21 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xurtkirina hêza civakî girîng e

Endama Desteya Serokatiyê ya PYDê Foza Yûsif der barê Şoreşa Rojava de got: “Bêguman ji bo parastina şoreşê divê em têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber ku hê metirsiyên mezin li ser me hem jinan hem jî kurdan berdewam dikin. Hê mafên me nehatine mîsogerkirin. Ji ber vê yekê xurtkirina hêza civakî ji bo me pir girîng e”

Şoreşa Rojava ya ku di sala 2012an de bi Bihara Ereban re dest pêkir ne tenê têkoşîneke leşkerî di heman demê de şoreşa fikrî bû. Di pêkanîna vê şoreşê de jin ne tenê di qada şer de rol lîstin. Jinan bi keda ku da civakê ji nû ve avakirin. Avakirina ku bi pêşengiya YPJ û meclisên jinan pêk hat Şoreşa Rojava wek Şoreşa Jinan li cihanî da nasîn. Di nav pergala ku hatiye avakirin de xweseriya demokratîk, azadiya jinan û pirrengî esas te girtin û têkoşîn li ser vî esasê tê dayîn.

Êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka şoreşê ve didomin. Tevî êrîşên heyî hilweşîna Rejîma Esad û desthilatiya HTŞê jî destkeftiyên heyî dike nav metirsiyê. Tevî êrîşên heyî û bêderfetiyan jî bi pêşengiya jinan û hevgirtina netew û olan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinek hevpar hatiye avakirin.

Em der barê rola jinan a di şoreşê de, zehmetiyên ku pêk hatine, xetereyên heyî, peymanên ku di nav HTŞ û HSDê de hatine îmzekirin û bandora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser heremê bi endama Desteya Serokatiyê ya PYDê Foza Yûsif re axivîn.

Di Şoreja Jinan ango Şoreşa Rojeva de jin ne tenê piştgir bûn di heman demê de ji şoreşe re pêşengiyê kirin. Jinan di vê pêvajoyê de derfeta ku karibin di her qadên jiyanê de cih bigirin çawa bi dest xistin?

Ez şoreşa 19ê Tîrmehê Şoreşa Jinan li tevahî jinên Sûriyeyê û li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Em dikarin bêjin ku ev şoreş di serî ji bo ku bi ser bikevin, me gelek bedelên mezin da. Hemû şehîdên azadiyê û şehîdên jin bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna li ber wan ditewînim. Wekî ku we jî pirs kirî ye, ev encama têkoşîna gelek jinan, dayikan û gelek tekoşeran bû. Ji bo ku jin bibin xwedan maf şerekî mezin kirin. Şer di destpêkê de li hember xwe li hemberî kevneşopiyên civakî koletiya ku li ser me hatiye ferzkirin û zayendperestiya ku li ser me hatiye ferzkirin, bû.

Mijara duyemîn jî ew e ku jinan li hemberî kevneşopiyên civakê yên ku ferz dikin sekinîn û beşdarî tekoşînê bûn. Di hundirê tekoşînê de gelekî zor û zehmetî dîtin. Lê tu carî ji pav paş ve neavêtin. Bedelên gelek mezin dan lê bi biryardarî vê têkoşînê berdewam kirin. Ji bo wî niha em xwediyê artêşa şehîdane. Di heman demê de jî parastina mafê jin em xwedan artêşên parastinê ne. YPJê di vê der barê de gelek bedelên mezin da. Şehîdên me gelek çêbûn. Herwiha di warê siyasetê de jî jin bi beşdarbûneke pir girîng tev li bûn. Di asta pêşengtiyê de tevlibûna xwe çêkirin. Di serhildanan de jî jinan dîsa hebûneke mezin nîşan da. Herwiha di warê hemû qadên jiyanê de di qadên perwerdeyê, hîndekariyê, aboriyê û qada çandê de mirov dikare bêje di hemû qadên jiyanê de jinan têkoşîneke mezin da. Da ku ev şoreş bê avakirin. Ji bo wê mirov dikare wiha bêje, di serî de fikrên azadiyê ya ku Rêber Apo daye û di vê axê de çandiye di nava jinan de hişmendiya azadî û felsefeya azadî hatiye rêxistinkirin. Ev gelekî girîng e. Jinan xwe spart jineolojiyê. Ev gelekî muhîm bû ji bo pêşketina bûyîna têkoşînê. Ya duyemîn rêxistinkirina jinan gelekî girîng bû. Ya sêyemîn çalakbûna jinan û herwiha di hundirê çalakiyê de bedelên dane ber çav israr kirin bû. Vana sebebên esasî yên mafan bûn. Mirov dikare bêje li ser vî esasê ev meş dest pê kir û mezin bû, li ser têkoşîna bi sed hezaran jinan. Û îro jî ev meşa me hê jî berdewam dike.

