21 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komxebata Zarokistanê

Gelek çîrok û çîvanokên kurdan hene lê mixabin piraniya wan çîrokan ne li gorî zarokên biçûk in. Lewre barekî giran dikeve ser milê çîroknivîs û mamosteyên pêşdibistanan ku çîrokên nû yên li gorî pedagojiya zarokan biafirînin.

Li Amedê di navbera 4-5ê hezîranê de li şaredariya Peyasê komxebata Zarokistanê pêk hat. Di van herdu rojan de bi tevlêbûneke xurt a mamosteyên ku li pêşdibistanên zarokistanê dixebitin komxebateke xweş û têr û tijî pêk hat.

Di vê komxebatê de gelek nêrîn û pêşinyarên balkêş derketin holê û behsa mînakên cîhanê yên cuda û tecrubeyên cuda yên dibistanên azad hatin kirin.

Tişta ku herî zêde bala min kişand mijara amûr û mufredata ku li ber destê van mamosteyan e . Bêtir jî mijara kêmbûna çîrokên zarokan bala min kişand. Erê gelek çîrokên me yên gelêrî hene lê gelo ew çîrok çiqasî ji aliyê pedagojiyê ve li gorî van zarokên 3-4 salî ne.

Wekî mînak çîroka Pîrê û Dîko ku herdem dayika min ji me re digot. Li gorî tê bîra min wiha bû; Pîrê hundirê xwe rêş dike, dîko piçek penêrê pîrê dixwe, dîko nikilekî li çavê pîrê dide û paşê diçin ba hakim. Îca çîrokeke wiha çiqasî guncav e ji bo zarokên van dibistanên ku em dibêjin li gorî heskirina sewalan, xwezayê û ekolojiyê tên perwerdekirin.

Di vê mijarê de di komxebatê de du nêrînên cuda derketin holê. Hinekan got hûn çawa dibêjin çîrokên kurdî kêm in. Mamosteyan jî got em nabêjin kêm in lê ne li gorî van zarokan in.

Bi rastî jî heta beriya çend salan ez ne di wê ferqê de bûm. Dema em zarok bûn rehmetiya diya min di şevên dirêj ên zivistanê de ji me re çîrok digotin lê nizanim wan çîrokan çi bandorên erênî û neyênî li ser jiyana me hiştine.

Lê tiştê baş ji tecrubeyeke xwe ya şexsî dizanim dema kurê min Ronî 4-5 salî bû, min jê re çîroka Şengê û Pengê xwend û vê çîrokê bandoreke wiha mezin li ser vî zarokî kir êdî gelekî ditirsiya,  digiriya û digot; Gur hat wê min bixwe.

Piştî ku min nas kir meseleya tirsa wî ji ber wê çîrokê ye êdî min her roj hewl dida ku ez wê çîrokê li gorî xwe biguherînim û ew devera ku bûye sedema tirsa zarok ji çîrokê derxînim.

Di çîrokê de  Gur karikên bi navê Şengê û Pengê dixwe. Min ji Ronî re got kurê min te şaş fêm kiriye, tiştekî wiha tune ye. Şengê û Pengê xwe ji ber gur veşartibûn û paşê diya wan hat ew dîtin.

Her digot wê çîrokê nebêje dîsa min digot te şaş fêm kiriye, wan xwe veşartibû û diya wan hat ew dîtin. Welhasilî demeke dirêj derbas bû heta ku ew tirsa li ser zarok derbas bû.

Piştî vê tecrubeyê êdî min çîrokê ku ji me re hatibûn gotin yên wek Hotê Heft Serî, Gurê Manco û heta çîrokên pîrhevokan. Êdî min ji xwe dipirsî;  gelo em jî ewqasî ditirsiyan û gelo wan çîrokan bandoreke çawa li jiyana me kiriye.

Dibe ku ez nizanibim wan çîrokan bandoreke çawa li min kiriye lê tiştê baş dizanim ew piranî ji bo tirsandina me dihatin gotin. Gotinên wekî tu ranezê wê gurê Manco bê te bixwe, hê jî baş tê bîra min. Hem ji tirsa gur diviyabû em razana û hem jî ji tirsa me newêribû çavên xwe bigirin.

