27 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Siyaseta Ocalan feraseta siyasî ya cihanê guherand

Rifat Ronî

Piştî banga birêz Ocalan a  19ê Hezîranê û peyama bi dîmen a 9ê Tîrmehê, koma ku ji 30 gerîlayên Jin û mêr pêk dihat, di pêşêngiya Endama Konseya Rêvebir a KCKê Besê Hozat de li bajarê Silamaniyê, ji bo disozî û girêdana xwe ya bi rêberê xwe Ocalan re û niyeta baş.

Di sala 1999an de dema Rêberê Gelê Kurd bi komploya Navdewletî hate girtin û radestî dewleta tirkiyeyê hate kirin, wan dewletên hevkarên dewleta tirkiyeyê digotin me Tevgera Kurd bê serî hişt dê rêxistin belav bibe. Wê demê Dewlet Bahçelî û Bulent Ecevît benê îdamê diavêtin ser hev, wî digot tu, yê din jî digot tu îdam bike û dinyayê li vê rewşa kambax û bêwate temaşe dikir.

Nêrîna piraniya rêveberên welatên dinyayê ew bû ku dê birêz Ocalan jî weke Serok û rêberên kurd, ên berê Şêx Seîdê kal, Seyîd Riza û Qazî Muhemed were darvekirin. Heta ku gelek huqûqnasan jî digotin pêwistî bi parastinê nîne, jixwe dê were darvekirin.

Birêz Ocalan bi parêznameyên ku li Girava Îmraliyê nivîsandin bandor li gelên cîhanê kir. Di serî de rayedarên dewleta tirkiyeyê, rayedarên hemû welatan, ji Amerîka heta Afrîka, ji çînê heta Rusya û Rojhilata Navîn fikir û felsefeya birêz Ocalan fêm kirin û xwestin ku ji zanebûna birêz Ocalan sûd werbigirin.

Dewlet Bahçeliyê ku di destpêka girtin û avêtina Zindana Îmraliyê şev û Roj bi israr, ben di destê wî de û derî bi derî digeriya û ji bo Darvekirina birêz Ocalan di  nava hewldanê de bû, fikir û feraset, zanîna kûr û pêşbîniya birêz Ocalan dît û îman anî ku yekîtiya gelê kurd û tirk bi fikir û feraseta birêz Ocalan pêkan e.

Gava ku di 1ê Cotmeha 2024an de ber bi Koma Dem Partiyê ve çû û bi destê wan girt û pişt re rojnamevanan sedema vê serdana ku tu kes ne li bendê bû pirsîn, Bahçelî dîsa ji nêrîn û gotinên birêz Ocalan sûd wergirt û got: “heke em li cîhanê aştiyê dixwazin, pêwiste em di serî de li welatê xwe aştiyê pêk bînin.

Piştî ku Bahçelî di 22yê Cotmehê de di koma Partiya xwe de got: “Bila birêz Ocalan were li meclisê di koma Dem Partiyê de biaxive” û di 23ê Cotmehê parlementerê Dem Partiyê Omer Ocalan çû Îmaraliyê, birêz Ocalan Got: “Heke derfet were dayîn û tecrît were rakirin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez pêvajoya şer veguherînim pêvajoya huqûqî û demokrasiyê”.

Di 27ê Sibatê de birêz Ocalan bi navbeynkariya heyeta Îmraliyê peyama dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk kir û di wê peyamê de bang li PKKê jî dikir ku Kongreya xwe kom bike û pêvajoya şerê çekdarî bidawî bike.

PKKê pêwistiya vê bangê bicih anî, kongreya xwe. ya 12emîn pêk anî û ji raya giştî ya cîhanê re aşkere kir ku, ew ê têkoşîna xwe ya çekdarî ya 42 salan bidawî bikin.

Piştî banga birêz Ocalan a  19ê Hezîranê û peyama bi dîmen a 9ê Tîrmehê, koma ku ji 30 gerîlayên Jin û mêr pêk dihat, di pêşêngiya Endama Konseya Rêvebir a KCKê Besê Hozat de li bajarê Silamaniyê, ji bo disozî û girêdana xwe ya bi rêberê xwe Ocalan re û niyeta baş, ji dilî, cidiyet û nêzîkatiya xwe ya ji bo pêvajiya Aştî û Civaka Demokratik nîşan bidin, bi dimenên çapemeniya ku ji çar aliyên cîhanê hatibû vexwendin de çekên xwe şewitandin û hemû dinyayê bi awayekî matmayî, bi heyranî li van dîmenên merasîma bi heybet temaşe kir.

Di daxuyaniya ku di merasîma çek şewitandinê de hat dayîn, biryardariya baweriya bi banga birêz Ocalan û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, di her hal û tevgera koma gêrillayan de xuya bû.

Her wiha di daxuyaniyê de peyama pêwistiya; sererastkirin û guherînên zagonên bingehîn, bi van guherînan jî, binê demokratîkbûna tirkiyeyê  û pêkanbûna meşandina seyaseta sivil jî dihat xêzkirin. Piştî  van gavên biryardar û şênber ên rayedarên Pkk’ê, êdî çavên hemû dinyayê li rayedarên dewleta tirkiyeyê ye.

Ji bo ev pêvajoya ku bawerî, hest û hêviyên civakê yên aştiyê geş kiriye bi awayekî erênî bi encam bibe, pêwiste   gavên jidil û pêbawer ên li gorî rihê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji aliyê rayedarên dewletê ve werin avêtin, ku gelên Kurdistan, tirkiye û dinyayê li bendê ne.