Endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi awayekî awarte li navenda giştî ya partiyê li hev civiyan. Di civînê de ku Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan serokatiya wê dikin, dê li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diqewimin bê sekinandin.
Dê bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma çekşewitandinê ya “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” ku di 11ê tîrmehê de hat lidarxistin bên gengeşekirin. Di civînê de piştî geşedanên navborî, dê berpirsiyarî û rolên dikevin ser milê meclisê bên nirxandin. Herwiha dê gengeşeyên ji bo komîsyona tê pêşbînikirin li meclisê bê avakirin jî wê bê nîqaşkirin.
Herwiha dê gavên ku divê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bên avêtin jî bi berfirehî bên gengeşekirin.
Di MYKê de, dê hevdîtinên ku endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Ozgur Erol û Mithat Sancar bikin jî bê gengeşekirin. Şande dê sibê hem bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç û hem bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û hem jî bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re bicive. MYK, dê li ser van hevdîtinan jî bisekine.
Tê payin ku Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di navbera civînê de daxuyaniyekê bide.