18 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HPG-NRÇê Berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê bi daxuyaniyekê Berxwedarên 14ê Tîrmehê bi bîr anî û got, "Em Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên PKKê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 43yan a çalakiya wan a dîrokî de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên PKKê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 43yan a çalakiya wan a dîrokî de bi bîr anî. HPG-NRÇê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hêzên wan jî şopdarên ruhê fedaî şopdarê herê pêş ê vê xetê ye.

HPG-NRÇê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên PKKê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 43emîn a çalakiya wan a dîrokî de bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Berxwedana 14ê Tîrmehê, ku li dijî zexta teslîmiyetê û êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya li Zindana Amedê bi hişmendiyeke şoreşgerî û baweriyeke xurt hate destpêkirin, rihê berxwedanê yê partiya me PKKê nîşan da. Vî ruhê berxwedanê ispat kir ku li hemberî her cûre zext, îşkence û êrîşên li hemberî Apoyiyan, tenê beden jî ma be wê li ber xwe bide û bi vê berxwedanê wê bi ser bikeve. Ruhê Berxwedanê yê 14ê Tîrmehê ku bi fedakarî û fedaîtiyê ala me ya têkoşînê gihand asta herî bilind, di nava 42 salên derbasbûyî de xeta me ya têkoşînê diyar kir û bû çavkaniya herî mezin a hêzê ku biryardarî û daxwaza berxwedanê da me. HPG jî weke hêza fedaî şopdarê herî pêş ê vê xetê ye. Em diyar dikin ku çawa heta niha hate kirin ji niha û pê ve jî em ê şopdarê ruhê fedaî yê Apoyî bin, bi rengekî rast bi cih bînin û nûnertiya wê bikin. Li ser vê bingehê em Roja Rûmetê ya Neteweyî ya gelê Kurd pîroz dikin.”

Êrîşên dewleta tirk didome

HPG-NRÇê li ser êrîşên dewleta Tirk jî ev agahî dan: “Li gel agirbesta PKKê û biryara rawestandina têkoşîna çekdarî, êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser gerîla dewam dikin. Hêzên me ji 1ê Adarê heta 1ê Tîrmehê heta ku êrîşek bi armanca îmhayê nehate kirin, tu çalakî nekirin.

Dron, ÎHA û SÎHA hîn jî li ser eyaletên Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. Weke ku me beriya niha jî diyar kir; her karekî keşfê êrîşeke; ji ber ku karekî ji bo amadekariya êrîşê ye.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Metîna û Xakurkê, karê ji bo çêkirina rêyên leşkerî û baregehên ji bo dagirkeriyê dewam dike.

Di serî de tunela me ya li Qada Berxwedanê ya Dergelê ya li herêma Metînayê, êrîşên îmhayê yên li ser tunel û çeperên hêzên me dewam dikin. Nemaze li hemberî tunela me ya Şehîd Xemgîn a li Dergelê 4 caran bi teqemeniyên xurt, 4 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi kepçe û sondajan êrîş hate kirin. Hevrêyên me bi teknîkê bersiv dan van êrîşên ji bo îmhayê hatin kirin.

Li ser herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Garê êrîşên bi top, çekên giran û obusan dewam dikin. Ev herêmên me di navbera 27’ê Hezîranê û 13’ê Tîrmehê de 2243 caran hatin bombekirin.

Dagirker banga teslîmiyetê li hêzên me yên li Zap û Metînayê dikin. Ev bang aliyê şerê psîkolojîk ê êrîşên dagirkeriyê ye ku heta niha dewam dike û hewldaneke bêkêr e. Lê belê divê were zanîn ku bangên teslîmiyetê yên bê rûmet ên li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku şopdarên Berxwedêrên 14ê Tîrmehê ne, hewldaneke giran a tevdanê ye, heqareteke giran e.

Êrîşên artêşa Tirk;

– Di 4 û 5ê Tîrmehê de li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 4 caran bi teqemeniyên giran hatin bombekirin.

– 5 û 6ê Tîrmehê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 4 caran bi gaza îsotê û gazên kîmyewî yên cuda hatin bombekirin.

– Di navbera 29ê Hezîranê û 5ê Tîrmehê de li herêma Metînayê 5 caran hewl hate dayin ku bi amûrên kunkirinê, kepçe û sondajê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê bêne hilweşandin.

– Di 5 û 10ê Tîrmehê de li herêma Metînayê, tunelên me yên li Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî 3 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

– Di navbera 27ê Hezîranê û 13ê Tîrmehê de li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Dergelê û Serê Metînayê 981 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

– Di navbera 27ê Hezîranê û 13ê Tîrmehê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar û Sergelê 602 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

– Di navbera 27ê Hezîranê û 13ê Tîrmehê de li herêma Garê qadên Girê Zengil, Dêreşê, Kanî Sarkê, Gûzê, Zêvkê, Sêdarê, Deşta Kafya, Spîndarê, Yekmalê, Mijê, Girgaşê, Girê Reşîd 545 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

– Di navbera 27ê Hezîranê û 13ê Tîrmehê de li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yê Berê Zînê û Sinînê 115 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.”