Konferansa Ronakbirî ya Şengalê, piştî axaftinên vekirinê û peyamên saziyan, bi peyamên ku ji derve ji bo konferansê hatine şandin re dewam dike. Endama Konseya Serokatiyê ya KCKê Sozdar Avesta jî peyameke taybet a bi dîmen şand konferansê.
Peyama Sozdar Avesta bi vî rengî ye: “Li maseya ku li Îmraliyê hatiye danîn, yek ji mijarên herî girîng a Rêber Apo jî mijara gelê me yê Êzîdxanê û Şengalê ye. Rêber Apo di jiyana xwe ya 52 salan a şoreşgeriyê de her tişt ji bo gelê bindest û mirovahiyê kir, bi taybetî jî ji bo civaka me ya êzidî. Bi saya fikir û ramanên Rêber Apo di civaka êzidî de ronakbiriyekê çêbûye, guhertin û veguhertinek çêbûye. Di aliyê sosyolojîk û psîkolojîk de jî guhertin û veguhertinên mezin û dîrokî hatine pêşxistin.
Dema hûn vê konferansê lidar dixin helbet hûn ji tunebûnê destpê nakin. Li pişt vê konferansê tenê berxwedana 10 salan a Şengalê nîne, helbet berxwedana Şengalê ji bo me hemûyan serbilindiyeke mezin e. Lê li pişt vê konferansê kedeke mezin a 50 salan a Tevgera Azadiyê heye. Ked û berxwedana tevahiya dîroka Êzîdxanê heye. Zêdeyî 7 hezar sal ev bîr û bawerî, ev çand û felsefe xwe berdewam kiriye. Ruxmê hemû fermanan jî vê civakê hebûna xwe parastiye. Ji cewherê xwe tu carî bi temamî qut nebûye. Ji bîr û baweriya xwe, ji çanda xwe tu carî dûr neketiye. Civaka êzidî civakeke çolterî ye, çiyayî ye. Civaka neolotîkê ye, civaka gundewariyê ye. Ne civaka bajar a dewletperestan e. Di dema netew-dewletan de jî, di dema împaratoriyê de jî vê civakê bi xwezayîbûna xwe hebûna xwe parastiye. Yek ji sedemên ku evçend rastî êrîşan hatiye ev e.
Eger îro Rêber Apo avakirina civaka demokratîk weke erkeke daniye pêşiya me, civaka ku herî zêde dikare vê pêk bîne civaka êzidî ye. Ev derfet bi civaka me ya êzidî re heye. Ji ber vê ev konferansa ku li ser navê ronesansê hatiye çêkirin gelekî bi qîmet e. Lê her tişt bi vê konferansê re jî temam nabe, ez hêvîdar im erkên ku dikeve ser milê vê konferansê pêk bîne. Ronesans ji nû ve avakirin e. Divê dîroka xwe hemû lêkolîn bike, ji hebûna mirovahiyê heta roja me divê ev dîrok were lêkolînkirin. Dîsa di aliyê çandî de, di aliyê ziman de, di aliyê civakbûn û baweriyê de divê lêkolîneke mezin bike. Ev jî bi zanistê, bi akademiyan tê kirin.
Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Apo ya Şengalê ku ev demek e xebatên xwe dide meşandin, dikare bibe navenda kar û xebatên ronesansê. Ev akademî divê bi hemû şaxên xwe ve xwe ava bike. Kesên zana, xwendevan divê beşdarî vê xebatê bibin. Tiştên ku em dizanin, tiştên ku em fêr bûne bi têrî ronesansê nake. Ronesans, ji tiştê herî biçûk heta herî mezin di xwe de guhertin çêkirine. Di hêla mêjî, felsefe û sosyolojiyê de guhertinê bide çêkirin. Zanebûn ne tenê di pirtûkan de ye, alimên vê civakê hene, oldarên me hene, rûsipiyên me hene, koçek û ilimdar hene. Ew jî dikarin di vê xwebatê de bi erka xwe rabin.
