22 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûdanê 48 kes hatin kuştin

Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) êrişê gundê Um Garfa yê li eyaleta bakurê Kordofan ê li navenda Sûdanê kirin.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) êrişê gundê Um Garfa yê li eyaleta bakurê Kordofan ê li navenda Sûdanê kirin. Li gorî daxuyaniya rêxistina civaka sivîl a bi navê Emergency Lawyers a ku binpêkirinên mafên mirovan belge dike, di êrişê de zarok û jin jî di nav de 48 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku êriş roja yekşemê pêk hatiye. Hat ragihandin ku HPLê malên li gund dane ber êgir û malên sivîlan talan kirine.  Li gorî agahiya ku Emergency Lawyers gihandî AFPê, ne tenê li Um Garfa, li gundên derdorê jî gelek sivîl mirine.

Li aliyê din Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku ji ber şerê li herêmê zêde bûye, zêdeyî 3 hezar kes neçar mane ku gundên xwe biterikînin. Beşeke girîng ê van sivîlan, xwe spartin derdora bajarê Bara ya di bin kontrola HPLê de.

Artêşa Sûdanê di hefteyên dawî ji bo car din yek ji navendên stratejîk a bakurê Kordofan, Barayê, bi dest bixe gelek operasyon dan destpêkirin.