Li her çar aliyên Kurdistanê jin di bin serweriya dewletan de bi krîzên cur bi cur ên siyasî, aborî, civakî û çandî ve rû bi rû dimînin.
Mafê jinan nayê dayîn, jinên ku li hember sîstema dewletê serî hildidin jî rastî gelek îşkenceyan tên. Herwiha di bin serweriya dewletê de gelek polîtîkayên qirêj, tundî û şîdet li ser jinan tê pêkanîn.
Gelek teorî der barê azadiya jinan de derketin holê lê ev teorî nehatin asta piratîkê ji ber tam negihişt asta çareseriyê û naskirina pirsigrêkên jinan di hemû aliyan de bêguman astengkirina zihniyeta mêrê serdest ku ji pênc hezar sal heta niha ev hişmendî berdewam e.
Yekem car Rêber Apo ye ku xeta azadiya jinan esas girtiye û di gelek pirtûkên xwe de li ser girîngiya azadiya jinan û hevjiyana azad sekiniye. Pirsigrêkên jinan yên di hemû qadan de aniye ser ziman û rêyên çareseriya azadiya jinê daye diyarkirin. Artêşa jinan ya bi navê YJA Star (Yekîneyên Jinên Azad ên Star) daye avakirin ku ev artêş li hember êrişên dewleta Tirk bûye bersiv. Ispat kiriye ku jin dikarin xwe biparêzin. Bi rêveberî û pêşengtiya jina azad a ku Rêber Apo behsê dike, ji bo ku jin ji van krîzan xelas bibin divê di hemû aliyan de ji pêvajoya ku Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re pêşengtiyê bikin. Ji bo çareseriyeke mayînde pêşengtiya jinan lazim e û divê jin girîngiyeke gelek mezin bidin vê bangê.
Wek tê zanîn di 27ê Sibatê de banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk bi taybet li Rojhilata Navîn bandoreke gelek mezin daye avakirin. Peyama Rêber Apo ya di 8ê Adarê de ji jinan re şandibû hesteke tijî hezkirin û kêfxweşî da avakirin. Bi vê peyama ku Rêber Apo şand, jinan li Rojhilata Navîn bi taybet li Kurdistanê asta têkoşîna xwe hîn zêdetir bilind kir. Ev derfeteke ku jin di vê serdemê de weke ku Rêber Apo jî dibêje: “Sedsala 21emîn wê bibe sedsala azadiya jinan” ji bo vê pêwîst e jinên Kurdistanê vê derfetê di destê xwe de bigrin. Bi pêşengtiya jinên Kurdistanê ya ji bo vê bangê pêkan e ku azadî û mafê jinan were misogerkirin û hem di dewletê de hem jî li ser xaka Kurdistanê guherîneke mezin rû bide.
Jinên li Kurdistanê bi projeya aştî û civaka demokratîk di nav kar û xebatên gelek dijwar de ne ji bo misogeriya serkeftinê. Ji ber ku pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji pêvajoya çekdarî zehmettir e.
Ev pêvajo weke ku me daye diyarkirin wê guherînên gelek cidî bi xwe re bîne. Ji ber jin civak bi xwe ye û demokartîkbûn û azadiyê civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye, Rêber Apo modela demokratîk daye ava kirin. Ji bo vê jî jin heke li ser esasê modela demokratîk gavan bavêje wê gelek guherînan di vê pêvajoyê de bi xwe re bîne. Ji ber ku jinên li Kurdistanê bi xwendina pirtûkên Rêber Apo rastiya xwe nas dikin û xwe di pirtûkên Rêber Apo de dibînin ango Rêber Apo weke neynikekê ji xwe re dibînin. Bi taybet di 9ê Tîrmehê de jinan bi bendewarî, coş û kelecaneke mezin, bi dîmen Rêber Apo dîtin. Jinên li Kurdistanê bi hesteke ciyawaz û bi helwesta ku bi hemû gavên Rêber Apo bawerin sekna xwe nîşan dan.
Li kêleka vê jî nemaze li rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin. Herwiha bi zanista Jineolojiyê û bi naskirina vê zanistê jin dikarin pêşengtiya pêvajoyê bikin. Zanista jineolojiyê ku weke mifteyeke ku jin pê xwe nasbike û civaka xwe nas bike tê pênasekirin. Wek tê zanîn jineolojî zanisteke ku Rêber Apo diyarî jinan kiriye ye. Ji bo vê jî hêjayî gotinê ye ku “Jineolojî nasnameya her jinekê ye, ji bo xwe nas bike” bi rêya vê zanistê jin dikarin pêşengtiyên herî xurt bikin.
Dem dema ku jin rola herî mezin di vê pêvajoyê de bilîze ye, da ku guherînên herî mezin yên di dîrokê de rû bidin, guherîna zihniyeta mêrê serdest di civakê de jî bi vê pêvajoyê re hîn xurttir destpêbike û pêk were û ber bi hevjiyana azad û sosyalîzma demokratîk ve pêvajo bigihêje serkeftinê.