27 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ziman û zargotin

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Rol û rista ziman a di zargotinê de û hem jî bandora zargotinê ya li ser ziman çi ye. Herwiha  têkiliya piralî ya di navbera ziman û zargotinê de çiye û çawa tê hilberandin, veguhastin û zindîkirin?

Ziman û zargotin du hêmanên bingehîn ên mîrateya çandî û civakî ne. Ziman û zargotin wekî du hêmanên bingehîn ên çanda civakî ne. Em ê di vê gotarê de, têkiliya navbera ziman û zargotinê, sazgêriya wan a veguhastina çandî, peywira wan a di avakirina nasnameyê de û veguherînên wan yên di pêvajoya modernîzasyonê/nûjenkariyê de bi berfirehî vekolin . Rol û rista ziman a di zargotinê de û hem jî bandora zargotinê ya li ser ziman dahûrînin. Herwiha  em ê li ser têkiliya piralî ya di navbera ziman û zargotinê de rawestin û çawaniya hilberandin, veguhastin û zindîkirina ziman û zargotinê li gor rêbazên zanistî dahûrînin. Girêdayî wê jî em ê rola ziman wekî hilgirê kodên çandî û zargotinî li ser bîra hevpar/kolektîf bi hev re binirxînin.

Her civak di tevahiya pêvajoya dîrokî de nasnameya xwe ya bêhempa bi rêya ziman û çandê ava dike. Zargotin, beşeke pir girîng a vê çandê ye û ji kevneşopiyên devkî, baweriyên cuda û jînenînigarî û şêwaza jiyana gel pêk tê. Ziman tenê ne amrazeke ragihandinê ye; herwiha hem hilgirê bingehîn ê zargotinê û hem jî kargêriyeke veguhastin û parastina çandî ye. Di zargotinê de rola zimên pir girîng e. Berhemên zagotinî bi piranî bi devkî têne veguhastin. Çîrokên gelêrî, çîrvanok, metelok, bêje, biwêj û destan ji hêla bedewkarî û zimannasiya zimên têne şêwandin. Zargotina her civakê, hemû taybetmendiyên zimanî yên wê civakê hildigire û bi lîstikên peyvan ên taybetiyên zimên re vediguherîne wateyê û bi metaforan dewlemend dike. Bo nimûne, “stran” (stranên gelêrî) yên kurdî ne tenê awazek/newayek in. Heman demê ji bo derbirîna vegotineke dîrokî û civakî ye ku bi saya zargotinê tê şêwandin û pêşxistin. Vebêjeyên zargotinî, dibe sedema  bêje, biwêj û qalibên zimanî yên ku di ziman de cih digirin. Metafor an hin îfadeyên ku bi gelemperî di çîrokên gelêrî de têne bikaranîn, bi demê re dikevin zimanê rojane û bandorê li pêşveçûna zimên dikin. Ev yek jî nîşan dide ku ziman sazgêriyeke zindî ye û bi naveroka çandî re di nav têkiliyeke domdar a zargotinê de ye.

Têkiliya ziman û zargotinê di pêkhatina nasnameya takekesî, civakî  û neteweyî de jî roleke girîng û navendî dilîze. Hêmanên folklorîk/zargotinî yên ku bi zimanê zikmakî têne vegotin, bîra kolektîf û pergala nirxên neteweyî û civakî nîşan didin. Di vê çarçovê de, destaneke ku ji hêla dapîra zarokekî kurd ve hatiye vegotin ne tenê çîrokek e; ew beşek ji nasnameya zimanî, dîrokî û çandî ye jî. Dînamîkên guherbar ên di çarçoveya modernîzasyon û globalîzasyonê de pêş dikevin, di serdema globalîzasyon û dîjîtalîzekirinê de, têkiliya kevneşopî yên di navbera ziman û zargotinê de jî diguherînin. Li gel wê, guhertina çanda devkî ya ji bo çanda nivîskî û dîjîtal, awayê veguhastina zargotinê û qadên karanîna zimên jî diguherîne.  Belê ev rewş hewcedariya parastina ziman û zargotina herêmî zêdetir dike.

