Li gorî bîlançoya nû ya SOHRê di şerê navbera şervanên durzî û qebîleya bedewî ya ser bi hikûmeta demkî ya Şamê de 89 kes mirin.
Li gorî heman çavkaniyê ji kesên jiyana xwe ji dest dane 50 jê durzî (46 şervan, 2 jin û du zarok), 18 bedewî, 14 endamên hêzên ewlekariyê û 7 jî ew kes in ku nasnameya wan diyar nebûne.