî. Tu ji çi ditirsî? Şiyandarî zehmet e? Zehmetî ji xwe karê şoreşgeran e. Şiyandarî wêrekiyê dixwaze? Kî li ser ruyê cîhanê ji kurdan wêrektir e? Şiyandarî zanînê dixwaze? Felsefeyeke nû û çareseriya demokratîk bi hemû hûrguliyên xwe di dest te de ye, lazim ev felsefe ji zagonên şerîatê yên berî hezar û sêsed salî hatine gotin nûjentir û mafnastir in. Şiyandarî hêzê dixwaze? Ji xwe li li Başur-Rojavayê Kurdistanê HSD ji kombûna hemû gelên li herêmê pêk tê û bi salan e bi hev re bê pevçûn bi rê ve diçin. Wekî din tişta ji şiyandariyê kêm, dibe ku desteka hêzên emperyal be, ku dema tu ji şiyandabûnê netirsî û dilxwaz bî, ewê werin li ber lingên te bigerin. Li şûna tu biçî Şamê, Şam wê were ber lingên te. Li şûna tu biçî Tehranê wê Tehran were ber lingên te. Li şûna tu biçî Enqerê, wê Enqera were ber lingên te.