Wek tê zanîn di Şoreşa Rojava de yek ji xala herî girîng pêkanîna azadî û wekheviya jinan bû. Li gor te di nav Şoreşa Rojava de ev di kîjan astê de pêk hat? Herwiha ji bo pêknehatina vê zehmetiya herî mezin çiye?

Jinan di gelek asta de mafên xwe bi dest xistin. Jin niha di rêveberiyê de û di siyasetê de cihê xwe digirin. Jin bi pergala hevserokatiyê tên temsîlkirin. Herwiha di pergala edaletê de cih digirin. Dîsa di parastinê de YPJ heye û di heman demê de di nav parastina hundirîn de yekîneyên jinan hene. Ji tevî van destkeftiyên xwe niha li ser amadekirina hevpeymana civakî ya jinan dixebitin.

Jin îro di hemû mekanîzmayên biryargirtinê de xwedî maf in. Akademiyên xwe ava kirine. Di aliyê perwedehiyê de xweserbûna xwe ava kirine. Lê tevî van destkeftiyan jî di nav civakê de ew hişmendiya heyî hêjî didome. Di aliyê din de Sûriye ne dewleteke demokratîk e ku mafên jinan biparêze. Ev bi xwe jî astengiyeke mezin e. Herwiha dema di jinan de fikra azadiyê û rêxistinbûn pêşnekeve jin bixwe jî li hemberî pêşketinê li gor normên ku mezin bûye dibe asteng. Ji ber vê yekê xala herî girîn ew e ku em hişmendiya azadiyê pêş bixin di nav jinan de. Elbet ne tenê ji bo jinan di nav mêran de jî divê ev hişmendî were belavkirin. Di akamediyan de jin perwedeya wekheviya zayendî didin mêran jî, lê ev hê di asteke kêm de ye. Bi xurtkirina vê dê encamên baştir bi dest bikevin. Ji ber ku civak wek teyrekî ye. Nikare bi yek baskê bifire. Ji ber vê yekê qasî jinan divê mêr jî azadiyê nas bike û ji hişmendiya koledariyê rizgar bibe.

Jinan hem di pêşiya şoreşê de hem di pêvajoya şoreşê de û hem jî niha hewl didin rêveberiyên xwe ava bikin û parastina xwe pêk bînin. Rola YPJê û Meclisên Jinan a di vê hewldanê de çi ye?

Bêguman mirov rola dikare bibêje ku YPJê di vê şoreşê de roleke çarenûs lîst. YPJê gelek tabûyên ku di nav civakê de şikand. Şerê ku YPJê li dijî DAIŞ û dagirkeriyê meşand bandoreke mezin li ser civak û cîhanê kir. Ew nêrînên ku digotin jin kêrê tiştek naynê, nezanin, nikarin bibin fermandar û rêber hat şikandin. Vê bi xwe re hêzeke civakî û baweriya bi azadiyê ava kir.  YPJ û meclisên jinan di vir de xwedî bandoreke sereke bûn. Heta roja me ya îro jî em dikarin bibêjin ku YPJ di qada parastina nirxên şoreşê de roleke sereke lîst û hê jî dilîze.

Di dirokê de gelek şoreş pêkhatine lê bi demê re ya ruhê xwe wenda kirine yan jî bi destên hêzên cuda guherîne. Ji bo Şoreşa Jinan ango Şoreşa Rojava bê parastin pêwistî bi stratejiyek ango xebatek çawa heye? Herwiha rola jinan a di vir de çi ye û divê insiyatîfa wan di kîjan qadan de zêdertir bibe?

Bêguman ji bo parastina şoreşê divê em têkoşîna xwe tim berdewam bikin. Ji ber ku hê metirsiyên mezin li ser me hem jinan hem jî kurdan berdewam dikin. Hê mafên me nehatine mîsogerkirin. Ji ber vê yekê xurtkirina hêza civakî ji bo me pir girîng e. Herwiha xurtkirina rêveberiya xwe muhîm e. Di vir de rola jinan pir girîng e. Ji ber ku jin di qada xweveberiyê de xwedî roleke sereke ne. Ji bo vê yekê divê em jin bi awayeke çalak di qada dîplomasî, siyasî, rêvebirin û perwerdeyê de bilîzin. Divê em karibin xwe û nirxên xwe biparêzin.

Bi taybet ev guherînên ku di Sûriyeyê de çêbûn metirsiyên mezin li ser jinan ava dikin. Ji bo destkeftiyên me ji dest neçin divê em xwe tim birêxistin bikin.

