Di 20ê Tîrmeha 2015an ciwanên Endamên Tevgera Ciwanên Sosyolîst xwestibûn biçin Kobanê û tevkariya civakê û zarokan bike. Lê li Pirsûsa Rihatê rastî êrişa çeteyên DAIŞê hatin û di vê êrişa hovane de 33 ciwan şehîd bûn. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê têkildarî 33 Endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst a Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand.
Hevserokatiya KCKê di daxuyaniya xwe de wiha got: “ “Di êrîşa 20ê Tîrmeha 2015an de ku li dijî endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst a Tirkiyeyê pêk hat, ku dixwestin ji bo jinûve avakirina Kobanê bixebitin û bi vê armancê li Pirsûsê bûn, 33 hevrêyan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Em careke din vê êrîşa namerdî şermezar dikin ku li dijî yekîtî, piştevanî û îradeya jiyana hevpar a gelan hate kirin. Em 33 kesên di êrîşê de şehîd bûn bi hezkirin, rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. Di şexsê wan de careke din hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi bîr tînin. Em careke din diyar dikin ku helwest û têkoşîna jiyana hevpar a gelên me wê bi ser bikeve û li ser vê bingehê hesabê dîrokî yên komkujiyan bên pirsîn.”
Bi berdewamî KCKê ev tişt ragihand: “Di parastina Şoreşa Rojava de ku hesreta azadiya dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn e, piştevanî û têkoşîna gelan xwedî cihekî girîng e. Bi vê armancê piştevanî û têkoşîna ku ji aliyê gelên Tirkiyeyê, hêzên şoreşger, demokrat, sosyalîst û azadîxwaz hat kirin, dîrokî ye. Ev helwest di parastin û rizgarkirina Kobanê de serketineke dîrokî anî. Êrişa DAIŞê ya li ser Kobanê, ku xeteriya herî mezin a li ser Şoreşa Rojava bû, di encama piştevaniya dîrokî ya gelan de bi têkbirina DAIŞê ji holê hate rakirin. Di têkçûna DAIŞê de ya li Kobanê, ne tenê Kobanê, Şoreşa Rojava ku hesreta azadiya dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn e, hat rizgarkirin. Ev encama dîrokî, hêz û qîmetê piştevaniya gelan derxist holê. Hevrêyên ku li Pirsûsê şehîd bûn, mîmar û sembolên vê bûyer û serketina dîrokî ne. Em careke din wan bi rêzdarî, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ên hêja ditewînin.”
KCKê di dawiya daxuyaniya xwe de jî wiha got: Têkoşîna me ya ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbasî qonaxeke nû bû, baweriya me ya bi jiyaneke azad û wekhev a gelan xurttir kiriye û me zêdetir nêzî pêkanîna van armancan kiriye ku me di oxira vê de şehîd dane. Gihiştina vê armancê wê diyariya me ya herî mezin a ji bo şehîdan û gelan û bersiva herî rast a komkujiyan be. Bi vê bawerî û hizrê em bang li gelên xwe dikin ku tifaqên xwe yên demokratîk û têkoşîna xwe mezintir bikin; her wiha bang li hêzên şoreşger, demokratîk û sosyalîst dikin ku pêşengtiya vê bikin.”