Bi her halî, di encamê de ez giham wê baweriyê ku tevî çîrok û çîvanokên me zêde ne lê piraniya wan ne li gorî pedegojiya van zarokan e.  Divê piraniya wan çîrokan ji nû ve ji ber çavan re werin derbaskirin an jî çîrokên nûjen ên li gorî jiyan, perwerde, elkolojî û jiyaneke azad û demokratîk werin amadekirin.

Di vî warî de barê herî giran dikeve ser milê çîroknivîsan û mamosteyên ku bi salan e bûne xwedî azmûnekê di warê perwerdeya van zarokan.

Herî dawî jî ji bo kesên ku çîroka Şengê û Pengê nebihîstibin ez ê paragrafekî ji varyenteke vê çîrokê parve bikin da ku bêtir were fêmkirin ez behsa çi dikim.  Piştî xwendina vê çîrokê bawerim wê xwendevan jî maf bidin min.

Çîrok bi kurtasî wiha ye: Bizin şîretan li karikên xwe dike da ku derî ji kesekî re venekin heta ku ew here tiştekî bixwe û şîr bikeve guhanên wê were.

Lê gur tê karikên wê dixapîne û dibêje ez dayika we me, derî jê re vedkin û gur karikan dixwe. Paşê bizin tê û çîrok wiha berdewam dike :

 “Karikan got:

–Ev Dayika me ye, Dayika me. Hem deng zirav e, hem jî ling spî ne.

Karikan bi lez û bez derî vekir, lê derî çawa vebû venebû, gur ket hundir û xwe çeng kir ser wan. Karik pir tirsiyan û xwestin xwe veşêrin. Yekî ji wan xwe xist binê maseyê, yekî xwe xist binê nivînan, yekî xwe xist nava sobeya vala, ya çaremîn li mitbaxê, ya pêncemîn li nav dolabê, ya şeşemîn li binê destşokê û ya heftemîn jî di nav saeta dîwêr de xwe veşart. Lê belê gur ew yeko yeko dît û bi carekê avêt devê xwe. Lê gur tenê nekarî wî karikê ku xwe di nav saeta dîwêr de veşartibû, bibîne.

Ji xwe ji ber ku zikê gur jî têr bibû, wî devê xwe alast û çû xwe li derve, li bin darekê, li ser hêşînahiyan dirêj kir û raket.

Piştî demeke kurt, dayika karikan, yanî bizin, ji zozanan vegeriya.  Ax, çi dîmeneke xembar îca li hêviya wê bû! Deriyê mezin ser piştkî vekirî bû, mase, kursî, destşok û nivîn şikiyabûn û tev li erdê belawela bibûn. Bizin bi saw û tirseke mezin li karikên xwe geriya, lê bêfeyde bû. Wê bi dorê bi navê wan ew gazî kirin, lê tu bersiv derneket. Tenê dema bizinê navê karika xwe ya herî biçûk got, dengekî zirav hat bihîstin:

–Ez li vê derê me dayê, di nav saetê de me!

Bizinê çû karika xwe ji nav saetê derxist û girt hembêza xwe. Karika biçûk jî ji dayika xwe re got ku gur hatiye û karikên din hemû xwarine.  Îca hûn bifikirin ka bizina pîr li ser karikên xwe çiqas hêstir barandine.

Bizina pîr bi xemgînî ji malê derket, karika biçûk jî da dû diya xwe. Gur, li bin darekê, li ser hêşînahiyan xwe dirêj kiribû, û ketibû xeweke wisa giran ku xurexur û pifepifa wî bû. Bizinê çû ji nêz ve li zikê gur nihêrt û ferq kir ku tiştek di zikê wî yê mezin de dilebite, dileqe. –Xwedêyo, karikên min ên biçûk ku gur ew xwaribûn gelo hê jî zindî ne?, got bizinê.”

Îca bizinê bilezûbez çû malê, meqes û ta û derzî anî, zikê gurê pîs bi meqesê qelaşt û yeko yeko hemû karikên xwe jê derxistin. Rewşa hemû karikan gelek baş bû, ew zindî bûn, ji ber ku gur hingî lez kiribû, hema hemû karik bêyî ku bicû, di carekê de daqurtandibû.”