Ziman û zargotin, du hêmanên çandî ne ku bêyî hev qet nayên nasandin. Her çiqas zargotin  wekî bergeha bedewkarî û dengzaniya ziman a hişmendiya kolektîf were diyarkirin jî, ziman misoger dike ku zargotin ji bo nifşekî din were veguhastin. Ev têkilî hem di avakirina nasnameya takekesî de û hem jî di misogerkirina berdewamiya çandî û neteweyî de xwediyê girîngiyeke bingehîn e. Ji ber vê sedemê, divê hêmanên zimannasiyê di lêkolînên folklorê de neyên paşguhkirin da ku hêmanên folklorîk di lêkolînên ziman de cih bigirin. Her çiqas çand şêwazên jiyanê, nirx, bawerî û zanîna hevpar a civakî di xwe de dihewîne jî, ziman û zargotin wekî du pêkhateyên girîng ên vê avahiya çandî têne hesibandin. Lewre ji ber ku ziman amrazeke ragihandinê ye, pergala veguhastina kodên çandî jî gengaz dike. Zargotin jî wekî tevahiya berhemên çandî yên devkî û nivîskî yên gel tê pênasekirin. Di vê çarçoveyê de, beşek mezin ji zargotinê bi riya ziman ji aliyê nifşê heyî ve ji bo nifşê bê tê veguhastin û tev li pêşveçûna zimên dibe. Ev berhem ji hêla hin qaîde û avahiyên bedewkariyê yên ziman ve têne şêwandin. Ji ber vê yekê, aşkere ye ku ziman û zargotin ji hev nayên veqetandin. Ji bo wê, divê em hem têkiliya navbera ziman û zargotinê bi awayekî piralî vekolin û hem jî têkiliyên vatinî û veguherînên wan ên heyî baş binirxînin.

Her çiqas ziman wekî pergala sembolan were pênasekirin ku civak ji bo ragihandinê bikar tîne jî, zargotin berhemên çandî yên kevneşopî ne ku nirx, bawerî, zanîn û têgihîştina bedewkariyê ya hevpar ji bo gel nîşan dide ku bi gelemperî bi devkî têne veguhastin. Piraniya çîrokên zargotinî li ser bingeha çanda devkî ne. Ziman di teşeya vegotinê de amrazê herî sereke ye ku di veguhastin û parastina zargotinê de roleke girîng dilîze. Nivîsên zargotinî bi bikaranîna taybetmendiyên fonetîk, morfolojîk û semantîk ên ziman dewlemend dibin. Bo nimûne, dubarekirin, pêkhateyên rîtmîk û dirbên derbirinê yên ku di çîrokên gelêrî de têne bikaranîn hem herikîna vegotinê misoger dikin û hem jî mayîndehiya wê di bîra guhdaran de dihêlin.  Herwiha, zargotin bi riya ziman, rê dide veguhastina norm, nirx û ezmûnên dîrokî yên civakî û ji nifşekî derbasî nifşekî din dike. Zargotin wekî çavkaniyeke afirîner di pêşxistina ziman de kar dike. Ev yek jî nîşan dide ku ziman avahiyeke dînamîk e û bi berdewamî bi navgîniya zargotinê ji hêla naveroka çandî ve tê şêwandin.

Ziman û zargotin di avakirina nasnameya ferdî û civakî de xwediyê girîngiyeke bingehîn e. Têkiliya navbera ziman û zargotinê hem zarava û guhertoyên zimanî yên herêmî diparêze û hem jî pêşveçûna ziman xurt dike. Vegotinên zargotinî bi nîşandana dîrok, şêwaza jiyan û nirxên civakê re bîreke çandî ya hevpar jî diafirîne. Zargotina ku bi zimanê dayikê tê veguhastin, hesta aîdiyeta takekes bi çanda xwe xurt dike û piştgirîya berdewamiya çandî dike. Bo nimûne, destanên di zargotina kurdî de ne tenê berhemên edebî ne; ew heman demê  amûrên hevgirtina civakî û hişmendiya dîrokî ne jî.

Ji ber ku veguhastina devkî hêdî hêdî cihê xwe dide medyaya nivîskî û dîjîtal, ev rewş belavbûna zargotinê pêkan dike, belê di heman demê de dibe sedema qelsbûna şêweyên resen ên veguhastinê jî. Li aliyekî platformên dîjîtal, berhemên folklorîk digihîjin temaşevanên berfirehtir, li aliyê din jî resenî û cihêrengiya ziman û zargotinê dixe xetereyê . Ji ber vê yekê, hewldanên hişmend, pêwîst in ku ji bo parastina zimanên herêmî û hêmanên folklorîk û misogerkirina ku dîjîtalîzekirin piştgiriyê bide vê dewlemendiya çandî.

Ziman û zargotin du hêmanên çandê ne ku ji hev nayên veqetandin. Ziman amrazê sereke ye ku zargotinê hildigire û vediguhêze dahatûyê.  Zargotin berhema çandî ye ku ziman zindî dihêle û gelek gotin, bêje û biwêjên nû li ziman zêde dike. Her ku lêkolînên zimannasî û zargotinî bi rêya hevkariya dîsîplîna navendî pêş dikevin, parastin û geşedaniya mîrateyên çandî jî ewqas xurt û sûdmend dibin. Ev têkiliya hevbeş berdewamiya nasnameya çandî û bîra civakî misoger dike.  Ji bo wê, her çendî ku veguherînên teknolojîk û civakî yên di cîhana nûjen de avahiya vê têkiliyê diguherînin jî, zêdekirina pejnkariya akademîk û civakî ji bo parastina ziman û zargotina herêmî pir girîng e.