Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, hêzên hikûmetê dest bi ketina nava bajarê Suwêdayê kirine ku di bin kontrola şervanên durzî de ye.
Li bajêr qedexeya derketina derve hat ragihandin. Wezareta Parastinê ji şêniyên Suwêdayê xwest ‘li malên xwe bimînin û liv û tevgera hemû komên neqanûnî ragihîne’.
Beriya niha bi demeke kurt lîderên rûhanî yên durzî belavokek weşandin û diyar kirin ku wan ketina hêzên hikûmetê ya li nava bajêr pejirandine û bang li komên durzî kirin ku çekên xwe radest bikin.
Şer destpêkê di navbera şervanên durzî yên li herêmê û qebûleyên bedewî de rû da ku Şam piştgiriya wan dike.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di şer de 99 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 60 ji wan durzî, 18 ji wan bedewî, 14 jê endamên hêzên ewlekariyê yên hikûmeta demkî ya Şamê û 7 çekdar jî nasnameya wan nediyar bû.
Eyaleta Suwêdayê malovaniyê ji civata durzî re dike. Li Sûriyeyê nêzî 700 hezar durzî hene. Durzî her wiha li Lubnanê û Îsraîlê ne.