Dema em îro lê dinêrin dibînin ku Şoreşa Rojava ji her aliyê ve hêvî dide cihanê bi taybet jî hêvî dide jinan. Li gor tecrûbeyên te tişta ku rê li ber vê vedike çiye û ji bo pêşerojê di çerçoveya Şoreşa Rojava de divê hevgirtineke çawa di nav civakan de pêk bê?

Tişta ku rê li ber belavbûn û nasîna Şoreşa Jinan vekir îdeolojiya rizgariya jinan û jîneolojî ye. Jixwe tişta ku şoreşê xurtkir û ser xist jî ev bixwe bû. Heke fikra azadiyê ne xurt bûna dê ewqas bandora wê jî tuneba.

Şoreşa Jinan ne tenê şoreşeke ku bi çekan pêk hatiye ye. Şoreşa Jinan di esasê xwe de guherîna hişmendiyê esas girt. Herwiha qehremaniya ku jinan di vê şoreşê de nîşan de xwedî bandoreke mezin bû. Girîng e ku mirov di her rewşê de vê şoreşê biparêze. Piştgiriya jinên cihanê jî pir bi wate bû ji bo şoreşa me. Bi rastî di bûyerên Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê de herwiha di êrîşên dawî de jî gelek jinên enternasyonalîst hatin lê ev tena serê xwe têrê nake. Ji ber ku hê jî şoreşa me nahatiye mîsogerkirin. Dîsa pirsgirêka jinan li cîhanê berdewam dike. Pirsgirêka jin pirsgirêkeka gerdûnî ye.  Rast e serkeftinên mezin çêbûn lê wek ku me gor mîsoger nebûne. Ji bo parastin, mîsogerkirin û pêşxistina vê şoreşê divê em jin di nav têkoşînê de bin û vê şoreşê bikin malê hemû jinan.

Piştî hilweşîna Rejîma Esad rêveberiya HTŞê hat ser kar. Niha di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HTŞê de peyman tên îmzekirin lê pêkanîna van peymanan dereng dikeve. Li gor te derengmayîna van pêkanîna dê bandoreke çawa li ser Şoreşa Rojava bike?

Guherînên ku li Sûriyeyê çêdibin bêguman bandor li ser me jî çêdikin. Cudahiyek pir mezin di navbera me û rêveberiya Şamê de heye. Bi taybet jî di mijara jinan de. Herçiqas rejîm guherî be jî ew yekperestiya berê hê jî didome. Dema em lê dinêrin di aliyê rêveberiyê de guherîn heye lê wek ku me got hişmendî heman e. Ew hişmendiya olperest, zayendperest û nijandperest hê jî li ser civakê tê ferzkirin. Ev nêzikatî jî nahêle pirsgirêkên heyî werin çareserkirin.

Ji bo ev pirsgirêk ji holê rabin divê em têbikoşin û karibin demokratîkbûnê pêş bixin. Ji bo vê jî biryardarî û sebir pêwist e. Rola sereke jî ya jinan e. Em ê jin ji bo çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya aştiyê hewldanên xwe zêde bikin.

Wek tê zanîn niha bi hewldana Rêber Apo û Devlet Bahçelî pêvajoyek li Tirkiyeyê dest pêkiriye. Di çerçoveya vê pêvajoyê de êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kêm bûne. Heke ev rewş wisa bidome û êrîşên li ser Rêverberiya Xweser bi dawî bibin dê Şoreşa Rojava çawa karibe hê zêdetir jiyanî bibe?

Bêguman banga ku Rêber Apo kir hem li ser Rojava û hem jî li ser hemû Sûriyeyê xwedî bandoreke mezin e. Em dikarin bibêjin ku bandora xwe li hemû Rojhilata Navîn jî dê bike. Em jî dibên ku em pirsgirêkên xwe bi rêveberiya Şamê re bi rêya diyaloj û aştiyê çareser bikin demokrasiyê pêş bixin.Em bawer dikin ku heke banga Rêber Apo li Bakur pêş bikeve dê Şoreşa Jinan jî û Şoreşa Neteweya Demokratîk jî bi hêztir bike.

Tirkiye li ser rêveberiya Sûriyeyê xwedî bandoreke mezin e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ji ber vê yekê dê bandorê li ser demokratîkbûna Sûriyeyê jî bike. Bandora Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê gelek caran li pêşiya çareserkirina pirsgirêkan bûye asteng. Ji ber vê yekê ye ku em dibên heke ew girêkên li Tirkiyeyê ji holê rabin dê astengiyên ku ji me re jî derdixin bi dawî bibin.

Herwiha dema Tirkiye demokratîk bibe dê derî jî vebibin û danû standin a li herema me dê bi awayeke bi ewle pêş bikeve.