Ev konferans destpêkek e, ne dawî ye. Ji bo ev konferans karibe rola xwe pêk bîne, pêwîst e di konferansê de komîte werin avakirin. Divê ev komîte plansaziya xebatan çêbike. Konferans, komxebat, perwerde, civîn, di esasê xwe de jî divê lêkolînan pêş bixe. Civaka xwe jî li ser vê agahdar bike, zana bike. Ez bawer dikim bendewariya esasî ya Rêber Apo ji vê konferansê ev e.
Divê ev konferans li ser ji nû ve avabûna Şengalê jî bisekine. Di hevdîtina dawî ya malbatê de Rêber Apo got; di serê min de pîlanek heye û em dixwazin Şengalê ji nû ve ava bikin. Ji nû ve avakirina Şengalê erka me hemûyan e. Ronesans bi xwe jî ji nû ve avakirin e, xwe guhertin û veguhertin e. Ya herî zêde jî dikare ji vê re pêşengiyê bike, jinên têkoşer in. Li Êzîdxanê jî, bi taybetî piştî fermana 3yê tebaxa 2014an, jinên Êzîdxanê vê pêşengiyê bi layiqî anîne cih. Di vê konferansê de yê herî zêde rola xwe bilîzin jin û ciwan in. Divê beşdarî xebatên Akademiya Zanistên Civakî bibin.
Rêber Apo di nameya xwe de jî dibêje, civaka me ya êzidî şaneya gelê kurd e. Gelê Kurdistanê ji vê kokê xwe heta roja me ya îro anî. Dîsa Rêber Apo, civaka êzidî weke civaka herî resen, xwedî çand, bawerî û berxwedanê dibîne. Ev rûmeteke mezin e lê têrî nake, eger di vê pêvajoyê de em nûbûnê pêş nexin helbet wê helandin pêşbikeve. Êdî rewş ne weke demên berê ye, teknolojî pêşketiye, çand ketine nava hev, jiyana rojane cuda diherike. Eger em jî bi xwe re nûbûnê, zanistê, wekhevî û edaletê pêş nexin, civaka exlaqî û polîtîk ava nekin, em tenê di nav qalibên xwe yên kevn de bimînin ewê helandin pêşbikeve. Ji ber vê, hem em ê li ser koka xwe nirxên xwe biparêzin. Dema mirov dibê nûbûn û guhertin ji eslê xwe dûrketin, dest ji koka xwe berdan, her tiştê xwe wendakirin helbet bêrûmetiyeke mezin e, kes vê naxwaze. Divê bi zanebûn be, em ê milên kêm derbas bikin, yên xurt jî dewlemend bikin, nûjen bikin û pêşbixin.
Min dixwest ez bi xwe jî di konferansê de amade bim, lê em li ku derê dibin bila bibin di berpirsyariya Êzîdxanê de erkên bikevin ser milên me jî em ê pê rabin. Bi taybet erk û berpirsyariyên ku Rêber Apo daniye pêşiya me, perspektîfa Rêber Apo ev e, daxwaza Rêber Apo ev e. Ji bo civaka me jî ya herî maqûl û herî baş ku karibe bi hezeran salan jiyana xwe berdewam bike wê ev be.
Em ber bi salvegera fermanê ve jî diçin, tola herî mezin ku ji dijminan were girtin xwe nûkirin û xwe çêkirin e, xwe rêxistinkirin e, xwe parastin e. Parastina civaka me, hebûna civaka me ye. Rêber Apo dibêje civakek bê parastin weke mirîşkeke serjêkirî ye. Ne hikûmeta merkezî, ne jî hikûmeta herêmî. Herkes divê nirxên civaka êzidî nas bike. Divê hebûna wê nas bike, divê îradeya wê ya siyasî nas bike. Civaka êzidî bi hejmara xwe kêm e, ev nayê wê wateyê ku di nav desthilatdaran de xwe bihelîne. Îsbat bûye ku desthilatdar nikarin vê civakê biparêzin. Bi vî awayî ev konferans dibe bersiveke xurt ji fermanan re.”